AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart

  • rojane
  • 13:47 28 Kanûn 2025
  • |
img

EDENE - AKKAY-DER’ê di kongreya xwe ya ewil de rêveberiya xwe ya nû hilbijart. 

 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin a Akdenîz Edeneyê (AKKAY-DER), 1'emîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li komeleyê hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Hevserokê AKKAY-DER’ê Abîdîn Eye di kongreyê de axivî û got ku divê her kes piştgiriyê bide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin. Eye, diyar kir ku divê her kes ji bo pêvajoyê bixebite û bi xwerêxistinkirinê bersivê bidin pêvajoyê. 
 
Piştî axaftinan, hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Abîdîn Eye û Rahîme Agaç weke hevserokên nû yên AKKAY-DER’ê hatin hilbijartin.