DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
- rojane
- 12:02
DYA'yê daxuyand ku di operasyona hevkar a hêzên wan û Urdunê de li seranserî Sûriyeyê zêdeyî 70 nuqteyên DAIŞ’ê hatine îmhakirin. HSD'ê jî diyar kir ku ev operasyoneke girîng bûye.
DYA'yê daxuyand ku di operasyona hevkar a hêzên wan û Urdunê de li seranserî Sûriyeyê zêdeyî 70 nuqteyên DAIŞ’ê hatine îmhakirin. HSD'ê jî diyar kir ku ev operasyoneke girîng bûye.
Hat hînbûn ku mamosteyê bi navê Serdal Os ê ku tevî delîlên ku wî li Cîzrê gelek xwendekar tacîz kirine duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Cîzrê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan, piştî dîtina delîlên nû dîsa hat binçavkirin.
Rojnameya Xwebûnê 6 salên xwe temam kir. Edîtora rojnameyê Xecê Şen diyar kir ku ew ê di her şert û mercî de rojnameya bi zimanê Kurdî bigihînin gel.
Welatiyên ku beşdarî Civîna Civaka Demokratîk bûn, ji bo beşdarbûna mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ya ku dê di 4'ê Çile de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin.
MKG û DFG ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bernameya bîranînê li dar xist. Hevalên Cîhan û Nazim diyar kirin ku her du jî weke pêşengan çûn cihê ku neheqiyek lê heyî û gotin: “Ji roja ew şehîd bûn heta îro bi sedan şagirt li ser şopa wan in.”
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku sala borî li Bendava Tişrînê di êrişa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera yekemîn a mirina xwe de li Kobanê hatin bibîranîn.
Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk îro li Dêrsimê hatibû binçavkirin, hat girtin.
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ku zêdetirî 2 mehan e di beşa lênihêrîna awarte de ye, bi antîbiyotîkên nû didome.
Çetîn Arkaş ku li navçeya Sûr a Amedê di civîna gel de axivî, anî ziman ku ew ne xweşbîn ne jî reşbîn e, lê "rasteqîn" e û got: "Serok di aştiyê de bi biryar e. Heta dawiyê jê bawer bikin."
Girtiyê nexweş Cemîl Îvrendî yê ku bêhiqûqiya îdareya girtîgehê ya li hemberî wî bi raya giştî re parve kiribû, îdareyê cezayê hucre û qedexeya ragihandinê daye.
Dayika Taybet Înan û 29 kesên din ên di dema qedexeya derketina kolanan a li Silopiyayê de hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku qetlîama hatiye kirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Şîna ku ji bo Ahmet Furkan Kaya ê HPG’î hatibû danîn bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo rojnamevan Nazim Daştan ê ku tevî Cîhan Bîlgê di êrişa Tirkiyeyê de hatibûn qetilkirin mewlîd hat dayîn.
DFG û MKG’ê rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin bi bîr anî û got: “Em ê ne dev ji pirsîna hesabê qetilkirina hevalên xwe ne jî dev ji rojnamegeriya bo heqîqetê berdin.”