Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e

  • rojane
  • 11:15 5 Hezîran 2024
  • |
COLEMÊRG - Gelek nûnerên partiyên siyasî li dijî tayînkirina qeyûm ji bo piştevaniya bi colemêrgiyan re hatin bajêr. Siyasetmedaran peyama “Heke bi hev re tevbigerin em dikarin vê çarenûsê biguherînin” da. 
 
Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hate wergirtin û şûna wî Walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî qeyûm tên dayîn didomin. Pêkhateyên “Tifaqa Ked û Azadiyê” yên piştgirî dan çalakiyên li Colemêrgê hatin destpêkirin li dijî darbeya desthilata AKP’ê banga têkoşîna hevpar hate dayîn. Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, anî ziman ku li Tirkiyeyê “qaşo” hilbijartin tên kirin lê hêj jî mafê kurdan ê dengdayîn û hilbijartinê tê xespkirin. Ozturk, bi lêv kir ku ev binpêkirina maf li her derê diqewime û got: “Îro li Colemêrgê tê binpêkirin û beriya du serdeman jî hatibû binpêkirin. Tenê dixwazim vê bibêjim: Ev yek li ku dera cîhanê heye? Li Latîn Amerîayê heye, li Afrîkayê, li Asyayê an jî li Avrûpayê heye? Ev pêkanîn ji ku girti ne. Em li Tirkiyeyê binêrin niha Colemêrg û Îzmîr weke hev e? Na. Lê divê Îzmîr û Colemêrg weke hev bin. Mirovên colemêrgî ne hemwelatiyên vî welatî ne? Ev çi pêkanîne li dijî wan tê kirin? Ji ber vê yekê divê hemû civaka Tirkiyeyê dengê xwe derxîne.”
 
‘DIVÊ EM BIBIN YEK Û VAN BIŞÎNIN’ 
 
Ozturk, bi lêv kir ku pêkanînên li gelê kurd rewa hatin dîtin qebûl nakin û destnîşan kir ku AKP ji ber van pêkanîn li Kurdistan û Tirkiyeyê ket xwarê û got: “Em jî di demekî ku AKP ketiye de divê hemû hêzên xwe bikin yek û van bişînin.” Ozturk, destnîşan kir ku divê hemû hêzên têkoşer bernameyeke têkoşîna siyasî deynin pêşiya xwe û anî ziman ku ev yek bi taybetî dikeve ser milê beşên çep û sosyalîst.”
 
‘EM NE NEÇARÎ PÊKANÎNÊN NEHEQ Û BÊHIQÛQÎ NE’ 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Feray Yilmaz Mertoglû destnîşan kir ku civak her serê sibê bi bêhiqûqiyên cuda yên AKP’ê re rûbirû dimîne û xwest ku hemû beşên têkoşer neçarin bên cemhev. Mertoglû, anî ziman ku destûra bingehîn a nû ya AKP û MHP bi lêv dikin sûdê nade tu kesê û wiha domand: “Divê em weke partiyên sosyalîst ji vê yekê re bêjin bes e, gelê kurd ne bi tenê ye. Mafê gelê kurd yê dengdayîn û hilbijartinê nikare were xesp kirin, divê demildest mafê wan were îadekirin. Divê wezîfeya Hevşaredarê Colemêrgê were îadekirin. Şaredariya ku bi hin cure hîleyan û veguhestina dengan nekarin wergirin, nikarin bi vê rêyê jî wergirin, em qet musade nakin.”
 
‘EM Ê FAŞÎZMA AKP’Ê TÊK BIBIN’ 
 
Nûnerê Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok, diyar kir ku em li cem gelê kurd in û destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd “îlhamê” dide wan. Kok, bi lêv kir ku AKP û MHP dixwaze li ser zext û otorîterbûnê pergala xwe ava bikin û wiha got: “Hewl didin fatoreya 31’ê Adarê li kurdan bibirin. Esas bi vê helwesta êrişkar a AKP’ê em dibînin ku ji bo kurdan û kedkaran ‘asayîbûn’ nîne. Li aliyekî hewl dide şaredariyên gel xesp bike li aliyê din polîtîkayeke ku destkeftiyên li Rojava tasfiye bike dimeşîne. Lê em bêjin ku hewldanên vala ne. Hêzên demokrasiyê dê her tim li cem gelê kurd bin. Em ê bi îlhama ku me ji Berxwedana Gezî û Kobanê wergirtî faşîzma AKP’ê û MHP’ê têk bibin.”
 
‘ÇARENÛS Û PÊŞEROJA ME HEVPAR E’ 
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran a îşaret bi polîtîkayên zextê yên AKP’ê û MHP’ê kirin ev tişt gotin: “Ev êriş ne tenê li gelê Colemêrg û gelên Tirkiyeyê hatiye kirin, ev êriş êrişeke li dijî çîna karkeran, kedkaran, Şaredariyên Stenbol, Edene û Enqereyê hatiye kirine. Divê em rejîma qeyûm qebûl nekin. Divê hemû gel xwedî li mafê rewa yê gelê Colemêrgê derkevin û bi hev re bersivê bidin vê êrişê. Heke wisa bibe daxwaza azadiyê ya gelê kurd û daxwaza azadiyê ya polîtîka a çîna karkeran a li Tirkiyeyê dikare bibe hevpar. Ji ber ku çarenûsa me pêşeroja me hevpar e, heke em bikarin bi hev re tevbigerin dikarin vê biguherînin.”
 
 

Sernavên din

11/06/2024
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan