ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 29 Kanûn 2025
  • |
img

* Hevserokê MED-TUHAD FED’ê Kerem Canpolat diyar kir ku Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê bandorekî erênî li girtîgehan nekiriye û got: "Di vê pêvajoyê de pêwîst bû ruhê pêvajoyê li girtîgehan bandor bikira, lêbelê rewş ne li gorî ruhê pêvajoyê ye."

* Nivîskar Mehmet Karakuş diyar kir ku "entegrasyona" ku bi pêşniyara Abdullah Ocalan ketiye rojeva siyaset û civakê, dikare bibe xwedî naverokeke negatîf an jî pozîtîf û got: "Entegrasyona pozîtîf ji bo pergala rêveberiya xweser, federasyon û konfederal guncav e."
 
* Komeleya Jinan a Rosayê ku li dijî polîtîkayên dewletê yên tenêhiştin, tundî û qetlîamên jinan hatibû avakirin, kete sala xwe ya 8’an. Rêvebera komeleyê Esra Çîçek Mercanê got: "Tenê armancakî Rosayê heye, ew jî xwe gihandina jina ye."
 
* Welatiyên jin ên Amedê ku ji ajansa me re axivîn, bal kişandin ser bêcezatiya di sûcên li dijî jinan de û gotin: “Heta faîl bêceza bimînin tu jin ne di ewlehiyê de ne.”
 
* Parêzerê kesên bi dijberiya rejîmê dihatin sûcdarkirin û parêzvanê mafên mirovan Xusro Elî Kurdî bi aweyekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Veşartina qeydên kamerayan û rapora tiba edlî ya der barê mirina wî de ku wekî "qeyrana dil" hatibû ragihandin, gumana cînayetê zêdetir dike.
 
* Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin. 
 
* Xebatên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîlên ên Amedê yên têkildarî mitînga "Hêvî û azadiyê" dê bidomin. (11.00) 
 
* Rêxistinên hiqûqê yên Mêrsînê dê têkildarî biyarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê yên Girtîgehan daxuyaniyê bidin. (12.30)
 
* Li Edene û Mêrsinê dê ji girtiyan re qertên sala nû bên şandin. (14.00-16.00)