Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî 2025-12-15 13:36:30 ENQERE - Girtiyê bi navê Cindî Keskîn ji rojnameger Huseyîn Aykol re name şand û got: “Yê herî zêde di dinyaya me de cih digire û xuya dike tu yî mirovê hêja.”    Tedawiya rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku di 14’ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê wî û niha li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê dimîne, didome. Girtiyê bi nvaê Cindî Keskîn ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê tê ragirtin, ji bo Aykol nameyek şand. Keskîn, di nameya xwe de ku di 24’ê Mijdarê de şandiye, wiha got: “Hem di dinyaya çapemeniya azad de hem jî di mijara dengê girtîgehan de herî zêde te di dinyaya me de cih girt û mirovekî hêjayî.”    'HEKE TU BAŞ BIBÎ EM JÎ DÊ BAŞ BIBIN’   Keskîn, got ku li ser rojnameyan hîn bû ku xwîn çûye ser mejiyê Aykol û wiha domand: “Bi rastî jî em gelek xemgîn bûn. Carnan hin kêlî hene ne ku mirov şaş dimîne û dikeve halekî wisa ku nizane dê çi bike û tenê bi wê şaşbûna xwe dimîne û piştre xemgîniyeke mezin lê bare dibe. Dema me jî rewşa te hînkirî wiha li min bû. Gelek derbasî be. Hêvîdarim tu niha baş û silamet bî. Heke tu baş bibî em jî dê baş bibin.    Hevalê hêja, heke mirov biqasî keda dide hebe û xuya bike, tu hem di dinyaya çapemeniya azad de hem jî di mijara bûyîna dengê kesên di girtîgehê de, bi eleqedarbûna wan re, di cîhana me-min de herî cihê herî zêde digirî û xuya dikî. Mirovekî biqîmetî ji bo me. Niha nizazim rewşa tenduristiya te tam çawa ye. Hêvî û daxwaza min ew e ku tu baş û silamet bî. Hêvî dikim der heqê rewşa te de agahiyên xweş bo min bên.    Hevalê min ê hêja; gelek gelek derbasî be û şîfaya xêrê bo te dixwazim. Silavên hevalên li cem min jî bo te hene û ew jî silametiyê bo te dixwazin. Dema di qedînim, bi hezkirin û rêzdarî silavên xwe dişînim. Bi hêviya ku her tim baş bî.”