Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê 11 kes revandin 2025-11-09 16:55:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Helebê 11 welatî revandine.    Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, li bajarokê Til Eranê yê gundewarê başûrê Helebê bi ser malan de girtin û 11 kes revandin. Li gorî heman rêxistinê, navên kesên hatine revandin ev in; Mistefa Ebû El Bîr, Omer Ebû El Bî, Îbrahîm Nasîf, Hesen Hermîs, Îsamîl Tenbel (40), Ehmed Tenbel, Mihemed Eto, Ehmed Eto (22), Mistefa Silêman (45), Mihemed Îsamîl Mihemed (17). Nasnameya revandiyê din nehat zanîn.   Rêxistinê destnîşan kir ku komên paramîlîter duh (8 Mijdar 2025) nêzî saet 18.10 bi ser gund de girtin û 11 kes ku li pêşiya malên xwe rûniştibîn revandin. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan kesên revandî birin girtîgeha El Waha ya bajarê Sifêrayê. Rêxistinê diyar kir ku ji bo zêdebûna binpêkirin û revandinê de di demên dawîn de gelek ciwanan neçar man biçin Lubnanê.