Temellî: Sermuzakerevan Ocalan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî di civîna gel a li Mêrsînê de axivî û wiha got: “Birêz Ocalan sermuzakerevan e û em piştgiriyê didin her gava diavêje.” 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” de li gelek bajaran bi gel re civîn li dar xistin. 
 
QERS
 
DBP û DEM Partî li Qersê bi gel re civiyan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun, ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Şîrvan GOçer û endamê MYK’a DEM Partiyê Necmettîn Basçi, hevşaredarên Dîgor û Bazarcixê, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Li eywana civînê pankarta “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” hat hilayîstin. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Parlamenter Yilmaz Hun axivî. Hun, diyar kir ku gelê Kurd bi sed salaye tê înkarkirin û li dijî vê înkarê têdikoşe. Hun, anî ziman ku “Plana Têkbirinê” ya li dijî Kurdan niha bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê domandin û wiha got: “Her çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê tecrîd û plana têkbirinê li ber xwe dide. Her wiha li 72 welatan gel ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî li qadan e.” 
 
‘LI REXEKÎ DIYALOG LI REXA DIN ÊRIŞ NABIN’ 
 
Hun, daxuyand ku di encama têkoşîna heta niha de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajoyeke diyalogê ya hêj nav lê nehatiye kirin hatiye destpêkirin û got: “Li gorî me zemîna çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Ji bo ev diyalog veguhere pêvajoyeke çareseriyê, erk û berpirsyartiyên me hene. Li rexekî pêvajoya diyalogê û li rexa din jî êrişên ser Rojava û tayînkirina qeyûman heye. Pêkan nîne bi van nakokiyan ev pêvajo bikare bidome. Birêz Ocalan ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di çarçoveya neteweya demokratîk de bi hev re bijîn, pêşniyarek pêşkeş kir. Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye. Birêz Ocalan û gelê Kurd ji bo aştiyê amade ne. Divê êdî dewlet gavê biavêje. Divê ji ewil tecrîda li ser birêz Ocalan rake û zemîna ku birêz Ocalan bi gel re bê ba hev, amade bike. Divê birêz Ocalan azad bibe. Hewceye dewlet zextên xwe yên li ser Rojava bi dawî bike û statuya Rojava nas bike. Ji bo ev çêbibin jî divê em têbikoşin.Lewma divê em têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
MÊRSÎN
 
Dem Partiyê li Mêrsînê jî bi gel re civîn li dar xist. Civîn, li avahiya DEM Partiyê ya Mêrsînê hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu û gelek kes tev li bûn. 
 
'MÎNA DUH ÎRO JÎ EM BI HEV RE NE’ 
 
Seza Temellî di civînê de got ku Rêya Sêyemîn tekane rêya sereke ye û ev tişt anî ziman: “Em bi biryardarî di Rêya 3'yemîn de dimeşin û mîna duh îro jî em ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bînin vê xakê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bi hev re ne. Li Tirkiyeyê her pirsgirêk mîna girêkekê ye û rizîbûneke civakî heye. Li gel krîzên aborî û civakî, krîzeke mezin a siyasî jî heye. Sedema vê krîza siyasî jî meseleya Kurd e ku hemû dinyayê qebûl kiriye. Heta hûn meseleya Kurd çareser nekin, il vê xakê hûn nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin.” 
 
'RÊYA AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ DERBAS DIBE’
 
Temellî, got ku rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe û wiha pê de çû: “Demokratîkbûna Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramî were herêmê divê ev meseleye li ser zemîneke demokratîk û siyasî were çareserkirin. Rêya vê jî, rêbaza vê jî muxabatê wê birêz Ocalan e. Sermuzakerevan birêz Ocalan e. Çareseriya pirsgirêkan bi neteweya demokratîk pêkan e. Çareserî avakirina pêkvejiyanê ye. Muzakereyeke li ser hîmê hemwelatiya wekhev e. Vaye em ji bo vê têdikoşin.” 
 
'SERMUZAKEREVAN BIRÊZ OCALAN E’
 
Di berdewamê de Temellî nêzikatiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê vegot û wiha domand: “Piştî pêvajoya 2013-2015’an têk çûyî, Tirkiye kete nava kaosê. Di esasê xwe de perspektîfa birêz Ocalan danîbû holê, gavên avêtî, bangên wî û perspektîfa bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê danîbû pêş, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bûbû hêvî. Lê belê mase hilweşandin û ‘Plana têkbirinê’ amade kirin. Sedema van êş, mexdûrbûn û pirsgirêkan jî ev heye. Em niha di nava pêvajoyeke nû de ne ku ji Cotmehê ve dest pê kiriye. Gelo dikare bibe zemîna muzakereyan? Belê, dibe. Ji bo avakirina vê zemînê jî, rêya avakirina neteweya demokratîk a li Rojhilata Navîn jî girêdayî avêtina van gava ye.”
 
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HER GAVA OCALAN DIAVÊJE’ 
 
Temellî, bi lêv kir ku ji bo amadekirina zemîna muzakereyê divê têkoşîn were mezinkirin û ev nirxandin kir: “Divê em têkoşîna xwe civakî bikin. Divê em her kesî tevî siyasetê bikin û birêxistin bikin. Ev serdem, serdema veguherîna demokratîk e. Kî li dijî vê derkeve dê nekare encamê bidest bixe. Qeyûm, binçavkirin, girtin û bomberankirina Bendava Tişrînê dê nekare ew bi ser kevin. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em têkoşînê mezin bikin û birêxistin bikin. Weke sermuzakerevan, birêz Ocalan çi gavan biavêje em ê piştgiriyê bidin wî. Ji bo xurtkirina vê û jîndarkirina vê perspektîfê em li vir in.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 
SEMSÛR 
 
Li Semsûrê jî li eywaneke dawetan bi gel re civîn hat lidarxistin. Endama MYK’A DEM Partiyê Hamîde Yuksel, endama PM’ê Sabuha Akdag, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li civînê bûn. Pankarta “Bi civaka rêxistinkirî re ber bi jiyana azad ve” li eywanê hate hilayîstin. 
 
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun axivî û wiha got: “Di demeke ku li welatê me hêviya aştiyê mezin bûyî de, berpirsyartî dikeve ser milê her kesî ku ji bo encamgiriya hevdîtinên bi birêz Ocalan re hewl bidin. Nêzikatiya erênî ya raya giştî ya li hemberî pêvajoyê, dê perspektîfa jiyanê xurtir bike. Şêweyê sereke ya pêvajoyê em ê bi hêza xwe ya rêxistinî diyar bikin. Lewma em ê têkoşîna hevpar û tifaqa xwe ya bi gelên bindest û derdorên demokratîk re mezintir bikin. Di serî de karker û kedkar, jin û ciwan, em ê zemîna têkoşîna hevpar xurtir bikin. Bi polîtîkayên qeyûman re îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Divê demek beriya demekî pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
Piştî nirxandinên siyasî, civîn bi pêşniyar û rexneyên beşdaran bi dawî bû. 
 
BEDLÎS
 
Li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî bi gel re civîn hat lidarxistin. Civîn, li eywana konferansê ya şaredariyê hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên DEM Partiyê yên Bedlîsê Semra Çaglar û Huseyîn Olan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. 
 
Di civînê de ji ewil Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Gelê Kurd zêdetirî 50 sal in li ber xwe dide. Gelê Kurd nasname û çanda xwe parast û xwe gihand van rojan. Li Rojhilata Navîn geşedanên nû hene. Rojava, encama bedelên giran e û niha rastî poLîtîkayên dijminatne tê. Esad ket û HTŞ çû Şamê û bi pêşegtiya Tirkiyeyê êriş li Rojava tên kirin. Rojava, li dijî zîhniyeta DAIŞ’ê şer hate kirin, rûmeta mirovahiyê hate parastin. Ev êriş bes nekirin ku niha her roj êrişan dibin ser Rojava. Sivîl û rojnameger tên qetilkirin.” 
 
Ozturk, bilêv kir ku guherînên li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan pêk nayên û wiha pê de çû: “Gelê Kurd li Rojhilata Navîn aktoreke mezin e. Me heta niha çawa li ber xwe dabe dê ji vir û şûnde bêhtir têbikoşin. Qedera Rojava jî em ê diyar bikin û qedera me jî gelê Rojava dê diyar bike. Hemû dinyayê dît bê ka gelê me di şoreşa Kobanê de çawa têkoşiya. Di ferqa vê de ne. Êrişên dewleta tirk hem li vir hem jî li Rojava didomin. Armanca wan ew e ku di demeke kin de gelê Kurd bêdeng bikin û tune bikin. Lê belê ne em, ew tune bûn û tune dibin. Aboriya Tirkiyeyê ji ber vê dijminatî û êrişên ser Kurdan têk çû. Heke çareseriyek hebe, ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo ev şer bi dawî bibe û aştî çêbibe destê xwe dirêj dike. Birêz Ocalan ji gelê xwe piştrast e û gel jî ji biryarên birêz Ocalan piştrast e.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya. 
 

Sernavên din

10/02/2025
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin