Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin

  • jin
  • 09:41 2 Sibat 2025
  • |
img

WAN – Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor diyar kir ku dixwazin bi êrîşên li ser Rojava îradeya rêveberiya xweser bişikînin û got, “Em li Rojava xwedî derkevin, piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jin.”

Êrîşên Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di encama êrîşan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên Lijneya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22 rojên dawî de, 41 welatî hatine qetilkirin û 245 welatî jî birîndar bûne. Her wiha di nav birîndaran de 7 rojnameger û 6 xebatkarên tenduristiyê hene.
 
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÎRADEYA JINAN 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor têkildarî êrîşan axivî û wiha got: “Li dijî bi destxistina statuya kurdan û ji bo îradeya xwerêvebirina gelê kurd bişkînin êrîşan pêk tînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel îradeya xwe aşkera kiriye. Li wir bi berdêlên giran paradîgmaya jin, demokratîk, ekolojîk ketiye meriyetê. Sedema bingehîn a êrîşan bê kok, bê ax hiştina kurdan e. Dixwazin herêmê bê kurd bihêlin.”
 
Bor da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin pêşengiyê ji şoreşê re dikin, ev utopya her diçe vediguheze rastiyê û wiha axivî: “Bi van êrîşan ve îradeya jin hedef tê girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jin pêk hat. Şoreşeke şênber a jinan pêk hat. Dixwazin hêmaya bingehîn û hêza esasî ya şoreşê têk bibin. Mixabin di hemû şer û pevçûnan de ewilî jin hedef tên girtin.” Rojbîn Bor diyar kir ku rasterast îradeya jinan hedef tê girtin û got, “Jin li bazarên koleyan hatin firotin. Wek xenîmetên şer di nav zilaman de hatin firotin û bazarkirin.  Aliyekî wiha wêranker ya şeran jî heye.”
 
‘EM LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ XWEDÎ DERKEVIN’ 
 
Rojbîn Bor tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin şiband geşedanên li Filistinê pêk tên û wiha axivî: “Divê em Rojava ji rastiya Filistinê cudatir nebînin. Dramaya mirovî li Fîlîstînê û ya li Rojava ne pir cûda ne. Em bawer dikin ku ruhê piştevaniya ya ji bo Filistinê dikare ji bo Rojava jî pêk were. Dikarin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê biparêzin û ji bo jiyaneke bêyî şer û pevçûn em bangewazî dikin.”
 
Bor li hemberî êrîşan bêdengiya hêzên navdewletî wek ‘durûtî’ pênase kir û wiha got: “Pêwîst e hêzên navneteweyî û gelên ku demokrasiyê û mafê însanan diparêzinn li hemberî êrîşan helwest nîşan bidin. Divê kurd û dostên kurdan piştevaniya hev bikin. Li wir dramaya mirovahî pêk tê û ev ji bo wijdana me hemûyan bangewazî ye. Em li Rojava xwedî derkevin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jin.”
 

Sernavên din

10/02/2025
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî