Saziyên ragihandinê: Dixwazin rojnamegeran bitirsînin

  • rojane
  • 09:50 23 Çile 2025
  • |
img

AMED – Di demên dawî zextên li ser rojnamegeran zêde bûn.  Herî dawî rojnameger hatin qetilkirin, 13 rojnameger hatin girtin û der barê 4 rojnamegrean de lêpirsîn hat vekirin. Nûnerên saziyên ragihandinê bertek nîşanî zextan dan û gotin ku dewlet dixwaze hewaya tirsê biafirîne. 

Rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê kanûnê de dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin ji aliyê Tirkiyeyê ve bi balafireke hewayî ya keşfê hatin qetilkirin. Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akin, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal ku qetilkirina rojnamegeran protesto dikirin, di 22’yê kanûnê de hatibûn girtin. Der barê rojnameger Seyhan Avşar, Ahmet Dogan Akin û Candan Yildiz de bi hinceta ku der barê Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn de daxuyanî dane de lêpirsîn hat vekirin. Rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû yên di 17'ê çileyê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi îdîaya "endamtiya rêxistina terorê ne" hatin girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de rojnameger Eylem Babayîgît di 22'ê çileyê de di serdagirtinê de hatibû binçavkirin. Bûyerên di meha dawî de li dijî rojnamegeran pêk hatin, zextên li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê dîsa anî rojevê.
 
ZEXTÊN LI SER RAGIHANDINÊ
 
 
Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) Felat Bozarslan, diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên cidî li ser rojnamegeran tê kirin. Bozarslan anî ziman ku li Tirkiyeyê ji sedî 95'ê çapemenî di bin kontrola komên nêzî hikûmetê de ye û got li Tirkiyeyê rojnamegeriya azad hema bêje tune ye. Bozarslan bal kişand ku hedefgirtin û kuştina rojnamegerên li qadên şer û dîtina wan weke parçeyekî şer li dijî nirxên exlaqî ne û wiha got: "Zextên ku li ser rojnamegeran tê meşandin binpêkirina mafê jiyanê ye û li gel vê jî astengkirina mafên gel a agahî wergirtinê.  Ev rewş nayê qebûlkirin ku rojnameger bi awayekî bêalî rastiyan ji raya giştî re ragihînin. Ji ber vê yekê bang dikim ku divê ji bo ewlehiya canê rojnamegeran baldar tevbigerin.” 
 
‘AZADIYA RAGIHANDINÊ WEK DI BÎREKE BÊ BINÎ DE YE’
 
Bozarslan destnîşan kir ku rojnamegerî pîşeyeke pir girîng e û wiha got: "Rojnamegerî pîşeyeke wisa ye ku mirov kameraya rojnamegeran asteng bike çavê dinyayê tê girtin. Ger mîkrofona rojnamegeran bigire mirov guhên dinyayê digire. Wê demê jî tu kes nikare rastiyan hîn bibe. Her rastiya ku li dinyayê diqewime hîn bibin, mixabin îro em digihîjin wê qonaxê. Yên ku ji bihîstina rastiyê aciz dibin rojnamegeran hedef digirin û dixwazin wan tasfiye bikin. Li Tirkiyeyê azadiya ragihandinê wek di bîreke bê binî de ye. Bi taybetî di 10 salên dawî de ev zext bi lez û bez dewam dikin. Ji bo nûçe û malperên ku li gorî nêrînên hikûmetê tevnagerin asteng dikin. Ev rewş ji bo me tabloya şermê ye.”
 
Bozarslan da zanîn ku di vê pêvajoyê de gelek rojnameger hatin qetilkirin û girtin û wiha got: "Dema em li dosyayên rojnamegerên girtî mêze dikin, nûçeyên ku çêkirine, axaftinên bi çavkaniyên nûçeyan re an jî notên di rojeva xwe de girtine lêkolîn dikin wekî hincet têne binavkirin.  Ev tê wê wateyê: 'Eger hûn wek min tevnegerin, ez ê we biavêjim girtîgehê.' "Ev hewaya tirsê ye. Ev hewaya tirsê nîşan dide ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye."
 
LI DIJÎ ZEXTAN BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
 
 
Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê Selman Çîçek têkildarî zextên li dijî rojnamegeran diyar kir ku her roj li dijî malperên nûçeyan dibin şahidê binpêkirina mafan. Çîçek, diyar kir ku sedema bingehîn a zextan ew e ku naxwazin civak bigihêje heqîqetê û destnîşan kir ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî ji ber van sedeman hatine qetilkirin. Çîçek wiha axivî: "Armanca wan ew e ku bi kuştin û girtinê pêşî li rastiyê bigrin, lê bi ser nakevin" Em li ku bin bila bibin, em kesek jî bimînin em ê binivîsin. Di şehadeta Cîhan û Nazim de me hevgirtinek derket holê. Nemaze jî bi saziyên ragihandinê yên navneteweyî re tora hevgirtinê hat avakirin û me ji hemû cîhanê re ragihand ku ev komkujî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ger hevgirtina xwe mezin bikin dê êrîşên dewletê jî vala derbikevin. Ger em bi çêkirina nûçeyan ve heqîqetan bêhtir derxin holê, em ê pênûsa rojnamegeran li erdê nehêlin û bigihînin pêşerojê."
 
Çîçek bi bîr xist ku ji Apê Musa heta îro gelek rojnameger hatin girtin û qetilkirin û wiha got: "Hê jî zêdeyî 40 hevalên me yên girtî hene, lê me serî netewand, paşve gav neavêt, em hîn xurtir bûn. Ji niha û pê ve ger em nûçeyan û rastiyan bihêztir bigihînin civakê, em ê bi ser bikevin."
 
‘DIVÊ HER KES DENG DERXE’
 
 
Nûnerê DÎSK'ê yê Basîn Îş'ê yê Amedê Hakki Boltan, diyar kir ku hikûmet bi armanca afirandina medyayeke yekzimanî tevdigere. Boltan bi bîr xist ku ji ber vê yekê rojnameger hatin girtin, binçavkirin û malperên wan hatin astengkirin û wiha got: "Dixwaze rojnamegeran bixe bin kontrola xwe. Lê belê Çapemeniya Azad di bin kontrola kesî de naxebite. Wê nivîsandin û ragihandina heqîqetê bidomînin. Girtina hevalên me sûc e. Karê ku hevalên me dikin sûc nîn e, yên ku wan digirin sûc dikin.”
 
Boltan xwest ku hemû kes li dijî êrîşên li ser rojnamegeran dengê xwe bilind bikin.
 
MA / Heval Onkol
 

Sernavên din

30/01/2025
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e