Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe 2025-05-18 09:02:30 STENBOL - Ferhat Yildiz ku dayika wî Hatîce Yildiz ji ber pere ji keça xwe ya girtî re şandibû hate girtin, diyar kir ku pirsgirêkên tendurisityê yên dayika wî her ku diçe xerabtir dibe û banga berdana girtiyên nexweş kir.   Hatîce Yildiz a 76 salî ji ber ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şand, bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di 23’yê Adara 2024’an de cezayê Hatîce Yildizê hate erêkirin û hate girtin. Hatîce Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin, nexweşa demans, tansiyona bilind, raşîtîzm, fitqa piştê, mîde û hwd. e. Hatîce Yildiz ku gelek caran li girtîgehê rewşa wê aloz dibe, Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo wê rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” da.      Kurê Hatîce Yildizê Ferhat Yildiz diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên dayika wî her ku diçe girantir dibin û got: “Li gel nexweşiyên heyî, her wiha pirsgirêka dayika min a çavan heye. Li girtîgehê birine nexwşxaneyê û jê re gotine divê tavilê emeliyat bibe. Lê ji ber ku li girtîgehê ye nikare emeliyat bibe.”    'REWŞA WÊ BER NEBAŞIYÊ VE DIÇE’     Yildiz, destnîşan kir ku rewşa tenduristiyê ya dayika wî her tim nebaş dibe û radikin nexweşxaneyê û got: “Her tim tansiyona wê radibe. Dema rojekê ji derenceyan dihat xwarê, ser hişê xwe çû. Lewma li qata jêr li cem hevalên xwe dimîne. Me beriya niha serî li ATK’ê dabû lê rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne da. Me cara 2’yan serî li ATK’ê da û niha raporê amade dikin. Hêvîdarim di demeke nêz de bê berdan.”    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’    Yildiz, bal kişand ser pêvajoyê bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em di wê baweriyê de ne ku aştiya civakî û lihevkirin dê bi hemû gelên Tirkiyeyê bide qezenckirin. Bi vê pêvajoyê re divê girtiyên nexweş bên berdan. Gelek girtiyên nexweş hene ku nikarin sexbêra xwe bikin. Divê ji ewil ev heval bên berdan. Madem pêvajo dest pê kir, wê demê divê girtiyên nexweş û ên kal bên berdan.”