Walîtiyê nehişt gel biçe serdana şînê, polîsan êriş kir
- rojane
- 16:45 03
Li ser fermana Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, destûr nehat dayin girse biçe serdana şîna gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katarê. Polîsan jî girse dorpêç kir û êriş kir.
Li ser fermana Waliyê Şirnexê Bîrol Ekîcî, destûr nehat dayin girse biçe serdana şîna gerîlaya YJA Starê Bêrîvan Katarê. Polîsan jî girse dorpêç kir û êriş kir.
Tehliyeya Faruk Can cara 4’emîn hate astengkirin. Hevjîna wî Zarîfe Can ji bo hevdîtinê çû girtîgehê lê gardiyanan bi hinceta ku şêweyê girêdana dersoka wê neecibandin, hevdîtin asteng kir û 3 meh cezayê qedexeya hevdîtinê da.
Di lêpirsîna der heqê rojnameger Dilgeş Ruvanas de ku ji ber rexneya têkildarî qirkirina daristanan li Şirnexê hatibû vekirin, biryara neşopandinê hat dayin.
Der heqê çawişê pispor ê li Colemêrgê milê zarokê 10 salî E.T. şikandibû de ji ber sûcê “birîndarkirina biqesdî” îdianame hate amadekirin.
DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Cotmehê aşkera kir. DFG’ê, cih da gelek ceza, sansur û rojnamegerên girtî û got: “İsrara me ya di rojnamegeriya aştiyê de dê bidome.”
Di danişîna doza rojnameger Ahmet Kanbal de ku ji ber gotinên xwe yên “mudaxileya dewletê ya li erdhejê têr nake” dihat darizandin, hat taloqkirin.
Cezayê hefsê yê Wekîla HDP’ê ya berê Huda Kaya teqez bû û hate girtin.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, di çarçoveya doza “Lihevkirina Bajar” de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Di danişîna dozê de parêzeran ji bo parastinê dem xwest û danişîn hat taloqkirin.
Karsaz Osman Kavala ku 8 sal in di girtîgehê de, bi daxuyaniyekê nivîskî xwst ku Tirkiye rêzê ji bo mafên mirovan û rêgezên hiqûqa bingehîn bigire.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi hinceta ku pêkirina şimikê ya bi darê zorê qebûl nekirine, ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Mehmet Edîp Taşar ku ji ber nexweşiya xwe rakirin nexweşxaneyê, jê re gotin “baş bûye” û şandin girtîgehê. Taşar ku 18 caran anjiyo bûye û 8 stend pêve hatine kirin, li girtîgehê rweşa wî giran bû û rakirin revîrê.
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar a Amedê ya TMMOB’ê Mahsun Çiya Korkmaz, diyar kir ku ji sedî 90’ê avahiyên li navçeya Rezanê xetere ne. Cîgirê Hevşaredarên Rezanê Reşat Yuce jî got ku ji bo parastina avadaniya civakî-çandî, divê vesazkirina bajar a cihî ji bo navçeyê guncavtir e.
Cevat Yerdegul ku 32 salan di girtîgehê de mabû, diyar kir ku pirsgirêk bi muxatabên wê re çareser dibe û muxatabê pirsgirêka Kurd jî Abdullah Ocalan e. Yerdegul, got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve, hewcehî bi avêtina gavên şênber heye.”
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, diyar kir ku nîqaşa li ser çekberdana HSD’ê zextekî derve ye û got: “Ji ber vê zextê jî hevdîtin disekinin û dema ev mijar ji holê radibe jî hevdîtin zêde dibin.”