Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be 2025-12-15 10:20:46   STENBOL - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê xwestin Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û gotin: "Diviyabû Rêbertî îro ne di girtîgehê de, li derve bi gel re bûya."    Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn û xwesti Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Ji endaman Selahat Targay, anî ziman ku diviyabû Abdullah Ocalan li Meclisê bûya û got: “Heke Rêber Ocalan di vê pêvajoyê de azad bibe dê her kes azad bibe. Ev pêvajo girîng e. Em dixwazin bêyî dereng bimîne, vê pêvajoyê temam bikin. Ji bo gel di nava aştî û aramiyê de bijîn, divê Rêber Abdullah Ocalan were meclisê. Miletê me li çiyê û zindanan de ne. Kurd û Tirk dikarin bi destên hev bigirin û aştiyê bînin.”    'HEKE RÊBERÊ ME AZAD BIBE DÊ AŞTIYÊ JÎ BÎN’    Selahat Targayê got ku divê dewlet gavan biavêje, her kes bikeve nava hewldanê, jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” pêşengtiya pêvajoyê dikin û got heke Abdullah Ocalan azad bibe dê aştiyê jî bîne.    'EM LI BENDA DEWLETÊ NE KU GAVAN BIAVÊJE’    Guler Yilmazê jî xwest Abdullah Ocalan û girtiyên din bên berdan. Guler Yilmazê got ku Kurdan heta niha gelek gav avêtine, pêvajo bi avêtina gavan a aliyekî nameşe û got li bendê ne ku dewlet gavan biavêje.    DAYIKÊN ZAROKÊN XWE WINDA KIRIN AŞTIYÊ DIXWAZIN    Guler Yilmazê bi domdarî anî ziman ku ew cihgirtina Dayikên Aştiyê ya di pêvajoyê de girîng dibînin, girtî, gerîla û leşkerên dimirin jî zarokên dayikan e û ew naxwazin dayik bigirîn. Guler Yilmazê got: “Lewma divê dayik ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hewl bidin. Divê dayikek li her derê zarokê xwe biparêze. Lewma divê dayikên Tirk û Kurd bi destên hev bigirin û vê pêvajoyê birêve bibin. Me di her şertan de got aştî. Dayikêk zarokên xwe winda kirin, ne şer, aştiyê dixwazin.”    DAXWAZA AZADIYÊ    Feleknaz Karabaşê jî got divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be û got: “Ji ber ev pêvajoye daye destpêkirin, em Rêbertiya xwe pîroz dikin. Em dixwazin dewlet me nas bike û mafên me bide. Divê Rêbertiya me ne di girtîgehê de, di nav gelê xwe de bûya. Heq û hiqûqa Kurdan bi hemû dinyayê da naskirin lewma di wir de ye. Bi hezaran gundên me şewitandin, em îşkence kirin, me mirin dît û me bi çavên xwe her tiştek dît. Niha jî em banga azadiya Rêbertiya xwe li cîhanê dikin. Banga azadiya girtiyên xwe û mafên xwe dikin. Dixwazin êdî li welatê xwe azad bijîn.”    JI BO AŞTIYÊ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN   Feleknaz Karabaşê axaftina xwe wiha qedand: “Bi sala ye Dayikên Aştiyê di van rêyan de rastî tundiya dewletê tên. Dewletê her tiştek bi serê Kurdan anî lê dîsa jî Kurd dibêjin aştî û azadî. Em dixwazin dewlet gavan biavêje. Ji bo edalet û aştiyê pêwîstî bi gavan heye. Hêj jî baweriya me bi dewletê nayê. Ez CHP’ê jî şermezar dikim. Di hilbijartina din de Kurdan dengê xwe da wan. Lê wan em nas nekirin. Divê serokkomar û wekîl jî ji van mirinan re bibêjin êdî bes e. Dayikên Aştiyê dixwazin li Meclisê biaxivin, Rêberiya xwe bibînin. Bila serokkomar carekê jî ji bo Kurdan bibêje aştî.”