Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn 2025-12-20 09:11:27   ŞIRNEX – Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Fadîl Tay anî ziman ku ew ê ji bo têkoşîna li dijî qirkirina ekolojiyê ya li quntarên Çiyayê Cûdî 50 hezar darên berûyê biçînin û got: "Em li bendê ne ku sibê her kes li Silopiyayê li dijî zîhniyeta ku daristanan talan dike û jiyanê tune dike rabe."   Di pênc salên borî de, wêrankirina herêma Botanê di bin navê maden, lêgerîna petrolê, qereqolên leşkerî, rêyan û nûjenkirina daristanan de leztir bûye. Li gelek deveran, bi taybetî li çiyayên Cûdî û Gabar û herêma Besta ya Botanê, daristan hatine birîn û jîngeha xwezayî di bin çavdêriya personelên leşkerî de hatiye wêrankirin. Ji bo protestokirina vê qikririna ekolojîk gelek çalakî hatin lidarxistin, lê ev ji bo trawestandinê têr nekirin.    Her çend çalakiyên li dijî wêrankirinê bi awayên cûrbicûr berdewam bikin jî, çalakiyên ku dikarin encamên wêrankirinê qismî kêm bikin jî dest pê dikin. Di çarçoveya kampanyaya ku ji hêla Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ve bi dirûşmeya "Tu jî berûyekê kom bike, tu jî berûyekê deyne" hatiye destpêkirin de, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê dê sibê li Silopiyayê 50 hezar darberî deyne. Herêma ku ji bo çandina berûyan hatiye hilbijartin, quntarên Çiyayê Cûdî li bajaroka  Bêspinê ye ku Santrala Termîk a Silopiyê ya Koma Cinerê ku ji 3 yekîneyan pêk tê û ji sala 2009'an vir ve dixebite, lê ye.   'EM RÊ NADIN QIRKIRINA EKOLOJIYÊ'   Ev dever ji bo çandina darên berûyan hatiye hilbijartin da ku balê bikişîne ser zirara ku ji ber qirêjiya hewayê ya ji ber santrala elektrîkê çêdibe. Fadil Tay, endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, bang li her kesê ku dibêje "Ji qirkirina ekolojîk ya li Şirnexê re na" kir ku sibê darên berûyan biçînin. Tay got: "Çiyayê Cûdî ji her alî ve cihekî pîroz e. Lêbelê, ev der di salên dawî de bi wêrankirina ekolojîk re rû bi rû ye. Dar tên birîn û hewa ji ber santrala termîk tê jehrîkirin. Her kes li Silopayê ji ber vê santrala termîk bi neyînî bandor dibe. Li santrala termîk her roj bi sedan ton komira asfaltîtê tê şewitandin. Ev maden ji Cûdî tên derxistin û xweza dîsa ji bo kanên komirê tê talankirin. Wekî ku ev ne bes be, di 5 salên dawî de daristan jî tên birîn."   Tay bal kişand ser wê yekê ku wêrankirina ekolojîk li Şirnexê li Gabar, Besta û Cûdiyê kom bûye û got: "Pênc sal berê dar dihatin şewitandin; lê belê, di pênc salên dawî de pergal guheriye û dest bi birîna daran kirine. Dar di bin navê 'ewlehiyê' de tên birîn. Em dizanin ku armanc ne ewlehî ye. Armanc ew e ku xweza bê dar bimîne û rantê jê bi dest bixin. Çiyayên ku bê dar tên hiştin, tê wateya civakeke bê bîr. Ev dar bîra mirovên li vir in."   Tay ku bang li her kesê ku dixwaze beşdarî çalakiya çandina darberûyan bibe kir ku bi rêya hesabên xwe yên medyaya civakî bi Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê re têkilî daynin û got: "Em ê li Silopiyayê bicivin û biçin quntarên Çiyayê Cûdî. Her kes dikare tovên darberûyan bi xwe re bîne. Em ê amûr û alavên pêwîst ji bo çandinê peyda bikin."   MA / Emrûllah Acar