Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye

img
MÊRSÎN - Amadekariyên 1’ê Gulanê yên li bajarên Çukurovayê temam bûn. HDK û DEM Partiyiyan banga “Li dijî krîz, faşîzm û kedxwariyê em dakevin qadan” kirin. 
 
Amadekariyên ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ên li Herêma Çukurovayê temam bûn. Li Antalyayê 1’ê Gulanê dê li Qada Cumhuriyetê, li Mêrsînê dê li kêleka Stadyuma Tevfîk Sirri Gur a berê, li Edeneyê dê li Qada Stasyonê, li Hatayê dê li hemberî Dibistsana Navîn a Sevsen Nevzet Şahîn û li Osmaniyeyê jî li Pazara Semtê were pîrozkirin. 
 
BAL KIŞAND SER ‘TÊKOŞÎNA HEVPAR’
 
Endamê Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Hayatî Aktop, got: “Em, 1’ê Gulanê di demeke zexta faşîzmê û kedxwarî zêde bûyî de pêşwazî dikin. Li dijî zextên ser bindestan em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Ji bo bibin dengê ked, azad û wekheviyan gelan, ji bo mezinkirina têkoşîna hevpar em radibin ser pêyan. Em li dijî pergala faşîzmê û kedxwariyê radibin ser pêyan. 1’ê Gulanê roja mezinkirina berxwedanê û xwedîderketina li pêşeroja hevpar e. Banga me li her kesî ew e ku dakevin qadên 1’ê Gulanê û mil b idin têkoşîna azad û kedê ya gelan.” 
 
'JI BO PÊŞEROJEKE AZAD DAKEVIN QADAN’ 
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Antalyayê Evîn Akdag jî diyar kir ku 1’ê Gulanê ne tenê pîrozbahî, di heman demê de roja têkoşîn û berxwedanê ye. Evîn Akdag, got: “Krîza aborî, enflasyon, bêkarî û xizanî her ku diçe kedkaran bêhtir dieciqîne. Kêmtirîn mûçe di sînorê birçîtiyê de ye û xebata bêtemînat zêde dibe. Em di demeke ku zextên siyasî zêde bûyîn, mafên sendîkayî hatine bisînorkirin, grev hatine qedexekirin û polîtîkayên bêzarkirina rêxistinên kedê zêde bûyîn de dijîn. Li seranserî cîhanê tevgerên karkeran mezin dibin lê li Tirkiyeyê kêm dibin. Ji her demê bêhtir niha pêdiviya me pê heye ku dengê xwe bilind bikin. Divê li dijî bêtemînatiyê, xizanî û bêedaletiyê em xeta têkoşîna hevpar ava bikin û ji bo Tirkiyeya demokratîk û azad li qadan bin.” 
 
'BI KELECANA BANGÊ EM DAKEVIN QADAN’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî got ku ji bo civakeke demokratîk û welatekî azad têkoşîna hevpar girîng e û ev tişt anî ziman: “Werin em bi hev re ji bo civaka demokratîk û welatekî azad dengê xwe bilind bikin. Em azadiyê biqîrin. Banga birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû kedkar û bindestan e. Em bi hev re guh bidin vê bangê. Bi kelecana vê bangê em li qadên 1’ê Gulanê azadiyê biqîrin.”