Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin

  • rojane
  • 16:13 30 Çile 2025
  • |

MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Bendava Tişrînê bendava mirovahiyê ye. Em ji bo aştî û jiyaneke birûmet nobetê digirin.” 

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hat lidarxistin. Endamên Meclisa Dayika Aştiyê, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tev li bûn. Girseya ku bi dirûşman ve ber bi parka ser sînor ve meşiya, li ser sînor govend gerand û tililî avêt. Piştre jî daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin” hate hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” “Bijî berxwedana Tişrînê”û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 
 
‘ROJAVA MESELEYA MAN Û NEMANÊ YE’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş di daxuyaniyê de wiha got: “Heta ku statuya Rojava tê naskirin û gel azad dibe dê nobeta me bidome. Rojava, meseleya rûmetê û man û nemanê ye. Rojava, avakirina jiyana nû ya bi pêşengtiya jinê ye. Peymana gel a Rojava, pemana herî pêşketî ya cîhanê ye. Lê îro êriş ser tên kirin. Li wir navê berxwedanê Tişrîn e. Heke ev bendav nebe ne ceyran ne jî av dibe. Bi van êrişan dixwazin gelê Rojava bifetisînin. Êrişên ser Bendava Tişrînê, sûcê mirovahiyê ne. Heke bendav hilweşe dê bi hezaran kes di bin avê de bimînin. Dê xelk neçarî koçberiyê bibe. Dê ceyran tune be. Gelên Kurd, Ereb û Tirkmen li wir jiyanê diparêzin. Lê li ser wan bombeyan dibarînin. Ma xwişk-biratî ev e? Hûn çima naxwazin gel bi hev re bijîn? Ev bêtehemûliye çima?” 
 
‘BENDAVA TIŞRÎNÊ BENDAVA MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Bêrîtan Guneş, axaftina xwe wiha qedand: “Dijminatiyê li hebûna kurdan, li xak û ava wan dikin. Divê ev dijminatî bi dawî bibe. Ên li wir şehîd dibin, gelê me ye. Êşa wan di dilê me de ye. Ji bo çareseriyê gav biavêjin. Destê aştiyê dirêj bikin. Gelê Kurd bi komkujî û qirkirinan xelas nabe. Ma we hêj fêm nekiriye? Em pêşengtiya Rojhilata Navîn dikin. Bila ev şer êdî bisekine. Bendava Tişrînê bendava mirovahiyê ye. Ên li dijî van sûcan bêdeng dimînin, şirîkên komkujiyê ne. Em ji bo aştî û jiyaneke birûmet nobetê digirin. Ji bo kesên li Tişrînê nobetê digirin vê nobetê digirin. Lewma vî şerî bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin.” 
 
Piştî axaftinan, ji bo Rojava çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin. Daxuyanî, bi dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

03/02/2025
10:53 Alî Bozan: Ji bo şandina qeyûm em ê li benda hilbijartinê nemînin
10:40 Şandeya li Enqereyê hevdîtin kir: Divê pêvajo civakî bibe
10:00 Ji bo qeyûman dibêjin ‘demkî ne’ lê mayinde dikin
09:32 Xelkê Sêrtê bibiryare ku qeyûm bişîne
09:16 Platforma Gelan a Ewropayê wê li Viyanayê bicive
09:00 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Gavên şênber lazim in’ derket
09:00 ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2025’AN
02/02/2025
16:22 ‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’
15:53 Berdan Ozturk: Hêviya me Abdullah Ocalan e
15:05 Ji bo Werîşê Mûradî û Pexşan Ezîzî ji NY’ê re name hate şandin
14:29 FÎSA: Di 2024’an de 77 zarok ji ber sedemên dikariyan pêşî lê were girtin mirin
14:28 ‘Abdullah Ocalan 26 sal in çareseriyê pêşniyar dike’
13:56 Tulay Hatîmogûllari: Birêz Ocalan gav avêt, dora dewlet û îktîdarê ye
13:43 Rêxistina Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Şirnexê kongreya awarte lidar xist
13:37 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila dewlet gavan biavêje
12:22 HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin
11:42 Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Di êrişa li dijî Aşmê de 10 sivîl birîndar bûn
11:30 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 26’an de didome
11:06 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin û Veguherîna Civakî’ derket
11:05 Di 2 salan de li Hatayê tenê dem guherî
10:30 Hevalê Bavê Teyar: Bû stêrkek û rê nîşanî me dide
09:49 Hevserokê Meclisa Ermenan: Em di pergala neteweya demokratîk de azad dijîn
09:41 Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin
09:28 Welatiyên Enqereyê: Navnîşana çareseriyê Meclis e
09:09 Termînala hîmê wê 18 sal berê hatiye danîn hêj nehatiye vekirin!
09:00 ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!