Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm

  • rojane
  • 11:52 5 Hezîran 2024
  • |
img
WAN - Derket holê ku şahidê nepen "Oyun Bozan" îfadeyên ku dane, kirine hinceta tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê. Şahidê veşarî ango nepen bi navê "Oyun Bozan" di sala 2012'an de nameyek nivîsandiye û di nameya xwe de gotiye îfadeyên wî yên der barê siyasetmedaran de îmze kiriye, hemû îfade ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin. 
 
Wezareta Karên Navxweyî ku Alî Yerlîkaya wezîrê wê di 3'yê Hezîranê de qeyûm tayînî ser Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê kir. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê hat dûrxistin û kirin binçavan. Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk di şûna Akiş de wek qeyûm hat wezîfedarkirin. 
 
Qeyûm bi hinceta doza "KCK" ku Akiş û gelek siyaetmedar jê tên darizandin, hatiye tayînkirin. Akiş wê demê li ser gilî ango îfadeyên şahidê nepen-veşarî "Oyun Bozan" tê girtin û darizandin. Derket holê ku ciwanê bi navê M.E. ku yek ji şahidên nepen ê çaxê ye bi navê "Oyun Bozan" îfade li emniyetê îmze kirine. M.E. li ser gelek siyasetmedarên wê demê îfade daye. M.E. di 5'ê cotmeha 2012'an de ku girtiye nameyek dişîne Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin. M.E. di nameya xwe de qala çawa bûye "şahidê nepen" vegotibû. 
 
Nûçeya ku ji nameya M.E. di 5'ê cotmeha 2012'an de ji aliyê DÎHA'yê ve hatiye amadekirin wiha ye: 
 
"Li Colemêrgê ji sala 2009'an heta niha gelek kes lî ser îfadeyên şahidê nepen "Oyun Bozan" hatin girtin. Girtiyê bi navê M.E. li girtîgehê çawa bû "şahidê nepen" bi nameya şandî vegot. M.E., diyar kir ku 4 salin îfadeyên polîs der heqên kesên nasnake amade dike îmza dike û piştî dest ji şahidîniya nepen berda zext li ser malbata wî zêdebûn û ji malbata wî 3 kes hatin girtin û wiha got: "Ev rewş, kesên her roj bi îfadeyên şahidên nepen tên girtin li hemberî komployekî çawanin nîşan dide. Îfadeyên hemû şahidên nepen seneryoye. Gelek kes xeyali ne û hinek jî weke min hatine xapandin."
 
Di hemû dozên siyasî yên salên dawî de bi rêbaza "şahidên nepen" ên li dijî hiqûqê bertekan digirin û yek yek êdî derdikevin holê. Di gelek dosyayan de ji ber şahidên nepen nayên dîtin nayên dadgehan. Li Colemêrgê gelek kesên bi îfadeyên şahidên nepen hatin girtin û navê şahidê nepen ê "Oyun Bozan" ê ku di hemû dosyayên bi navê KCK'ê de derbas dibe bi nameya şandî derket holê. Girtiyê bi navê M.E. yê ku ji sala 2009'an hate niha li Colemêrgê bi navê şahidê nepen "Oyun Bozan" dike û gelek kes li ser îfadeyên wî hatin girtin ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê bi nameya jî DÎHA'yê re şandî çawa bû "şahidê nepen" vegot. M.E., diyar kir ku 4 salin îfadeyên polîs amade dike yên der heqê kesên nasnake îmza dike û piştî dest ji şahidiya nepen berda zext li ser malbata wî zêdebûn û 3 kes ji malbata wî hatin girtin. M.E. herî dawî di rûntina 27'ê tîrmehê de li 3'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê got şahidê nepen ê bi navê "Oyun Bozan" ew e û hemû îfadeyên heta niha dayîn derew in û bi zora polîsan îfade dan.
 
'HEMÛ ÎFADEYAN POLÎSAN AMADE KIR' 
 
M.E. di nameya şandî de anî ziman ku di sala 2009'an ji ber zext, gef û şantaja li Şaxa Têkoşîna Bi terorê ya Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê li wî kirin îfade dayîn qebûl kir û careke din ji vê yekê xwe xelas nekir û tiştên hatine serê wî wiha vegotin: "Di sala 2009'an de ez li Colemêrgê hatim binçavkirin. Ez li Şaxa TEM'ê rastî gef û şantajên 2 polîsên bi navê Murat û Şahîn hatim. Ji ber ku ez tirsiyam min 'şahidîniya nepen' qebûl kir. Dozgerê Colemêrgê jî zext li min kir. Piştî vê yekê min der heqê gelek kesan de îfade dan. Lê hemû îfade derew bûn û bi temamî ji aliyê polîsan ve hatin amadekirin." M.E., da zanîn ku hemû îfadeyan yekîneya lêpirsînê ya Midûriyata Polîsan a Colemêrgê amade dike û ew jî bû perçeyekî vê senaryoyê û wiha destnîşan kir: "Min der heqê kesên tu caran nasnekirin û siyasetmedarên kurd de îfade dan. Polîsên Colemêrgê her tim dixwazin van kesan bigirin lê ji ber ku ji bo girtinê tu delîl tunebûn, bûn. Ez jî bûm amûrê komploya li hemberî van kesan hate amadekirin. Piştî min îmza avêt bin vê bêrûmetiyê min der heqê hinek kesên nas de jî îfadeyên îftîra dan. Min ev hemû li hemberî ez îşkenceyê nebînim û neyên girtim kirin."
 
'DADGERAN XWEST KU EZ ÎFADEYÊN LI CEM POLÎSAN MIN DA QEBÛL BIKIM' 
 
M.E., bilêv kir ku piştî "şahidîniya nepen" qebûl nekir hate girtin û wiha nameya xwe berdewem kir: "Piştî ez hatim girtin berê ez li Girtîgeha Tîpa F a Wanê mam û pişt re jî ez şandim Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Li girtîgehê bêrûmetiya min kirî deruniya min xerab kir. Ji ber vê yekê min ji dadgehê re daxwazname nivîsand û min got ez dest ji zagona puşmaniyê û şahidîniya nepen berdidim. Piştî min daxwazname da dadgehê bi hinceta 'rûniştin heye' ez nebirim Edliyeya Wanê. Di dema ez çûm dadgehê Dozgerê Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Wanê D.Y., Dadgerê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran ê Wanê B.K û Dadgerê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ê Wanê yê ku ez navê wî niziman lê ji Agiriyê ye bi min re axivîn. Ji min re gotin îfadeyên min li Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê îmza kirin qebûl bikim û dest ji îfadeyan bernedim. Gefên heke dê malbata min di zorê de bimîne li min xwarin. Lê min qebûl nekir û min îfade red kirin. Piştî demek kin gefên xwe bi cih anîn û 2 birayên min girtin. Birayekî min bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" ceza girt. Malbata min tê mexdurkirin."
 
M.E., got, "Rewşa min pêkanîna 'şahidîniya nepen' çawa pêşxistin a şênber e" û wiha nameya xwe bi dawî kir: "Ev yeke komploya her roj bi van îfadeyan tên girtin nîşan dide. Hemû îfadeyên şahidên nepen senaryoye. Gelek kes xeyalî û gelek kes jî weke min hatin xapandin û îfade bi wan dan îmzakirin. Ez ji wan re pêşniyar demildest ji vê bêrûmetiyê berbidin dikim. Rola min a ku hemû bêrûmet derkevin holê mezin e. Sekna min a kirêt û xerab ji bo ev rol derbikev holê mezin e. Heke ez li hemberî gelê xwe tevlî vê lîstika kirêt nebibam ev yek nedihate serê min. Ji ber van hemû yan ez lêborîn ji gelê xwe dixwazim. Ji ber ez ji vê bêrûmetiyê xelabûn ez keyfxweş im."
 

Sernavên din

11/06/2024
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan