‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir

  • rojane
  • 15:40 25 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - “Kongreya Diyaloga Niştimanî” ku ji hêla rêveberiya demkî ya Şamê ve tê lidarxistin, din bin siya rexne û boykota gelek derdoran dest pê kirin. Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê têkildarî kongreyê daxuyanî da û got ku gelek kes li derveyî kongreyê hatine hiştin. 

“Kongreya Diyaloga Niştimanî” ku ji hêla rêveberiya demkî ya Şamê ve tê lidarxistin, dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, dê kongre 6 saetan bidome. Gelek aliyên sûriyeyî yên muxalefeta rejîma berê kongre rexne kir û gelek beşên civaka Sûriyeyê û hêzên bibandor ên sûriyeyî kongre boykot kiriye.
 
35 hêz, tevgerên siyasî, civakî û yên jinan ên Sûriyeyê destnîşan kiribûn ku kongreya ku nûnerên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê de amade nebin, dê encamên wê bêwate bin, ne cidî bin û her wiha dê nekarin çareseriyê peyda bikin.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nûnertiya ji sedî 30’ê erdnîgariya Sûriyeyê dike, diyar kiribû ku kongreya tê lidarxistin nûnertiya tevahiya gelê Sûriyeyê nake û hêviyên wan bi cih nayîne. Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû ku bi dûrxistina pêkhateyekê ne mimkun e diyalog pêk werin.
 
PARTIYA PÊŞEROJÊ BERTEK NÎŞAN DA 
 
Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî kongreyê da û şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Kantona Reqayê ji aliyê Hevserokê Partiyê Ebid Hamid El Mihbaş ve hat xwendin. El Mihbaş, anî ziman ku rêbaz û şêwaza lidarxistina Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake.
 
El Mihbaş, diyar kir ku hevkariyeke rasteqîn tune ye û got: “Ji ber ku gelek aliyên çalak ku nûneratiya beşên berfireh ên civaka Sûriyeyê dikin, bi taybetî jî partî û tevgerên siyasî hatine dûrxistin. Her wiha komîteya amadekar mekanîzmayeke zelal û aşkera ji bo dan û standina bi welatiyan re an jî berçavgirtina nêrîn û pêşniyarên wan peyda nekiriye. Ev reftar, ji bo pêvajoya biryardayînê û avakirina siberoja Sûriyeyê, fikaran zêde dike û dengê gelê Sûriyeyê paşguh dike.”
 
‘DIVÊ XEBATEKE RASTEQÎN WERE KIRIN’
 
Herî dawî jî El Mihbaş ev tişt anî ziman: “Partiya Sûriyeya Pêşerojê di wê baweriyê de ye ku diyalogeke nîştimanî ya rasteqîn, li ser bingehên zelalî, pêbawerî, beşdariya rast û berfireh, ew ê bibe rêya pêkanîna dadmendî û lihevhatinê li Sûriyeyê. Ji ber vê yekê em dixwazin xebateke rasteqîn ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh were kirin ku hemû beşên gelê Sûriyeyê tê de amade bibin û bibe alîkar ji bo avakirina siberoja Sûriyeyê. Me ev tişt di kongreya ku îro li Şamê tê lidarxistin de nedît. Sûriyeyê ya hemû gelê Sûriyeyê ye bê dûrxistin û paşguhkirin.”
 

Sernavên din

26/02/2025
16:13 Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin
16:06 Şandeya Îmraliyê sibe diçe Îmraliyê: Ahmet Turk jî di şandeyê de ye
15:51 Ji ber bombebaranê wêraniyeke mezin li Zirganê çêbû
15:44 Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan
15:26 Li Akdenîzê nobeta li dijî qeyûm: Daxwaza me aştî ye
15:17 Aktaş, Yavuzel û Yeşîl hatin bibîranîn
13:58 Balafira artêşa Sudanê ket: Herî kêm 46 kes mirin
13:57 Ji Zeyneb Celaliyan name: Divê gelên Rojhilat û Îranê li dijî darvekirinan dengê xwe derxînin
13:37 Li Egeyê starta 8’ê Adarê: Em ê li dijî polîtîkayên tundî û şer li qadan bin
13:17 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
13:10 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tayînkirina qeyûman nîqaşên ji bo çareseriyê jehrî dikin
13:07 Meclisa Jinan a Sûriyeyê: Em careke din zilmê qebûl nekin
13:06 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
11:58 Salek û 6 meh cezayê hefsê dan rojnameger Mahmût Altintaş
11:12 DEM Partiyê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:03 DEM Partî: Ji bo Ahmet Turk serlêdan hate kirin
10:50 Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin
10:49 Sevîm Bellî dê sibe bê definkirin
10:48 Rojnameger Oznûr Deger sewqî girtîgeheke cuda kirin
10:47 Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
10:10 'AKP pratîkên derbeya 1980'yî pêk tîne'
10:10 Leşkerên payebilind ên ji 'çeteya fihûşê' tên darizandin hê jî li ser kar in
10:07 Bersiv da Wezîrê Dadê: Ma tecrîd di mewzûatê de heye?
09:39 Salih Muslim: Gotin û kirinên rêveberiya Şamê ji hev dûr in
09:04 Şaredariya AKP'î rêyên xerabe çênake û pirsgirêka bêhna nexweş çareser nake
09:02 Qeyûm îhaleyên av û qenalîzasyonê betal kir
09:00 ROJEVA 26’Ê SIBATA 2025’AN
25/02/2025
16:17 Li Êlihê starta 8’ê Adarê hate dayin
15:40 ‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir
15:08 Li Liceyê esnafekî tacîza zayendî li herî kêm 8 zarokan kir
14:26 Bakirhan: Divê formuleke li gorî cidiyeta bangê bê dîtin
14:10 Li Wanê meşa ‘Jin bi têkoşîna azadiyê aştiyê birêxistin dikin’ hat lidarxistin
12:44 Bakirhan: Em di qonaxa destpêkeke nû de ne
11:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:47 HSD: Êrişên dagirkeriyê hatin têkbirin
11:08 Meclisa Jinan a DBP’ê dê li 11 bajaran atolyeyan li dar bixe
10:21 Birayê xwe vegot: Emrê Mehmet Yavuzel biçûk bû lê dilê wî mezin bû
10:19 Biryara dadgehê ya bêcezahiştina polîsan: Wê di dema pêş de bitirse sûc bike!
10:06 Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek
09:57 Der heqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:49 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
09:30 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:23 'Gotin û kirinên îktîdarê hev nagirin’
09:03 Berwarî: Divê ne li ser berdana çekan, li ser bêdengkirina çekan bê axaftin
09:03 Serokê SUDEF'ê Turker: Suryanan tim qîmet dane gotinên Ocalan
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2025’AN
24/02/2025
16:50 Li 3 navçeyên Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê dizan bişînin
16:07 Ji jinên Botanî û Amedî çalakiyên 8’ê Adarê
15:15 Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin
15:07 Tehliyeya Yilmaz bêyî lijne bicive cara 7’emîn hate taloqkirin
14:51 Li Serhedê starta 8’ê Adarê: Dê jin aştiya birûmet bînin
14:48 Li Qaxizmanê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:13 Der heqê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin
14:03 Baroya Qersê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
13:56 Hevşaredarên Qaxizmanê: Dê têkoşîna me li her qadê bidome
13:42 Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
13:30 Senem Eriş a DEM Partiyî hate berdan
11:58 Hinceta girtina HDK'iyan: Sosyalîst anîne gel hev
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
11:18 HSD'ê bîlançoya êrişan a 24 saetên dawî eşkere kir
11:00 Nivîskar Sevîm Bellî wefat kir
10:40 Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin
09:49 CHP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Qaxizmanê da
09:47 Di 11 mehan de li 12 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:29 DEM Partî: Ên ji îradeya gel ditirsin dîsa di dewrê de ne
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Plana têkçûnê têk çû’ derket
09:00 Ji çeteya fihûşê dewlet derket: Çeteya ji 26 kesan
09:00 ROJEVA 24’Ê SIBATA 2025’AN
07:35 Li Şaredariya Qaxizmanê qeyûm hate tayînkirin
23/02/2025
17:54 Li Mêrdîn, Îzmîr û Antalyayê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'