Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin

img

WAN - Li Wanê karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ji kar hatin derxistin, biryara çalakiyê girtin. Ji karkeran Onder Sogûkbûlak got: "Serokê AKP'ê yê Bajêr Abdûlahat Arvas van fermanan dide." 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya qeyûm de, 223 karker ji kar derxistin. Piraniya karkerên ku ji hêla qeyûm ve hatine avêtin, ew karkerên ku di dema qeyûmê berê de ji kar hatine avêtin û piştî hilbijartinên herêmî yên dawî ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hatine girtin bûn. Karkerên ku di nav Sendîkaya Genel-Îş a Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DİSK) de kom bûn, biryar dan ku li dijî biryara qeyûm tevbigerin.
 
‘TELEFONÊ LI SER ÇAVÊ ME GIRTIN'
 
Nejdettîn Bulut, yek ji karkerên ji kar hatiye avêtin, bûyeran wekî "bêhiqûqîtiyê" bi nav kir. Bulut got: "Di sala 2018'an de dema ku ez li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitîm, ez bi Biryarnameyeke Qanûnî ji kar hatim avêtin. Tevî hemû dozên ku me qezenc kirin jî, qeyûm red kir ku me ji nû ve bigire kar. Piştî ku rêveberiya DEM Partiyê hat, em ji nû ve hatin girtin."
 
Bulut destnîşan kir ku piştî ku ji şaredariyê telefon wergirtine, karê wan hatiye bidawîkirin û got: "Dema ku me ji kesê ku gazî me kir sedemê pirsî, wî telefonê li ser çavê me girt. Em meraq dikin: Di demekê de ku pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin, armanca qeyûm çi ye? Divê ev bêhiqûqîtî tavilê were rawestandin."
 
Serdar Bagcı ku ji karê xwe hat avêtin, diyar kir ku wî di sala 2015'an de li şaredariyê dest bi kar kiriye, di sala 2018'an de ji aliyê qeyûm ve hatiye avêtin û di sala 2019'an de piştî dozê dîsa vegeriyaye ser kar. Bagci got: "Bi vegera qeyûm re, ez sirgûnî navçeyan hatim kirin. Di salekê de ez ji bo 15 karên cuda hatim şandin. Di sala 2021'ê de ji aliyê qeyûm ve ez ji kar hatim avêtin. Ji ber tengasiyên darayî, malbata min belawela bû û em neçar man ku em dest ji hev berdin. Ji ber bandora qeyûm li ser min, min her tişt winda kir. Bi hincetên çêkirî bi debara mirovan dilîzin. Li gorî lêpirsînên ewlehiyê hevalên me ji kar derdixin. Divê ev kiryara neqanûnî tavilê were rawestandin."
 
Îzzet Altay diyar kir ku ew cara duyemîn bûye qurbanê qeyûm. Altay got: "Ez şeş mehan li şaredariyê xebitîm û wan gazî min kirin û ji min re gotin ku ez ji kar hatime avêtin. Ez debara malê dikim. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Ez dibêjim ku divê ev xeletî tavilê were sererastkirin."
 
Suat Ozbekê ku di dema qeyûmê berê de ji kar hatibû derxistin û bi biryara dadgehê vegeriyabû ser karê xwe got: "Em mafdar in û em ê her tim doza heqê xwe bikin. Em dikarind erkevin nava mirovan, lê rûyê wan tune ku ew derkevin."
 
'ABDULAHAT ARVAS FERMANÊ DIDE'
 
Onder Sogukbulak bal kişand ser ku cara sêyemîn e qeyûm ji bo şaredariya Wanê hatiye tayînkirin û got: "Sekreterê giştî yê ku anîn vir got, 'Hûn ê di meha Tîrmehê de me bibînin.' Ev daxuyanî di rastiyê de gef bû. Werin em vê yekê tekez bikin. Abdulahat Arvas, serokê AKP'ê yê bajêr ê niha û namzedê AKP'ê, van fermanan dide. Her tişta ku hatiye kirin lîstikek e ku ew dilîzin. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin."