Tirkiye biryara DMME’yê ya têkildarî ‘Taniş û Denîz’ bicih nayîne

  • rojane
  • 10:49 23 Çile 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Serdar Taniş û Ebubekir Denîz di dema binçavkirinê de hatibûn windakirin û DMME'yê jî Tirkiye mehkûm kiribû. Parêzerê Taniş û Denîz, Hakîm Taniş got ku Tirkiye biryara DMME’yê bicih nayîne. 

Fermandariya Cendirmeyan a Silopiya ya Şirnexê di 25’ê Çileya 2001’ê de bangî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gel (HADEP) ê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekir Denîz kir û ji wê rojê heta niha tu agahî ji Taniş û Denîz nayên girtin. Bi ser re 24 sal derbas bûn lê hêj jî aqûbeta Taniş û Denîz nayê zanîn. 
 
Ji bûyerê Fermandarê Lîwayê yê Cendirmeyan a Şirnexê Levent Ersoz û Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Silopiyayê Suleyman Can berpirsyar hatin girtin. Têkoşîna hiqûqê ya malbatên Taniş û Denîz jî didome. Piştî rêyên hiqûqa navxweyî bi dawî bûn, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê di 2’yê Tebaxa 2005’an de Tirkiye mehkûm kir. Tirkiyeyê ji vê biryara mehkûmbûnê tenê xala dayina tazmînatê bicih anî. Di mijara binpêkirina mafê darizandina adilane de tu tiştek nekir. 
 
Li ser vê yekê malbatan di 7’ê Çileya 2020’ê de dîsa serî li DMME’yê da. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî ji ber bicihneanîna biryara DMME’yê li Komîteya Wezîran a Ewropayê giliyê Tirkiyeyê kir. Bi ser re 5 sal derbas bûn lê ne DMME’yê ne jî Komîteya Wezîran a Ewropayê tu bersiv nedane. 
 
 
Keça Denîz, Ceylan Denîz û birayê Taniş, Hakîm Taniş ji bo aqûbeta xizmên xwe têdikoşin. 
 
'ÇÛ FERMANDARIYA NAVENDÎ Û ÊDÎ VENEGERIYA’ 
 
Ceylan Denîz, got ku dema bavê wê hatî windakirin ew 5 salî bû û ev tişt anî ziman: “Ji ewil min digot bavê min çûye kar. Malbatê heta demekî dirêj aqûbeta bavê min ji min re negot. Min digot serê sibehê çûye kar û dê êvarê vegere. Dema şev nehatî bo me telefonek hat. Gotin ku bavê min hatiye binçavkirin û nehatiye berdan. Rojek piştre me ji her derê re got ku hatiye binçavkirin lê nehatiye berdan. Di deh rojên ewil de îfadeyên me red kirin. Piştî israra me, îdiaya ‘erê hatin lê piştî îfadeyê derketin’ kirin. Me li dadgehê jî îfade dan. Bavê min çû Fermandariya Navendî û êdî me tu agahî jê negirtin.” 
 
ŞÎNA KU 24 SALAN DIDOME
 
Bi domdarî Ceylan Denîz bi lêv kir ku di van 24 salan de tu baweriya wan bi edaletê nemaye û wiha got: “Dewlet divê teqez tiştekî ji malbatan re bibêje. Qet nebe bila gora bavê min hebe. We winda kir, îşkence lê kir, we çi kiribe jî hûn mecbûr in bibêjin. Weke malbatan me şîna xwe nejiya. Ji roja bavê min çûyî heta niha şîna me didome. Windakirin heye lê gor û qebûlkirina malbatan tune ye. Di 2012’an de li Kerboranê gorek hat dîtin. Me got yê bavê min e û em bi malbatî çûn wê derê. Min mînaka DNA’yê da. Bifikirin ku bavê we winda dibe û hûn li pey wê ne ku kêla gora wî hebe. Bi rastî jî ev êşeke mezin e. Em birin ser gorê, gor kolandin û parçeyek jê derxistin. Ev perçe birin ATK’ê û piştre ji malbatan DNA xwestin. Di dorpêça polîsan de ji bo DNA’yê birin. Bi mehan min hêvî kir ku gorê bavê min be. Ji rojnamegeran hîn bûm ku ne yê bavê min e. Tu agahî nedan me. 24 sal demekî dirêj e lê her roj weke roja ewil a bavê min çûyî ye. Şîna mirovên me 3 rojan didome û her hefteyê diçin serdana goran. Lê em her şev dema rûdinin ser şîvê pirsên weke ‘gelo bavê min li ku ye? Dê were? Gelo dibe ku sax be?2 Heke hatibe kuştin li ku ye? Faîlên wî kî ne?’ û hwd. dipirsin. Ne 24 sal, sed sal jî derbas bibin em ê dev ji vê dozê bernedin. Heta aqûbeta wan diyar dibe em ê doza wan bişopînin.” 
 
IRKIYE HATE MEHKÛMKIRIN
 
Parêzerê dosyayê û birayê Serdar Taniş, Hekîm Taniş jî ev tişt anî ziman: “Bi saya têkoşîna hiqûqî dosya dîsa çû DMME’yê. Mirovek dikare dayik, bav, hevjîn û zarokên xwe winda bike. Carnan diçe ser gora wan û derdê xwe jê re vedibêje. Lê mixabin gorek nîne ku malbatên Serdar Taniş û Ebubekir Denîz biçin serdana wê. Ev, hest nayê vegotin. Tahir Elçî yê rehmetî û parêzerên din ji bo dosyaya kekê min û Ebubekir Denîz têkoşîna hiqûqî ya pêwîst kirin. Ji hêla hiqûqî ve dosya birin DMME’yê. Li wir serkeftineke hiqûqî bi dest xistin. Tirkiye ji ber binpêkirina mafê jiyanê, mafê darizandina adilane û ji gelek binpêkirinên din hate mehkûmkirin.” 
 
‘BIRYARA DMME’YÊ BICIH NE ANÎN’
 
Taniş, da zanîn ku Tirkiyeyê biryara DMME’yê bicih ne aniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Faîl tên parastin. Di dosyayê de li Tirkiyeyê hiqûq dîsa nehat bikaranîn. Mixabin faîl û bersûc bi mertalê parêzbendiyê hatin parastin. Lewma ne di vê dosyayê de ne jî di dosyayên din ên kiryarnediyar de tu caran edalet pêk nehat. Piştî dadgehên bi rayeya taybet hatin girtin, dosya hate Silopiyayê. Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dîsa lêpirsîn da destpêkirin. Lê bêyî ku der heqê faîlan de lêpirsîneke hiqûqî wer destpêkirin û bêyî lêkolîneke were kirin, biryara neşopandinê dan. Me jî li dijî vê biryarê serî li AYM’ê da. Me encam bidest nexist lewma me di 7’ê Çileya 2020’ê de dîsa serî li DMME’yê da. Beriya em dosyayê bişînin jî me li Konseya Wezîran a Ewropayê gilî kir. Tirkiyeyê aliyê dayina tazmînatê bicihanî lê aliyê faîlan û hiqûqî bicih ne anî. Bi kurtasî edalet pêk nehat. Ev faîlên bi nav û deng, hatin parastin. Ev jî nîşan dide bê ka hiqûqa Tirkiyeyê çawa tê birêvebirin.” 
 
‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ HEVRÛBÛNEK HEBE’
 
Taniş, got; “nebûna kêla gorekê ji bo dewletekê şermekî mezin e” û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo faîl bên dîtin û bi awayekî adilane bên darizandin, dê têkoşîna me ya hiqûqî bidome. Divê mirov ji bo kesên mirîn û hatine kuştin rêzê bigire. Kî dibe bila bibe definkirinê heq dikin. Em hinek geşedanên li Tirkiyeyê jinêzve dişopînin. Ji bo aştî çêbibe, divê bi heqîqetê re hevrû bibin. Divê dosyayên kiryarnediyar ên li Kurdistanê biencam bibin. Ji bo aştiyeke rast, ji bo hiqûqê divê bi van êşan re hevrû bibin. Divê faîl li pêşberî hiqûqê hesabê bidin. Faîl nayên cezakirin, edalet pêk nehat lewma me serî li DMME’yê da. Heta ku ez sax bim dê dev ji vê dozê bernedim.” 
 

Sernavên din

30/01/2025
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin