NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanê NY´ê yê ku ji Siwêdayê ber bi Şamê ve diçû, li Derayê rastî êrişeke çekdarî hat, di encamê de kesek birîndar bû.
Karwana Neteweyên Yekbûyî (NY) ku karmend û sivîlan ji Siwêdayê vediguhastin Şamê, dema di Derayê re derbas dibû, rastî êrişeke çekdarî hat û keseke ji karwanê birîndar bû.
Karwan duh ji navenda NY´ê ya li taxa Qisor a Siwêdayê bi rê ketibû. Karwan ji erebeyên NY´ê û Heyva Sor a Sûriyeyê pêk dihat. Dema karwan gihaşt sînorê îdarî yê Derayê, ji nişka ve erebeyên NY´ê ji rêza karwanê vekişîn û di rêya erebeyên sivîl re çûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çapemeniya fermî ya girêdayî hikumeta veguhêz û kesayetên olî hewl da vê yekê wek "koçberkirina xiristiyanan" ji Siwêdayê nîşan bidin, rexmî ku piranî kesên di karwan de karmendên navneteweyî bûn.
Dema karwan derbasî xaka Derayê dibe, komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz û yên tev li Ewlekariya Giştî bûne û erebeyên îşaretên DAIŞ´ê li ser hene, belav dibin û kesên di karwan de ditirsînin. Li herêma Îzre ya Derayê hin erebe hatin sekinandin, çekdar ketin erebeyan, nasnameyên hinan kontrol kirin û gef li wan xwarin.
Li derdora çerxerêya Derayê, erebe hatin gulebarankirin, di encamê de keseke ji stûyê xwe birîndar bû. Ji ber vê êrişê karwan ji hev belav bû û gelek rêwî neçar man ku bi wesayîtên alternatîf rêya xwe ya ber bi Lubnanê ve dewam bikin.