Li 4 bajaran bi hezaran kes tevli meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ bûn ZINDÎ
Bi pêşengiya DEM Partiyê, bi dirûşma "Gavek ji bo aştiyê” li Enqere, Amed, Stenbol û Wanê bi hemwext meş tên lidarxistin.
- 19:04
Li Wanê konserta ciwanan hate lidarxistin
Di konsera ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve bi dirûşmeya "Dem dema guhartinê ye, ciwan her tim pêşeng in" hat lidarxistin de, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daxwazkirin.
- 18:33
ANKA-DER'ê salvegera xwe bi vekirina 'Komuna Ziman û Ciwanan' pîroz kir
ANKA-DER'ê di salvegera damezrandina komeleya xwe de 'Komuna Ziman a Ciwanan' vekir.
- 17:54
Sempozyuma Zimanê Kurdî: Kurdan di şert û mercên xeter de jî zarokên xwe fêrî Kurdî kir
Mamosteya Kurdî ya ji rojavayê Kurdisranê Gulistan Îsmaîl di 3'yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî axivî û got: "Kurdan mafê xwe yên bingehîn di bin şert û mercên xeter de jî parast û bi veşartî zarokên xwe fêrî Kurdî dikirin. Piştî şoreşê perwerdehiya bi Kurdî hat destpêkirin û mamosteyên Kurdî hatin gihandin."
- 17:45
Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin HATE NÛKIRIN
Li Sêrt û Agirîyê bi munasebeta 15'ê Sibatê Cejna Zimanê Kurdî panel û nîşandana stand-upê hatin lidarxistin.
- 17:29
Li Kadikoyê ji bo statuya zimanê Kurdî bang hate kirin
Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Kadikoyê şahî hat lidarxistin û di şahiyê de daxwaza statuya zimanê Kurdî hate kirin.
- 16:37
Omer Ocalan: Divê gelê me di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxive
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiya Komeleya Zimanê Kurdî Zimangerê de axivî û got: “Divê gelê me di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxive.”
- 16:25
Dayika Aştiyê Saadet Akmanê jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Saadet Akman, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
- 16:06
Di doza Kobanê ya Kerboranê de geşedaneke nû
Di çalakiyên Kobanê de Bîlal Gezer û Sînan Toprak hatibûn qetilkirin. Piştî cînayetê, bi ser mala Kadîr Şengul ê HUDA PAR’î de hate girtin. Der heqê polîs Olcay Akkaya ku beriya serdegirtina malê agahî dabû Şengul de serlêdana sûc hate kirin.
- 16:04
Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
Serokkomar Tayyîp Erdogan di vegera Qazaxistanê de pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Divê nexşerê, bi nêzikatiyeke çêker û çareseriyê esas digire bikeve meriyetê. Divê her kes bi berpirsyartî tevigere û qonaxa heyî gelek girîng e.”
- 15:47
Ji bo girtiyên nexweş banga berdanê hate kirin
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên di vê hefteyê îşaret bi pirsgirêkên tenduristiyê yên Fevzî Arslan, Abdulmenaf Aytaç û Ebubekir Yulu hate kirin û xwestin demildest bên berdan.
- 15:27
Xizmên Windakiriyan li 4 bajaran bang kir: Em ji bo edaletê li vir in
ÎHD û Xizmên Windakiriyan li 4 bajaran aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.
- 15:04
Li Wanê Sempozyuma Zimanê Kurdî: Hewcehî bi stratejiyeke radîkal heye
Rewşenbîrên di Sempozyuma Zimanê Kurdî ya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê de axivîn, diyar kirin ku ji bo Kurdî hewcehî bi stratejiyeke ziman a radîkal heye û îşaret bi bikaranîna medyaya dijîtal kirin.
- 14:07
Li Îskenderûnê ‘Nobeta Aştiyê’ hate destpêkirin
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê, ji bo piştevaniya bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li avahiya komeleyê Nobeta Aştiyê da destpêkirin.
- 13:50
Dayikên Şemiyê aqûbeta Kasim û Halîl Alpsoy pirsîn
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Kasim û Halîl Alpsoy pirsîn û gotin: “Lêpirsîneke berfireh, serbixwe û bêalî ku berpirsyarên sûc derdixîne holê û ceza dike bidin meşandin.”
- 13:44
Daxwaza sereke ya di çalakiyên 15’ê Gulanê de: Ji Kurdî re statu
Welatiyên tev li çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bûn, daxwaz kirin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ji bo pêşketina pêvajoyê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.
- 13:43
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê 6 kes hatin kuştin
Êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê berdewam in. Di êrişa li dijî bajarê Nebatiyeyê de 6 kes hatin kuştin û 22 kes birîndar bûn.
- 12:57
Li Hindistanê 111 kesan ji ber barîn û bahozan jiyana xwe ji dest dan
Li gelek herêmên Eyaleta Uttar Pradeşê ya Hindistanê ji ber barînên zêde û bahozan 111 kesan jiyana xwe ji dest dan.
- 12:43
Rejîma Îranê mamosteya Kurd Forûzan Îslamî revand
Hêzên rejîma Îranê li Urmiyeyê mamosteya Kurd Forûzan Îslamî binçav kir û aqûbeta wê nayê zanîn.
- 11:18
Li Geverê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Geverê mînîbûsekê qeza kir. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
- 10:42
Ekolojîst Nava: Li dijî hilweşîna ekosîstemê divê em bi hev re têbikoşin
Ekolojîst Lorenzo Nava, diyar kir ku li dijî hilweşîna ekosîstemê divê bi hev re têbikoşin û got: “Hewceye em tirsê veguherînin hêviyê û hêviyê jî veguherînin çalakiyan.”
- 10:37
Koçerên Botanê xwe ji bo zozanan amade dikin
Koçerên Dîdêriyê ku ji bo koça ji quntarê Çiyayê Gabarê ber bi Zozanên Feraşînê ve amadekariyan dikin, gotin koçeriyê bi rêya piştevaniyê didomînin.
- 10:20
- 09:52
Şahidê çalakiya ‘Çaran’: Divê ev têkoşîn bi aştiyê tacîdar bibe
Ahmet Candan ku dema li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dihat ragirtin bûbû şahidê çalakiya Çaran, got: “Ev têkoşîna ji bo pêkvejiyana gelan hatiye dayin, hewceye bi aştiyeke birûmet tacîdar bibe.”
- 09:49