Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’

  • cîhan
  • 11:46 30 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E’yê ragihand ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di 3’yê Gulanê de bi dirûşma “Diyalogên bi Jiyana Azad re” li gelek navendên EWropayê çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. 
 
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de dê di 3’yê Gulanê de bi dirûşma “Diyalogên bi Jiyana Azad re” li gelek navendên Ewropayê çalakî û xwepêşandanan li dar bixe. Li gorî nûçeya ANF’ê; TJK-E’yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de got: “Ji bo azadiya Rêber Apo roj roja seferberiyê ye.” 
 
TJK-E’yê bi domdarî diyar kir ku erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî de ye û wiha domand: “Banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de aşkera kir, di serî de gelê Kurd ji qada navneteweyî piştgiriyeke mezin wergirt û hêviyên aştiyê jinûve geş kir.
 
Têkoşîna 52 salan a Rêber Apo nîşan da ku hebûna gelê Kurd bi polîtîkayên înkar û qirkirinê nikare bê tunekirin û divê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd pêk were. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Paradîgmaya jiyana azad û demokratîk a Rêber Apo di serî de ji gelên Kurdistanê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî. ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo avakirina jiyaneke hevpar, wekhev û azadîparêziya jinê yekane rê ye. Ji ber vê yekê fikrên jiyana azad û felsefeya Rêber Apo her roj hîn bi baldarî têne pêşwazîkirin.
 
ROJ ROJA SEFERBERIYÊ YE
 
Gel û jinên Kurd bi têkoşîna xwe konsepta înkar û tunekirinê ya 100 salî têk birin. Bi paradîgmaya civaka ekolojîk, azadîparêziya jinê û demokratîk jinan û gelê me têkoşîn derbasî qonaxeke nû kirin û nîşanî tevahiya cîhanê dan ku tu tişt wê êdî mîna berê nebe. Ji bo me jin û gelê Kurd, ji bo ciwanan û her kesên alîgirê nirxên mirovahiyê mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzmê û pêkanîna serketinê yekane rê ye. Rêya herî bi wate û encamgir a vê yekê jî kombûna li dora Rêber Apo ye. Roj roja seferberbûyîna ji bo azadiya Rêber Apo ye, roja qîrîna dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' û pêkanîna serkeftinê ye. Ji ber vê yekê em jin pêşengiyê ji banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo re dikin û têkoşîna 'Bi jin a azad, civaka azad' hîn mezin dikin.
 
Lewma em careke din diyar dikin ku em ê pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' mezin bikin ku 10'ê Cotmehê hate destpêkirin. Têkoşîna jinên ku di 8'ê Adarê de qad dagirtin, agirê azadiyê yê ku li Newrozê ji aliyê Kurdan ve hate geşkirin nîşaneya xwedîderketina bi heybet a gel û jinan ji bo pêngava Rêbertî bû.
 
‘DIYALOGÊN BI JIYANA AZAD RE’
 
Li ser vê bingehê, li ser bingeha pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' weke TJK-E’yê di 3'yê Gulanê de bi navê 'Diyalogên bi jiyana azad re' em ê li gelek navendên Ewropayê çalakiyên cuda lidar bixin. Em bang li jinan, gelê xwe, ciwanan û dostan dikin ku tev li van çalakiyan bibin.”