Li Gundogdûyê bang kirin. Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin

img
 
 
ÎZMÎR – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk de axivî, got: "Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin." 
 
Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de li Îzmîrê mîtînga fînalê li dar xist. Mîtîng li Qada Gundogdûyê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Damezrandinê ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercumen Akdenîz, Endama Desteya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen û nûnerê Partiya Azadiyê Abdulrahman Suleyman wekî axivêr tevlî mîtîngê bûn. 
 
Beriya mîtîngê namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk jî di nav de bi sedan partiyî li ber Karşiyaka ÎZBAN'ê kom bûn û heya Îskeleyê meşiyan. Di meşê de tim dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Em li vir in, em li Çepên Kesk in" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Girse li vir li vapûrê siwar bû û hat Alsancakê. Girs epaşê Ji Îskeleya Alsancakê bi dirûşmeyan heta Qada Gundogdûyê meşiya. 
 
Bi dehhezaran kes hatin Qada Gundogdûyê. Di mîtîngê de jin û ciwanan govedn gerand û alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin. 
 
Dêya Denîz Poyrazê ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî tevlî mîtîngê bû. Girseyê timd irûşmeya "Denîz Poyraz nemir e" berz kir. 
 
 
Girse beriya bernameya mîtîngê li ber stranên Lawjeyê û hunermend Nûrcan Degîrmenciyê govendgerand. Di dema govendgerandinê de bi hezaran kesî bi yekdengî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kir. 
 
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda Çerxa Şoreşê hat gotin. 
 
'EM Ê WAN DI SINDOQAN DE BIFETISÎNIN'
 
Endama Desteya Berdevkan a TOP'ê Julîana Gozenê ku di mîtîngê de axivî, destnîşan kir ku ev mîtîngê îlankirina jiyaneke nû ye û got: "Du roj man ku em vê desthilata ku jiyana me kiriye dojeh bavêjin ser sergoyê dîrokê. Em bang li yê qesrê dikin. Em tên, em ê di 14'ê Gulanê de te di sindoqan de bifetisînin. Bila şik û guman bi kesî re çênebin." 
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî bilêv kir ku dê di 14'ê Gulanê de desthilata AKP-MHP'ê ji holê bê rakirin û got: "Oxir be ji te re yekzilam." Akdenîz destnîşan kir ku dê her kes xwedî li vîna demokratîk a vî gelî derkeve. 
 
Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaşê jî diyar kir ku di 14'ê Gulanê de dê li dijî desthilata AKP-MHP'ê têkoşîna yekbûyî bi ser bikeve û got: "Êdî hatine dawiya rê." 
 
Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr jî got ku armanca wan piştî 14'ê Gulanê welatekî ku azadî lê serwer ava bikin û got: “An serkeftin, an serkeftin.” 
 
Başak Demîrtaşê jî anî ziman ku wê silavên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli anîne û got: "Di 14'ê Gulanê de mifte jî û çareserî jî bi we re ye. Hûn ê mohra di dest xwe de ji bo Denîz Poyrazê ku bi awayekî hovane hat qetilkirin bi kar bînin an na?" 
 
‘ME SOZ DAYE DENÎZ POYRAZÊ'
 
Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku hemû nasnameyên cuda ji bo jiyaneke hevpar di bin banê Partiya Çepên Kesk de hatine cem hev û got: "Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo biratiyê li vir in." Akin axaftina xwe wiha domand: "Gelê Îzmîrê dibêje, Denîz Poyraz li vir e. Me soz daye Denîz Poyrazê. Hemû Tirkiyeyê dayik, xwişk û bira, hevrêyên me dibêjin me soz daye Denîz Poyrazê. Ji bo guherandina vê desthilatê, soza xwe bi cih tînin. Hindik ma ji 14'ê Gulanê re, hindik ma. Teqez em ê biguherînin. Di vê hilbijartinê de dê wijdan û edalet bi ser bikeve. Dê ev rejîma qesrê biçe." 
 
'EM Ê HESABÊ DENÎZ POYRAZÊ BIPIRSIN'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî ku got "Em di 14'ê Gulanê de tên û em ê ronahiyê bînin" wiha axivî: "Em bi têkoşîn û berxwedanê hatin van rojan. Em ê bi hev re biguherînin. Çi qas serî li hîle û xurdeyan didin bila bidin, dê tu tişt nikareibe wan xelas bike. Em ê bi hev re biguherînin.
 
Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin. Em ê hesab ji kujerên wê, em ê hesab ji feraseta li pişta kujeran bipirsin. Peywireke Îzmîrê jî ev e. Tarûmarkirina vê tarîtiya kujende û çûna ber bi ronahiyê ve. Em ê bi vê berprisiyariyê, di 14'ê Gulanê de bi awayekî herî xurt vîna xwe di sindoqan de bidin der. Em tên, ji bo dawîlêanîna pergala şerî. Em tên, ji bo avakirina Aştiya Mezin tên."
 
Sancar di axaftina xwe de bang kir ku her kes ji bo sindoqan wezîfeyê bigire û got: "Sibeha 15'ê Gulanê dê ev ewrên reş belav bibin û wê bihar bê." 
 
Mîtîng bi stranên Lawjeyê bi dawî bû. 

Sernavên din

14/05/2023
23:59 Kesên AKP’yî hewl dan mudaxileyî jimartina dengên derveyî welat bikin
23:50 Şaredarê AKP’î îcar jî li edliyeyê rageşî derxist
23:46 Li Agiriyê rayên Partiya Çepên Kesk ji bo AKP-MHP’ê hatine nivîsandin
23:10 Li Rihayê dengên Partiya Çepên Kesk wergirtin ji MHP’ê re hatine nivîsîn
23:06 Îmamoglû û Yavaş: Kiliçdaroglû ji sedî 49, Erdogan ji sedî 45
22:58 YSK: Heta niha tenê ji sedî 47.08’ê dengan hatine hejmartin
22:46 Li Mêrdînê serokê sindoqekê winda ye
22:39 Dengên derbasdar 324 in yên AKP’ê wergirtine 370 ne
22:28 AKP li dijî hemû sindoqên Kiliçdaroglû li pêş e îtîrazan dike!
21:27 Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan
21:05 Kiliçdaroglû li bakurê Kurdistanê bi ferqek zêde li pêş e
21:00 Fermandarê cendirmeyan li Erxeniyê mudaxeleyî hilbijartinan dike!
20:51 Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e
20:46 Serokê sindoqê girtek neda muşahidan, parêzeran giliyê wî kir
20:45 Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê
20:05 Ji şandeya çavdêriyê ya Spanyayê 2 kes hatin binçavkirin
19:57 Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk
19:57 Kiliçdaroglû: Em li pêş in
19:54 Îmamoglû: Divê kes baweriya xwe bi AA’yê neyîne
Yavaş: Kiliçdaroglû li pêş e
19:52 Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt
19:36 Li Girtîgeha Umraniyeyê di sindoqekê de Partiya Çepên Kesk bû yekemîn
19:19 Daxuyaniya ewil a HDP’ê
19:03 Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê
18:58 Wekîlê CHP’î: Midûrên emniyetê û cendirmeyan encamên dengan xwestin
18:41 Li Rişmilê ji şaredarê AKP'î ferzkirina dengên blok
18:36 YSK’ê qedexeya weşanê rakir
18:12 Kiliçdaroglû: Em ji ser sindoqan veneqetin
18:08 Demîrtaş: Niha dema xwedîderketina li dengan e
18:07 YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me
18:02 Li Cizîrê welatî bi darê zorê ji baxçeyên dibistanan hatin derxistin
17:58 Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê
17:51 Şewata li dibistana amadehî ya Uskudarê derketî hate vemirandin
17:28 Erdogan têkildarî sindoqan daxuyanî da
17:23 Bêyî belgeya 142'yan deng dan
17:23 ‘Sindoqan û dengan biparêzin’
17:22 Kaftancioglû: Li 30 hezar û 850 sindoqên Stenbolê ray hatin bikaranîn
17:21 AKP’ê ji bo encamên sindoqa nehatiye vekirin îtîraz kir
17:00 Di hilbijartina dîrokî de dengdayîn bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:55 Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan
16:50 Li Uskudarê agir bi dibistanê ket: Aqûbeta sindoqan nediyar e!
16:46 Leşkeran pusulaya deng a hilbijêrê astengdar çirand
16:42 Baroya Amedê: Kesên ku belgeya wan 142 nîne jî dikarin li sindoqên lê wezîfedar in raya xwe bikar bînin
16:29 Ji ÎHD'ê rapora hilbijartinê
16:28 Giliyê kesên di şûna hinek kesên din de deng dan hat kirin
16:27 Tevî bêusuliyan jî gel diçe ser sindoqan
16:16 AKP’ê bi kumanyayan propaganda kir
16:11 Navenda Giştî ya CHP’ê ji bo şopandina encamên hilbijartinê amade ye
16:10 Hilbijartinên dîrokî: Erdogan ha ket ha dikeve, sindoqan neterikînin
15:57 Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li dibistanan geriya
15:57 Jinên ku tundî li wan hatiye kirin çawa deng dan?
15:56 Li Semsûrê pusûleyên bê mohr dan dengdêran
15:43 Tîryakî: Partiya Vatanê bêyî haya wan jê hebe 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan
15:00 Li navçeyên Stenbolê nelirêtî
14:54 Nûnerê YSK’ê yê HDP’ê Tiryakî: Alîgir û xizmên namzet û rêveberên AKP’ê dengên vekirî bikar tînin
14:53 Li Heranê deng bi vekirî û bi komî hatin dayîn
14:43 Li Sêgirkê cerdevanan peywirdarên Partiya Çepên Kesk derb kirin
14:17 AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin
14:16 Li Şirnexê gef li gundiyan xwarin, şande negirtin dibistanê, walî muşahid ji dibistanê derxistin
14:16 Demîrtaş: Min dengê xwe da, gelo we jî da?
14:15 Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin
14:01 Li Amedê 200 kesî bi sedema ‘wezîfeya xeyalî’ dengên xwe bikar neanîn
13:53 Bi nîşaneyên serkeftinê çûn ser sindoqan: Îro ew roj e
13:52 Malbata Denîz Poyraz: Roja hesabpirsînê ye
13:44 Cerdevan bi tifingê kete dibistanê
13:35 Ji YSK'ê biryarek girîng: Girtekan dê bidin hemû muşahîdan
13:21 Nehiştin jina bêyî agahiya wê kiribûn peywirdara sindoqê dengê xwe bide
13:04 Bi tupê oksîjenê çûn dengê xwe dan
13:01 YSK’ê têkildarî pusulayên binîqaş biryar da: Dê bên qebûlkirin
12:57 Hilbijêrê felc bûye ji nexweşxaneyê hat raya xwe da: Dê tiştek biguhere
12:52 Xizmên namzetê AKP’î êrişî muşahidan kirin
12:44 Hevserokê KCD’ê Ozturk dengê xwe da: Xwedî li sindoqan derkevin
12:44 Sancar dengê xwe da û banga xwedîderketina li sindoqan kir
12:27 Hevberdevkê HDK’ê Çîçek dengê xwe da: Dê îro bibe cejna demokrasî û azadiyê
12:26 Erdogan dengê xwe da
12:17 Kiliçdaroglû dengê xwe da: Dê bihar were vî welatî
12:16 Turk û Aydenîz dengên xwe dan: Bila bibe destpêka heyamek nû
12:13 Hewl dan li dibistanên Edeneyê kumanyayên bi amblema AKP’ê belav bikin
12:09 Bavê Hakan Arslan dengê xwe da: Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdanê xwe
12:08 Qedexeyên hilbijartinan ji bo Erdogan derbasdar nînin!
11:33 Piştî hewldanên Partiya Çepên Kesk welatiyan karî dengê xwe bidin
11:21 Serokê YSK’ê Yener: Divê pusulaya namzetan neyê xêzkirin
11:09 Akşener: Biryara milet dide li ser serê me ye
11:02 Li Şirnexê dengdayîn bi binpêkirinan dest pê kir
10:51 Mexdûrên erdhejê li konteyneran dest bi dayîna dengan kir
10:35 Li kursiya biteker hat û dengê xwe da: Bila ev dîktatorî bila bi dawî bibe
10:34 Welatiyên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:27 Li Sêweregê zexta deng dayîna vekirî
10:27 Şandeya Çavdêriyê ya Navneteweyî hilbijartinan dişopîne
10:22 Pagani yê li Rihayê hilbijartinê çaverê dike: Tirkiyeyek demokratîk mimkûn e
10:21 Akin dengê xwe da: Em ê serkeftina demokrasiyê pîroz bikin
10:21 Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk
09:45 Bûldan dengê xwe da: Divê ev pergala xerabiyê îro biçe
09:29 Malbata Şenyaşar dengên xwe dan
09:13 Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir
08:00 Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir
08:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2023'YAN
13/05/2023
18:32 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin
17:24 Ji Partiya Çepên Kesk tûrên fînalê
17:14 Dadgehê cezayê Hasîp Akbûlût ê ku Muteber Akbûlûtê qetil kir kêm kir
17:08 Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin