33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan

  • rojane
  • 14:19 6 Hezîran 2024
  • |
img
AMED - 33 rêxistinê hiqûqê yên navneteweyî têkildarî doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê daxuyanî dan û daxwaza edaletê kirin. 
 
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin û tê payîn ku biryara dozê di danişîna 12’ê hezîranê de were dayîn. 33 rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî têkildarî dozê daxuyaniyeke hevpar dan. Bêedaletiyên heyî yên di dosyayê de hatin destnîşankirin û agahiyên têkildarî piştperdeya dosyayê hatin dayîn. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tahir Elçî parêzerekî mafên mirovan ê navneteweyî bû wiha hate gotin: “Dema hatî kuştin, Serokê Baroya Amedê bû. Elçî, gelek dozên girîng ên têkildarî valakirina gundên kurdan a bi darê zorê, windakirinên bi darê zorê, înfazên komî, miameleya xerab û îşkenceyên hêzên ewlekariyê kirin û hwd. birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên di dema şerê navbera hêzên dewletê û PKK’ê de hesab were dayîn, hewl da rêgeza hesabdayînê bixe meriyetê. Di cotmeha 2015’an de ji hêla qenalên alîgirên hikûmetê ve hedef hat nîşandan û gefên kuştinê lê hatin xwarin. Her wiha bi îdiaya ‘propagandaya terorê’ hate tawanbarkirin. Elçî, di 28’ê mijdara 2015’an de dema daxuyaniyeke çapemeniyê dida hate kuştin. Dema du milîsên PKK’ê ji polîsan direviyan, çek hatin bikaranîn û Tahir Elçî li vir bi çekê hate kuştin. 
 
Piştî mirina Elçî, lêpirsîneke serbixwe û bibandor nehat meşandin. Weke di nameya 2’yê adara 2021’ê de ji Raportora Taybet a NY’ê re hatiye şandin de hatiye destnîşankirin, di tiştên têkildarî qetilkirina Elçî de hatine kirin de gelek qisûr hene. Ev qisûr wiha ne; 
 
*Lêkolîna cihê bûyerê pir dereng hate kirin (110 roj piştî bûyer). Lewma delîl ji holê hatin rakirin. 
 
*Muameleya gumanbar li polîsên cihê bûyerê nehate kirin. 
 
*Lêpirsîneke birêkûpêk nehat kirin. Piştî komeke serbixwe ya navnenda wê London (Forensic Architecture) rapora xwe di 2019’an de parve kirî derheqê polîsan de teqîbat hate destpêkirin. 
 
*Di îdianameyê de dozger bûyer terîf kir, ji hêla fiîl û sûcên hiqûqî ve hatin dabeşkirin û wesfa cezayê ji bo polîsan hatiye xwestin, gelek bipirsgirêk bû. 
 
Bi qetilkirina Tahir Elçî re îdianame di 20’ê adara 2020’ê de hate temamkirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo sê polîsan bi sûcdariya ‘bi qisûra xwe ya zanebûn bûne sedema mirinê’ ji 3 salan heta 9 salan cezayê hefsê xwest. Ji bo milîsekî jî bi sûcê ‘kuştina du polîsan’ sê caran cezayê muebbeta girankirî xwest.” 
 
DI DANIŞÎNAN DE PIRÎ CARAN MAFÊ DARIZANDINA ADILANE HAT BINPÊKIRIN 
 
Bi domdarî hat gotin ku ji 21’ê cotmeha 2020’an ve 9 danişînên dozê hatine lidarxistin û di van danişînan de gelek caran mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin. 
 
Bi domdarî ev binpêkirin hatin rêzkirin: 
 
“Daxwaza têkildarî xemsarî û berpirsyartiya hêzên îstîxbaratê yên muhtemel de û tevdîrên ewlehiyê bêyî ku sedemên qanehker bên nîşandan hatin redkirin. 
 
* Têkildarî lîstina bi qeydên dîmenan û dîmenên kamerayan ên winda de pirs hatin kirin lê bersiv nehate dayîn. 
 
*Ji bo tespîtkirina cihê gule lê hatiye barandin daxwaza çûna cihê bûyerê hate kirin lê bêyî ku sedemên qanehker bên nîşandan hate redkirin. 
 
*Biryar hate dayîn ku bersûc tev li danişînan nebin. 
 
*Dadgeh bi awayekî dijminane û sîstematîk nêzî gotinên malbat û parêzerên Elçî bû û gefa derxistina ji eywanê lê xwar. 
 
*Danişîn bi awayekî keyfî hatin taloqkirin, daxwaza redkirina dadgeran hate redkirin û ji bo vê tu sedem nehatin nîşandan. 
 
*Di 14’ê tîrmeha 2021’an de danişîna sêyemîn hate lidarxistin û şahidan gotin ku îşkence lê hatiye kirin û rastî miameleya xerab hatine. Em ji ver vê rewşê bifikarin. Baroya Amedê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçî di vê mijarê de  li HSK’ê gilî kir lê bêyî sedemek were nîşandan hate redkirin. 
 
*Di 25’ê nîsana 2024’an de dozger mutalaaya xwe pêşkeşî 10’emîn Dadgeha  Cezayên Giran a Amedê kir û got ku mimkin nîne were tespîtkirin bê ka guleya rê li ber mirinê vekirî ji kîjan çekê derketibe. Her wiha daxwaza beraeta her sê polîsan kir. 
 
*Danişîna din taloqî 12’ê hezîrana 2024’an hate kirin ku îxtîmalekî mezin e dê ev bibe danişîna dawî.” 
 
DAXWAZÊN JI BO EDALETÊ HATIN RÊZKIRIN
 
Di daxuyaniya hevpar de daxwazên ji bo edaletê wiha hatin rêzkirin: 
 
“Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de divê dewlet mafê xwe gihandina edaletê bi cih bîne û ji bo vê jî divê temînata lêpirsîneke bilêz, bêalî û bibandor bide û berpirsyaran li gorî standartên navneteweyî derxîne pêşberî edaletê. Her wiha divê dema îdiayên îşkenceyê û miamelaya xerab tê kirin, meqamên pispor tavilê lêpirsînên bilez û bêalî bidin destpêkirin. Ya din jî dema parêzer ji ber pîşeya xwe rastî gefan tên, divê rayedar ewlehiya wan misoger bikin. 
  
Em careke din bang li meqamên Tirkiyeyê dikin ku van rêgezên li jêr hatine destnîşankirin bicih bînin; 
 
* Divê hemû kesên berpirsyartiya wan di kuştina Tahir Elçî de hene derkevin pêşberî edaletê, danişîn li gorî standartên hiqûqa navneteweyî bên lidarxistin û dema berpirsyar tên dîtin jî li gorî sûcê xwe bên cezakirin. 
 
* Divê daxwazên malbata Elçî yên girîng ên têkildarî delîl û şahidan ji hêla dadgehê ve berçavan bên girtin.  
 
*Divê meqamên edlî ji bo bicihanîna axaftin û daxwazên parêzerên malbata Elçî firsendê bidin û helwestên dijminane yên li dijî malbat û parêzerên Elçî bên berikandin. Bila ev doz li gorî rêgeza wekheviya çekan were sererastkirin û pêşdarazî û binpêkirinên prosedûran ên di dozê de bên rakirin. 
 
*Divê giliyên şahidan ên têkildarî îşkence û miameleya xerab de ji hêla yekîneyeke darazê ya serbixwe û bêalî ve bên lêkolînkirin û heke gilî jêbawer be divê ev îfade ji dosyayê bên darxistin. 
 
*Divê ji bo binpêkirinên li dijî malbata Elçî û hezkiriyên wî, li gorî hiqûqa navneteweyî edalet bi cih bê.” 
 
SAZIYÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRIN
 
Saziyên daxuyanî îmzekirin: “Baroya Almanyayê (Deutscher Anwaltverein, German Bar Association, DAV), Komeleya Hiqûqnasên Amerîkayê (American Association of Jurists, Asociación Americana de Juristas, AAJ) , Konseya Baroya Ewropayê û Civatên Hiqûqî (the Council of Bars and Law Societies of Europe, CCBE) , Federasyona Baroyên Ewropayê (the European Bars Federation, FBE), Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (European Democratic Lawyers, AED), Parêzerên ji bo Parêzean (Lawyers for Lawyers), Komîteya Şopandina Êrişên li Dijî Parêzeran (Monitoring Committee on Attacks on Lawyers), Komeleya Parêzerên Demokratîk a Bangladeşê (Democratic Lawyers Association of Bangladesh, DLAB) , Baroya Brukselê - Enstîtûya Mafên Mirovan (Institut des droits de l’homme du barreau de Bruxelles), Baroya Brukselê (Ordre des avocats du barreau de Bruxelles) , Komeleya Parêzerên Komarparêz a Almanyayê (the Republican Lawyers Association/Republikanische Anwältinnen- und Anwälteverein, RAV, Germany), Komeleya Hiqûqnasên Ewropayî ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê (European Association of Lawyers for Democracy and World Human Rights, ELDH), Komeleya Parêzerên Demokratîk (Association of Democratic Lawyers/Vereinigung Demokratischer Juristinnen und Juristen, VDJ, Germany), Komeleya Navneteweyî ya Parêzerên Demokratîk (International Association of Democratic Lawyers, IADL) ,Yekitiya Neteweyî ya Parêzerên Gel a Filipînan (National Union of People’s Lawyers, Philippines, NUPL), Komeleya Navneteweyî ya Parêzerên Gel (International Association of People's Lawyers, IAPL) , Şaxa Komeleya Navneteweyî ya Parêzerên Gel a Awûstûryayê (International Association of People's Lawyers, Australian Branch), Komeleya Parêzeran a Hindistanê (Indian Association of Lawyers), Komîteya Mafên Mirovan a Baroya Inilistan û Gallerê (Bar Human Rights Committee of England and Wales, BHRC), Civaka Hiqûqê ya Ingilistan û Gallerê (the Law Society of England and Wales), Hiqûqnasên Demokratîk a Îtalyan (Italian Democratic Lawyers/Giuristi Democratici), Navenda Hiqûqê ya Levrosê (Legal Centre Lesvos), Baroya Nantesê ya Fransayê Fransa (Ordre des Avocats du Barreau de Nantes), Baroya Rennesê ya Fransayê (Ordre des Avocats du Barreau de Rennes), Baroya Rotterdamê ya Hollandayê (Rotterdam Bar Association, the Netherlands), Baroya Seine-Saint Denisê ya Fransayê (the Bar Association of Seine-Saint Denis, France), Parastina Sînoran Nas Nake – Piştevaniya Parêzeran a Fransayê (Défense sans frontière avocats solidaires/Defence Without Borders - Lawyers in Solidarity, DSF-AS, France), Çavdêriya Navneteweyî ya ji bo Parêzerên di Xetereyê de (International Observatory for Lawyers in Danger, OIAD), Şopandina Parêzerên di Talûkeyê de, Yekitiya Baroyên Cezayan a Îtalyayê (Osservatorio Avvocati Minacciati, UCPI, Observatory Endangered Lawyers - Italian Union of Criminal Chambers), Baroya Turinê ya Îtalyayê (Turin Bar Association, Italy), Projeya Piştevaniya Dozên Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (Turkey Human Rights Litigation Support Project, TLSP), Enstîtûya Mafên Mirovan a Komeleya Baroyan a Navneteweyî (the International Bar Association’s Human Rights Institute, IBAHRI) û Di Meriyetê de Mafên Mirovan (Human Rights in Practice).”
 

Sernavên din

13/06/2024
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin