TJA: Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pîroz bikin

  • jin
  • 12:46 3 Nîsan 2022
  • |
img
AMED - TJA'yê têkildarî 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û diyar kir ku 4'ê Nîsana ji bo wan tê wateya vejînê û ev bang kir: “Em ê 4’ê Nîsanê bi coşa Newrozê pêşwazî bikin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi sernavê “Ro ya ku li Amarayê hil tê hêj jî cîhan û jinan ronî dike” daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê da zanîn ku Ocalan ev 23 sal in di tecrîdeke giran de ye û wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Em rojbûna 73’yemîn a Ocalan li hemû gelan û jinan pîroz dikin. Em, 4’ê Nîsanê ku bo me tê wateya ‘vejînê’ bi coşa Newrozê pîroz dikin.” 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
“Di serdemeke ku gelê kurd dihat qirkirin û bi polîtîkayên qirkirina çandî û siyasî rû bi rû de birêz Ocalan li dijî şêlandin û dagirkeriyê têkoşîna hebûna da destpêkirin. Mezintirîn pirsgirêk, weke pirsgirêka jinan pênase kir û got ku heke pirsgirêka jinan çareser nebe, pirsgirêkên civakê jî çareser nabin. Bi vê rastiyê, têkoşîna azadiya jinan di jiyana xwe de kir têkoşîna herî dijwar.
 
Birêz Ocalan bindestiya jinan û kêmdîtina wê ya di nava civakê de red kir û bi vê redkirinê re jî kir ku rêxistiniyeke xweser ava bibe. Di her dahûrandina xwe de pirsgirêka azadiya jinan wekî pirsgirêka bingehîn destnîşan kir. Vê yekê jî rê li ber têkoşîna jinên kurd vekir. Rêberê Gelê Kurd, di nîşandana heqîqeta jinan a bi jiyanê re de jî kedeke mezin da û hewldanên wî yên girîng hebûn. 
 
ÊDÎ HEMÛ CÎHAN JINÊN KURD DIŞOPÎNE
 
Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a birêz Ocalan bi Şoreşa Rojava re jiyanî bû û bû hêviya hemû gelên berxwedêr. Têgeh, teorî û bîrdoziyên di têkoşîna her çar perçeyên Kurdistanê de hatine bikaranîn, êdî gihiştine asteke wisa ku hemû cîhan ji nêz ve dişopîne. Her wiha jin xwedî li zanista Jineolojiyê derdikevin û pêşve dibin. Di dahûrandina têkiliyên di nava jin û mêran de bi têgeha hevserokatiyê di siyasetê de cih girt û li hemû qadên jiyanê tê pêkanîn. 
 
QEYRAN Û XIZANÎ PARÇEYEKE TECRÎDÊ YE
 
Niha bi milyonan jin azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dixwazin ku 23 sal in di bin tecrîdeke li dinyayê nehatiye dîtin de tê ragirtin. Ev tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd, di serî de jin li ser tevahiya civakê tê ferzkirin. Qirkirina jinan, destdirêjî, tacîz û tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Jinên pêşeng ên li dijî vê têdikoşin jî bi gefa binçavkirin û girtinê rû bi rû dimînin. Dîsa di serî de girtiyên nexweş û yên siyasî, mafên wan tên binpêkirin û îşkence lê tê kirin. Qeyrana aborî, bêkarî, kedxwarî û xizanî her roj zêdetir dibe ku ev jî parçeyeke encama tecrîda li Îmraliyê ye. 
 
DÊ BIBE WESÎLEYA JIYANA AZAD
 
Ji hêla dîrokî, felsefî û siyasî ve azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya jinan pêwendiyeke wan bi hev ve heye. Li dijî hewldana nixûmandina vê rastiyê, hewceye divê hemû kesên azadîxwaz mil bidin milê hev. Em di serî de bejna xwe li hemberî wan kesên di 4’ê Nîsanê de dema ber bi Amarayê ve diherikîn hatibûn qetilkirin ditewînin û dibêjin ku 4’ê Nîsanê dê bibe wesîleya jiyaneke azad. 4'ê Nîsanê ku bo me tê wateya ‘vejînê’, li xwezayê, li gelên berxwedêr, li kedkar û hemû jinên ku rastiya jiyanê derdixînin holê pîroz be.” 
 

Sernavên din

07/04/2022
09:04 Li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin
09:04 Tevgera Ekolojiyê dê kampanyaya 'şitildanînê' bike kampanyeyek berdewamî
09:04 Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan
09:04 'Polîtîkaya bêcezahiştinê bi polîs û leşkeran kurdan dide kuştin'
09:04 Çîftçî: Li Hewlêrê çavgirtî û dest kelemçekirî îfadeya min girtin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'YAN
06/04/2022
21:56 Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin
19:05 Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Îmraliyê serî li CPT'yê dan
16:46 Ji pêş Edliyeya Îzmîrê bang kirin: Bila daxwaz bên qebûlkirin
16:45 Beştaş cilên Leyla Guven ku girtîgehê qedexe kiribû li xwe kir
16:05 ‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’
15:47 Rojnamegerê DYA’yî: Darbekarên 12’ê Îlonê û yên êrişî kurdan kirin ji hêla IMET’ê ve hatin perwerdekirin
15:46 Doza SES’ê: Xebatên me yên sendîkayê hatine îlegelîzekirin
15:46 Rojnameger Alataş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:19 Malbatên girtiyan: Pirsgirêkan çareser bikin wê sibê pir dereng be
15:09 Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye
14:53 Li Êlihê operasyona leşkerî
12:53 Li Wanê 13 kes hatin binçavkirin
12:35 Malbata Şenyaşar: Werin em li ber deriyê edliyeyê bi hev re fitareyê bikin
12:26 AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e
12:23 Bergiriya qeyûm a qenalîzasyonê: Kevir, lastîk, qove
12:17 MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da
12:03 Li ser xeta sînorê Başûr sewqiyeta leşkerî
11:23 Doza SES’ê dest pê dike: Em li pişt mafdariya xwe ne
10:08 Jinek li Edeneyê hate qetilkirin
09:42 Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hişyariya provokasyonê hat kirin
09:16 Chomsky piştgirî da kampanyaya azadiya Ocalan
09:15 Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin
09:14 Muslim: Ji bilî berxwedanê çi rê li ber me nînin
09:13 Karataş ê ÎHD'î: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye
09:13 Şaredariyê bi gundiyan borî da stendin lê av neda
09:06 Polîsan li pêşiya Mescîda Hz. Omer kon vedan: Bi kamerayê cemaetê aciz dikin
09:05 Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna
09:05 Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'YAN
05/04/2022
23:36 Ji bo malbatên girtiyan şahiyeke piştevaniyê hate lidarxistin
21:45 Malbata girtiyê ku xwîn çûye ser mejiyê wî: Bûyereke bi guman e
18:53 Kişanak: Ê dibêje ez pak im ê xwe ji dosyeyê xelas bike
17:14 Têkildarî 38 siyasetmedarên kurd mutalaa nehat amadekirin
17:01 Nahêlin kes bikeve gundê îşkence lê hatibû kirin
16:53 Ji bo parlamenterên HDP’ê yên berê û yên niha daxwaza girtinê kirin
16:42 Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kirin
16:28 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir
16:14 Ji bo Aysel Tugluk bang li baroyan kirin: Êdî bikevin nava tevgerê
16:11 Serokê Dadgehê dayika Hêlîn Şen derxist ber derî
16:08 Sancar: Em ê vê pergala desthilatdariyê teqez biguherînin
15:20 Parêzeran ji bo 5’ê Nîsanê daxuyanî dan: Pîşeya me di bin gefan de ye
14:59 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Edalet dê rojekî bo her kesî lazim bike
14:52 Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin
14:46 Xwendekarên MED-DER’ê piştgirî dan kampanyaya danîna şitlan
14:33 Li pêşiya Walîtiya Îzmîrê neraziya li dijî bêkariyê
14:25 Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man
14:17 Li Antalyayê amadekariyên 1’ê Gulanê dest pê kirin
14:16 Maşîneya zirxî li Amedê li wesayîtekê xist: 3 kes birîndar bûn
14:09 Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin
13:59 Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê
13:52 7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin
13:45 Malbata Şenyaşar: Zilma darazê berdewam e
13:29 Ji parvekirina Abdullah Ocalan beraet kir
12:53 Doza Kobanê: Hûn di şexsê me de gelê me didarizînin
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:26 7 salên piştî 5’ê Nîsanê: Şer, krîzên piralî û têkçûn
12:18 Şaredariya Wêranşarê ku 80 TL'yî simît kirî ji bo polisan wesayît kirê kir
11:54 Li Bodrumê 30 kes hatin binçavkirin
10:35 Doza SES’ê xwe dispêre beyanên ‘şahidên’ Doza Kobanê
10:30 Jin Jinnewsê çeteleya tundiyê: Di adarê de 26 jin hatin kuştin
10:20 Ji girtîgehê derket, du jin qetil kirin, zarokek birîndar kir
10:07 Gelek navdarên cîhanê ji bo Ocalan banga azadiyê kirin
09:04 'Heya tecrîd hebe dê rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê xerabtir be'
09:03 'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne'
09:03 Pirsa 'Hûn ji bo weazan xoce dixwazin an na?' ji girtiyan kirine
09:03 Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin
09:03 Kesî xwe neda ber îhaleya qeyûm
09:03 Kamaç: Berjewendiyên partiyê zirarê didin destkeftiyên kurdan
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'YAN
04/04/2022
17:24 ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da
17:06 Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir
16:58 Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn
16:57 Li Ewropa û Rûsyayê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
16:42 DÎSK’ê bo 1’ê Gulanê bang kir: Têkoşîna me dê pergalê biguherîne
16:28 Li gelek navendan pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Divê Ocalan azad bibe
16:09 Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin
16:03 Ciwanên kurd li pêşiya CPT’yê bûn: Azadî ji Ocalan re
15:42 Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin!
15:35 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
15:20 Jinên ku xwe gihandin Xelfetiyê: Azadiya Ocalan azadiya me ye
15:18 HDP’ê şerh danî ber teklîfa qanûnê
14:43 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Serokê dadgehê delîl tune kirin
14:28 Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin
14:24 Dadgehê cezayê li rojnameger Dogan hatibû birîn betal kir
14:24 Doza Kobanê: Şahid îfadeya xwe ya li emniyetê red kir
14:23 Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin
13:53 Li Xelfetiyê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: Kurdan li Kurdistanê dîsa aj da
13:40 Rojbûna Ocalan li mala ku lê ji dayik bû hate pîrozkirin
13:39 'Em ê her xelatê bidin nûçeyên xwe’
13:32 16 binçavkiriyên li Îzmîrê hatin berdan
13:14 Îşkence lê kirin, hêstira wî kuştin û rapora derbkirinê jî nedanê
12:58 Li Colemêrgê zexta ‘operasyona derveyî sînor’ li cerdevanan tê kirin
12:35 MXDŞ: Civaka êzdî bi saya fikrên Ocalan rê li ber fermanan girt
12:20 Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin