SEMSÛR - Semsûriyên ku diyar kirin dê beşdarî mitînga "Hêvî û Azadî" ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Amedê bibin, gotin: "Daxwaza ku dê ji Qada Stasyonê bilind bibe, daxwaza hemû gelan e."
Platforma Saziyên Demokratîk, bi daxwaza misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 4’ê Çileyê de li Qada Stasyonê ya Amedê mitînga "Hêvî û Azadî" li dar dixe. Ji bo mitînga ku dê li Amedê were lidarxistin, wekî gelek cihan li Semsûrê jî xebat berdewam dikin.
'JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊZDAR OCALAN EM Ê LI QADÊ BIN'
Semsûriyên ku diyar kirin mitînga "Hêvî û Azadî" dê banga Aştî û Civaka Demokratîk xurttir bike, ev tişt gotin: "Misogerkirina azadiya fîzîkî ya mûzakerekerê sereke yê vê pêvajoyê rêzdar Abdullah Ocalan, ji bo me şertê bingehîn e. Dema rêzdar Ocalan bi fîzîkî azad bibe, ev pêvajo dê hîn bi serkeftîtir û bi hêztir birêve biçe."
JI BER AVAHIYA NAVENDA SEMSÛRÊ DÊ WESAYÎTÊN BEPERE BI RÊ BIKEVIN
Welatiyan destnîşan kirin ku mitîng ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pir girîng e û wiha axivîn: "Daxwazên ku di 4’ê Çileyê de li Amedê bilind bibin, ne tenê daxwaza gelê Kurd, dê bibe daxwaza hemû gelên cîhanê. Divê dewlet guh bide vî dengî. Ji bo vê yekê em li benda hemû gelê xwe ne ku werin Qada Stasyonê."
Herwiha, hat hînkirin ku DEM Partî ya ku amadekariyên xwe ji bo beşdariya mitîngê li bajêr didomîne û dê saet di 09.00’ê sibehê de li ber avahiya bajêr a Semsûrê wesayîtên bêpere amade bike.
MA / Omer Akin
