'Tenê partiya gel dikare pirsgirêkên gel çareser bike'

img
MELETÎ - Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ku bi mehan e li qadan ji bo Partiya Çepên Kesk li gund, navçe û navenda Meletiyê dixebitin bi lêv kirin ku divê li Meletiyê guherîneke mezin çêbibe û bang li gel kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomîne. Bi hezaran dilxwazên ji bo Partiya Çepên Kesk li qadan dixebitin. Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên Mereşê girtibûn, piştî ku Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) maseya krîzê ava kirin, gelek dilxwaz herikîn Meletiyê û tev li xebatên alîkariyê bûn. Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ku bi mehan ji bo mexdûrên erdhejê li qadan xebitîn, niha jî ji bo Partiya Çepên Kesk li gund, navçe û navenda Meletiyê xebatên hilbijartinê dimeşînin. 
 
Dilxwazên Partiya Çepên Kesk ên li Meletiyê bi lêv kirin ku Partiya Çepên Kesk siberoja azadî û demokrasiyê ye û ji ber vê jî ew tev li xebatên hilbijartinê bûne û bang li gelê Meletiyê kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. 
 
'BILA XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVIN'
 
Şakir Şîmşek ku mehek e bênavber li gund, tax, navçe û navenda bajarê Meletiyê beşdarî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bûye, diyar kir ku ji bo hilbijartinê dest ji karê xwe berdaye û tev li xebatên hilbijartinê bûye. Şîmşek anî ziman ku her diçe ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin û wiha got: “Di van hilbijartinan de pêwîst e li Meletiyê parlamenterekê/î Partiya Çepên Kesk biçe meclisê, ji ber vê jî ez beşdarî xebatên hilbijartinê bûm. Pêwîst e gelê me her tiştî bibîne. Ji ber ku Partiya Çepên Kesk ji roja ewil a erdhejê heta niha li qadan e û alîkariya gel dike. Ji bo vê jî partiya ku hemû pirsgirêkên Meletiyê çareser bike Partiya Çepên Kesk e. Partiyên pergalê Meletî qedandin. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li Partiya Çepên Kesk derkevin, rûmet û şerefa xwe biparêzin û dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk."
 
'PARTIYA ÇEPÊN KESK HÊVÎ YE'
 
Însaf Aktaş jî da zanîn ku ji ber ku mala wan di erdheja 6'ê Sibatê de xisareke mezin dîtiye ji Meletiyê koçî Îzmîrê kirine, lê ji bo tev li xebatên hilbijartinê bibe vegeriyayê Meletiyê û ev tişt gotin: "Di erdhejê de gel mexdûr bû. Di erdhejê de gelek kes alîkarî negirtin, hikûmetê alîkarî da alîgirên xwe. Ev hemû meseleyeke însanî ye. Li cihên ku em lê digerin, em dibînin ku di nav gel de li dijî desthilatê bêzarbûneke mezin heye. Mirov dibêjin êdî bes e, guherînê dixwazin. Ji ber vê yekê jî em pir bi hêvî û bi kelecan in. Hemû partiyên sîstemê li berjewendiyên xwe difikirin, lewma yekane rêya çareseriyê Partiya Çepên Kesk e. Banga min ji raya giştî re ev e: Kesên nû biceribînin, Partiya Çepên Kesk hêvî ye.”
 
'ROJ DÊ LI MELETIYÊ JÎ BIHILE'
 
Hatûn Aydin ku li Meletî dikandariyê dike, bi lêv kir ku her çend dikana wê di erdhejê de zirar dîtibe jî, ji ber hilbijartinê beşdarî xebatên Partiya Çepên Kesk bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi hevî ne ku Partiya Çepên Kesk dê ji Meletiyê namzetekî bişîne meclisê û roj dê li vir jî hilê. Em xebatên hilbijartinê li gundan dikin, ji gel re behsa Partiya Çepên Kesk dikin. Em ji gel re dibêjin ku Partiya Çepên Kesk, siberoja jin, zarok û ciwanan e. Ji ber wê jî banga min li gelê Meletiyê ev e ku êdî bes e, em di bin kavilan de man lê ji bilî Partiya Çepên Kesk tu kesî alîkariya me nekir. Ji ber vê yekê jî tenê Partiya Çepên kesk dikare pirsgirêkên gelê Meletiyê çareser bike."
 
'JI BO CIVAKEKE AZAD EM BI RÊ KETIN'
 
Nazim Bayram diyar kir ku ji sala 2013'an û vir ve tev li xebatên hilbijartinê dibe û got ku ew piştî erdhejê weke dilxwaz tev li Koordînasyona Krizê ya Partiya Çepên Kesk û HDP'ê bûye û niha jî ji bo Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de bi ser bikevê tev li xebatên hilbijartinê bûye. Bayram bal kişand ser tenêhiştina mexdûrên erdhejê yên Meletiyê û axaftina xwe wiha domand: "Di nava civakê de guherandinek heye. Desthilata AKP'ê ku 20 sal in desthilat e, piştî 2015'an bi taybetî kurd, tahde li guherînxwazan kir. Lê em li dijî van zext û tundiyan ranawestiyan û bi hemû hêza xwe li dijî van zextan sekinîn. Ji ber ku ev civak wan heq nake. Ked, azadî û rêveberiyeke demokratîk heq dike. Em ji bo civakek demokratîk û azad bi rê ketin. Îro li Meletiyê eleqeyeke mezin ji bo Partiya Çepên Kesk heye, tu car ew eleqa li Meletiyê tune bû, lê îsal heye. Partiya Çepên Kesk hêviyê dide gelê Meletiyê. Em jî li Meletiyê hevîdar in. Armanca me ew e ku ji bo siberoja zarokên xwe demokrasî û azadiyê bînin vî welatî. Em ji gelê Meletiyê re jî dibêjin ku heke hûn guherandinê dixwazin deng bidin Partiya Çepên Kesk. Ji ber ku navnîşana guherandin û veguherandinê Partiya Çepên Kesk e. 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

09/05/2023
12:58 Ji ciwanên di Çemê Munzurê de winda bûn cenazeyê yekê din jî hate dîtin
12:51 Pusulayên dengan şandin herêmên wan
12:50 'Ray ji te, rê ji me’
12:16 Li gundê çar aliyên wî bi leşkeran dorpêçkirî kê Temel qetil kir?
12:15 Buldan: Dê li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 0 be
11:52 Temel: Darbeya esasî ew e ku îradeya gel nas nakin
11:51 Parêzerên ji bo hevdîtina li gel Ocalan carek din serlêdan kir
11:48 Peywîra muşahidan: Li ser sindoqê dest pê dike li lijneya hilbijartinê bi dawî dibe
11:40 Erdexan dê 7’ê Hezîranê jî derbas bike
11:08 AKP’ê Şaredariya Şirnexê çawa bi dest xist?
11:07 Mala Bûkarkî ku ji pêşengên berxwedana Geliyê Godernê ne piştgirî didin Çepên Kesk
10:50 Bedlîs ji hilbijartinê re amade ye: Çareseriya pirsgirêkên bajêr Çepên Kesk e
10:37 Ji bo Qada Gundogduyê bang kir: Em ê vê îktîdarê bi hev re biguherînin
10:32 Di hilweşandina Galeria de gelek kes û sazî berpirsiyar in
09:56 Hilbijêra 109 salî: Mohra xwe li binê darê bixin
09:55 Xelkê Bursayê li dijî îktîdarê bi bertek e: Em ê hesabê bipirsin
09:54 ‘Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe kes azad nabe’
09:25 Warê Derwêşê Evdî bi rengê biharê xemilî
09:20 Di embara vala de qeyda hilbijêrên sexte derket
09:02 Li Tekirdagê bayê guherînê: Em ne bê alternatif in, Partiya Çepên Kesk heye
09:01 Qeyûm diçe û tê ‘danasîna sûran’ dike: Îhaleya nû bi 535 hezar lîreyî çêkir
09:00 Tevgera Jinûve Avakirina Jiyanê: Jiyana nû wê bi Partiya Çepên Kesk bê avakirin
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2023'YAN
08/05/2023
22:43 'Divê kes hesabê siyaseta bêyî kurdan neke’
22:10 Partiya Çepên Kesk li Dortyolê ye: Dê hêrsa gel xwe di sindoqan de bide der
21:46 Banga ji bo beşdariya li mîtînga Îdirê
21:08 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
19:52 Aymaz bi stranên kurdî hat bibîranîn
19:26 Aydenîz: Ên ji bo tecrîdê deng dernaxin, bila neyên Kurdistanê
18:37 Temel bi tevlîbûna sedan kesî hat definkirin
18:31 Li Semsûrê eleqeya ji bo Partiya Çepên Kesk
16:49 Partiya Çepên Kesk xwe ji bo mîtîngên fînalê amade dike
16:49 Polîsê biunîforma li dijî konvoya Partiya Çepên Kesk nîşaneya nîjadperestan kir
15:57 Berdana Sayin ê girtî 3 mehan hate taloqkirin
15:29 'Em dest ji têkoşîna azadiyê bernadin'
14:32 Li Golanê civîna gel a bicoş: Piştî 6 rojên din ev serdema tarî bi dawî dibe
14:17 Bi dehhezaran kes herikîn mitînga Çepên Kesk a Rihayê: Dê di dawiya tariyê de ro hil bê
14:08 Li Îdirê ji bo mitînga sibê bang hate kirin
14:04 Êrişên nîjadperest ên li dijî Partiya Çepên Kesk hatin protestokirin
13:53 ‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
13:40 Bayindir: Rojên azad nêz in
Bûldan: Em temînat û ewlehiya vî welatî ne
13:39 Çewlig ji mitîngê re amade ye
13:39 Konseya Ewropayê: Divê Tirkiye dawî li helwesta xwe ya dijminane bîne
13:17 Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet were em ê têbikoşin
13:16 Doza ‘em nikarin debara xwe bikin’ a rojnamegera girtî Deger hate taloqkirin
12:48 Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga Îzmîrê bang kir
12:16 Partiya Çepên Kesk banga beşdariya mitînga Edeneyê kir
12:10 Borsa di roja ewil a hefteyê de rabû
11:52 Li Amedê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 AKP li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê
11:29 Demîrtaş bang li hilbijêrên Îzmîrê kir: Ji her malê dengekî bidin Partiya Çepên Kesk
11:28 Li Qersê mitîng li Erdexanê hevdîtina bi gel re tê lidarxistin
11:23 Dengdayîna li derveyî welat sibe bi dawî dibe
10:31 Rojnamevanên hatin girtin: Ne em, heqîqet hat girtin
10:30 Namzetên jin ên Egeyê: Jin dê faşîzmê têk bibin
10:11 Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk bang li hilbijêrên livdar kir: Serî li partiya me bidin
09:56 Banga ji bo parastina sindoqan: Her dengek muşahidek e
09:48 'Em ê bi destê jinan vê belaya mezin biguherînin'
09:21 Namzetê Partiya Çepên Kesk psîkolog Ulgen: Baweriya civakê ya ji bo guherînê zêde ye
09:03 Li Îdirê Çepên Kesk bênavber dixebite: Gel biryara her du parlamenteran jî daye
09:03 Apê Sebahat Tuncel bang li elewiyan kir: Xelasiya me bi Partiya Çepên Kesk pêkan e
09:01 Qeyûm ji bo ‘Mîhrîcana Sûrê’ ya wezaretê 7 milyon û 59 hezar lîra xerc kir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2023'YAN
08:08 Li navçeya Elkê welatiyek di êrişa çekdarî de hate kuştin
07/05/2023
22:44 Onder îşaret bi Çorlûyê kir: Li vir mesele hatiye çareserkirin
21:32 Bûldan: Dengek ji Partiya Çepên Kesk re, dengek ji bo xistina faşîzmê
20:59 ‘Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye’
20:21 Turk li Dîlokê bang kir: 14'ê Gulanê dê bibe destpêkeke nû
19:42 Êrişî wesayîta Partiya Çepên Kesk kirin
18:37 Partiya Çepên Kesk gund bi gund digere
16:59 Piştî mitînga jinan tundiya polîsan: 4 kes hatin binçavkirin
16:47 Bi hezaran kes herikîn mitînga Şirnexê: Mohra ku hûn ê li bin darê bidin dê deriyê Îmraliyê veke
16:40 Temel: Yekane jehrbira faşîzmê Partiya Çepên Kesk e
16:18 Uçar: Jin ji bo têkbirina rejîma yekzilamî amade ne
15:47 ‘Çîroka Erdogan li Sêrtê dest pê kir, wê li Sêrtê jî biqede’
15:32 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Em dawî li tifaqa Torosên Spî bînin
15:25 Akdag: Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû Rojhilata Navîn bûye
14:45 Bi hezaran kes diçin mitînga Şirnexê
14:17 Rojnamevan Yilmaz ê hate girtin: Tişta hesan ne li gorî me ye
14:17 Serçeteyekî li Efrînê destdirêjî li zarokekê kir
14:10 Li Êlihê mitînga bi coş û peroş: Dawî wê bi heybet be
14:09 Jin di mitînga Partiya Çepên Kesk de hatin ba hev
14:00 ‘Dê parastvanên edalet û azadiyê di hilbijartinê de bi ser kevin’
13:47 Malbata Şenyaşar: Ji bo edaletê guhertin şert e
13:22 Standa Partiya Çepên Kesk rakirin û li şûna wê konê AKP’ê vegirtin
13:10 Partiya Çepên Kesk li 9 navendan mitîng û civînên gel li dar dixe
12:59 ÎSÎG: Di 4 mehan de 585 karker canê xwe ji dest dane
12:58 Erbakan û Cubbelî bi hev re ne
12:41 Li Kongoyê karesata lehiyê: Hejmara miriyan 200 kes derbas kir
12:41 Ji bo civîna gel a li Dortyolê banga gel hate kirin
12:25 Li Hatayê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
11:07 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket: Dê ji vê sindoqê wekhevî derkeve
11:06 Ciwanên îşkence li wan hat kirin: Wê nikaribin serê me bitewînin
10:25 Weke nûnerê gelê suryan vegeriya xaka lê hatibû sirgûnkirin
09:50 Dikandarên Dêrsimê guhertinê dixwazin
09:42 Ciwanên dê cara ewil biçin ser sindoqan: Ray û rêya me Çepên Kesk e
09:37 Peyama Amedê pir zelal e: Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û îktîdarê têk bibin
09:29 Li Hatayê tercîha ciwanan Partiya Çepên Kesk e!
09:22 Bûrsa guh li astengiyan nake, li cem Partiya Çepên Kesk e
09:03 Li Bazarcixê gel bi Partiya Çepên Kesk re ye