Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê

  • jin
  • 16:07 24 Sibat 2025
  • |

ŞIRNEX / AMED - Jinên Botanî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dan. Li Amedê jî jin li taxên navçeya Sûrê geriyan, li defê xistin, stranên bi Kurdî gotin û belavok belav kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnexê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Bi dirûşma “Bi têkoşîna azadiyê ya jinan em aştiyê birêxistin dikin” li pêşiya avahiya Şaxa KESK’ê ya Şirnexê daxuyanî hate dayin û gelek jin tev li bûn. 
 
Jin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li daxuyaniyê bûn; tililî avêtin, dirûşm berz kirin û govend gerandin. Di daxuyaniyê de pankarta “Em li dijî qirkirina jinan serî hil didin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hate hilgirtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin.
 
'HÊVÎ JI SERKEFTINÊ GIRÎNGTIR E’ 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk di daxuyaniyê de axivî û got ku têkoşîna wan a li dijî zîhniyeta ku weke “qeder” li jinan tê ferzkirin didome. Nûrcan Alturk, wiha got: "Dîrok, kesên ditirsin nanivîse. Em bihêz in û ji xwe bawerin. Hemû dinya bi heyraniyeke mezin li têkoşîna jinên Kurd dinihere. Hêvî, ji serkeftinê girîngtir e. Em jî bi serkeftinê bawerin. Dê koletî nebe para me. Em vê qederê qebûl nakin.” 
 
'DÊ JIN SERÎ NETEWÎNIN’
 
Aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan jî diyar kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya jina ye û ev tişt anî ziman: “Em ê di 8’ê Adarê de bi paradîgmaya azadiya jinê li her qadê ‘jin, jiyan, azadî’ biqîrin. Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet jinan neçarî fihûşê bikin. Em jî dê têkoşîna xwe ya li dijî vî şerê taybet mezin bikin. Jin dê serî netewînin. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiaya fîzîkî ya birêz Ocalan em jin dê pêşengtiya têkoşînê bikin.” 
 
'EM BERXWEDANA ABDULLAH OCALAN SILAV DIKIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî diyar kir ku jin pêşengtiya berxwedana li Bendava Tişrînê dikin û wiha got: “Em jinên li Tişrînê têdikoşin silav dikin. Yên qala çareseriyê dikin divê ji ewil îradeya gelê Kurd nas bikin. Weke Abdullah Ocalan jî gotiye, heta jin azad nebe civak azad nabe.”
 
BAL KIŞAND SER ‘ÇETEYA FIHÛŞÊ’ YA LI ŞRINEXÊ 
 
Newroz Uysal Aslan bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Şirnexê û wiha got: “Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li Şirnexê bi destê çeteyan fihûş tê kirin û jin neçarî fihûşê tên kirin. Der heqê 25 kesan de doz hatiye vekirin. Em ê vê dozê bişopînin û têkoşîna li dijî hemû karên qirêjî mezintir bikin.” 
 
Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
AMED
 
 
Navenda Piştevaniyê ya Jinan a Şaredariya Sûrê ya Amedê jî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sûrê hatin gel hev û li taxan geriyan. Di gerê de jinan li defan xistin, stranên Kurdî gotin û rê li ber rengîniyeke mezin vekirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Jinên ku ji Îskenderpaşayê heta Parka Anzeleyê meşiyan, belavok belav kirin û jin vexwendin çalakiyên 8’ê Adarê. 
 

Sernavên din

26/02/2025
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'