Ji DBP’ê danezana ‘xeta têkoşînê’

img

AMED - PM’a DBP’ê di encamnameya civîna xwe de bal kişand ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd û statûya gelê Kurd. 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) piştî 7’emîn Kongreya Asayî, di 19’ê Çileyê de civîna Meclisa Partiyê li dar xist. PM’a DBP’ê encamnameya civîna xwe eşkere kir. 
 
Encamnameya PM’a DBP’ê wiha ye: 
 
Em wek gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin siya şerekî cîhanî yê nû de, di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Modernîteya Kapîtalîst, bi taybetî ji nîvê sedsala 20’emîn vir ve krîzên kûr dijî. Ev rewşa krîzê, di nav hewayeke ku newekheviyên aborî û civakî yên global zêde dibin, krîzên ekolojîk kûr dibin û nirxên demokratîk têk diçin de, her diçe zêdetir berbiçav dibe. Bi taybetî, stratejiyên ku li ser çavkaniyên enerjiyê yên nû pêş dikevin, bi derketina şerekî mezin ê li seranserî cîhanê ve xwe nû dikin. Û Rojhilata Navîn ku wek navenda vî şerî tê dîtin, wek qadeke krîtîk a ji bo nûveşekilgirtina Modernîteya Kapîtalîst derdikeve pêş. Nakokiyên pergala kapîtalîst a navendî li Rojhilata Navîn ne tenê bûne şerê aborî û siyasî, di heman demê de bûne şerê îdeolojîk jî. 
 
KRÎZA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK HEM GEF E HEM JÎ DERFET E
 
Krîzên ku Modernîteya Kapîtalîst dijî, ji bo gelên Rojhilata Navîn hem gef hem jî derfetekê pêşkêş dike. Di demeke wisa de, gelê Kurd jî bi gelên din ên herêmê re, xwedî potansiyela bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye li ser bingeheke hevpar e. Lê belê, bikaranîna vê derfetê, ne tenê têkoşîna gelê Kurd, di heman demê de têkoşîna hevpar a hemû gelên herêmê ji bo mafên wekhev pêwîst dike.
 
YEKITIYA NETEWEYÎ YA KURDAN ÊDÎ PÊWÎSTIYEKE
 
Gelê Kurd ji bo bikaranîna vê derfeta dîrokî xwedî hêz e, di vê pêvajoyê de hem dikare azadiya xwe û hem jî ya gelên Rojhilata Navîn ava bike. Li ser vî bingehî têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya gelê Kurd pêş dikeve, dê deriyê demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke. Bêguman yek ji gavên herî girîng ên ji bo gihîştina vê encamê jî pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e. Îro guherîna hevsengiyên li Rojhilata Navîn û konjonktura global a ku bi şerê cîhanî yê nû ve tê şekil kirin, êdî yekbûna Kurdan li ser bingeha yekitiya neteweyî pêwîst dike.
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
 
Sernaveke din a ku konjonktura global ferz dike jî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd a ku bi Rejîma Komarê ya ku sedsala xwe ya duyemîn dijî bi awayekî sîstematîk bê çareserî hatiye hiştin, di qonaxa ku hatiye de wek pirsgirêkeke global di nav sedemên bingehîn ên krîzên li Rojhilata Navîn de cih digire. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an ve di navê çareseriya vê pirsgirêkê de pêşveçûnên girîng qewimîn. Lê belê, em dizanin ku nîqaşên ku di bin navê çareseriyê de li ser pirsgirêka Kurd a ku mijareke li ser siyasetê têne kirin, gelekî kûrtir in. 
 
AZADIYA OCALAN NIFTEYA YEKANE YA AŞTIYÊ YE
 
Her çiqas li raya giştî der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya bi rûmet de heyecanek çêbibe jî, hedefgirtina destkeftiyên li Rojava, xespkirina îradeya bi siyaseta qeyûman û operasyonên siyasî, darbeyê li hêviya çareserî û aştiyê dixe. Ji ber vê yekê, bidawîbûna konsepta êriş û înkarê, rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevdîtinên çarenûsî pêwîst e. Êdî divê bê zanîn ku azadiya Birêz Ocalan mifteya yekane yê aştiya li Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê weke DBP’ê, em bi biryar in ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê her nîqaş û hewldanên ku bê kirin, divê di bin navê pêvajoyê de bê dayîn û di çarçoveya gavên berbiçav de pêk were. Bêguman di vê rewşê de gava herî girîng a ku dê bê avêtin jî dê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan be. Ji ber ku modela jiyana hevpar (neteweya demokratîk-konfederalîzma demokratîk) a ku birêz Ocalan formule kiriye xwedî girîngiyeke heyatî ye. Ev model, ji bo avakirina aştiya mayînde li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiya nexşerêyê ye. Modela civaka azadiya jinê, demokratîk, komunal û ekolojîk niha li Rojava tê pêkanîn. Berxwedana ku li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê tê meşandin jî di esasê xwe de xuyakirina biryardariya parastina modela Rojava ya gelan e.
 
Di vê çarçoveyê de, em wek DBP ku li ser esasa Siyaseta Rêya 3’yemîn, bi paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê têkoşîna xwe didomînin, avakirina şert û mercên aştiyê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û di vê çarçoveyê de mezinkirina têkoşîna me ya siyaseta demokratîk wek berpirsiyariyeke dîrokî dibînin. 
 
XETA TÊKOŞÎNÊ YA SERDEMA NÛ
 
Li ser bingeha vê berpirsiyariyê; çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane, pêkanîna azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan, avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd, parastina destkeftiyên gelê Kurd bi taybetî yên li Rojava û bidestxistina statûya gelê Kurd, di perspektîfa siyaseta Rêya 3’yemîn de xurtkirina siyaseta demokratîk, xwedîderketina daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê bi serketinê encamkirina li ser xalên hevpar, azadkirina girtiyên siyasî yên ku bi awayekî ne hiqûqî di girtîgehan de têne girtin û ya herî girîng jî avakirina civaka azad bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinan dê bibin sernavên rojevê yên bingehîn ên ku di siyaseta serdema nû de ji xeta me ya têkoşînê re şekil bide.
 
Ji bo pêkhatina van rojevên ku ji bo pêşeroja nirxên demokrasî û azadiyê ji hev girîngtir; 
 
* Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di serdema nû de di biryardariya mezinkirina têkoşînê de be.
 
* Ji bo têkoşînek serfîraz, partiya me dê ji bo pêkanîna hemû biryaran bi rêxistinbûneke xurttir û berfireh; dibistanên partiyê/bernameya perwerdeyê li her derê bicîbîne.
 
* Her wiha, em ê bi mekanîzmaya rêxistinbûnê ya ku rêxistinên bajar û navçeyên me bi awayekî çalak tê de cih digirin, çareseriya pirsgirêkan hêsan bikin û têkiliya di navbera gel û partiyê de xurt bikin.
 
* Li ser vî bingehî, em ê têkoşîna xwe di biryardariya Partiya Herêmên Demokratîk a ji aliyê rol û mîsyona xwe ve wek hêza bingehîn a siyasî û civakî ya Kurdistanê de bidomînin.”
 

Sernavên din

30/01/2025
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin