Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir 2025-12-16 10:32:51 ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû dest pê kir.  Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol a li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê bi Serokê Giştî Ahmet Davutoglû re dest pê kir. Davutoglû, endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ber deriyê navenda giştî pêşwazî kir. Şande piştre jî derbasî eywana hevdîtinê bûn.    Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyaniya hevpar bê dayin.