STENBOL - Saruhan Olûç ê DEM Partiyî diyar kir ku her kesê ku serdana Sirri Sureyya Onder kiriye, behsa hewldanên wî yên ji bo aştiyê kirine û got: "Ev, bi me da fikirandin ku gelek derdorên cuda yên vê civakê aştî û çareseriyê dixwazin. Di vî warî de divê gav bên avêtin."
Dermankirina Alîkarê Serokê Meclisê û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya Şîşliyê di roja 15'an de berdewam dike. Ji gelek derdorên cuda serdana nexweşxaneyê tê kirin. Parlameneterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç ê ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne behsa têkoşîna Onder a ji bo aştiyê kir. Olûç anî ziman ku Onder hem di pêvajoya "diyalogê" ya di navbera 2013-2015'an de û hem jî di pêvajoya nû de bi roleke aktîf cih girt. Olûç got: "Hevalekî me yê xwedî ezmûn e, di meseleyê de serwext e, pêavjoyan baş dizane û baş bi rê ve dibe."
Olûç işaret bi serdanên ji beşên cuda yên civakê kir û anî ziman ku yên nikarin bên jî peyam dişînin. Olûç got: "Hemû kesên ku di siyasetê de li hev nakin, ji hev dûr dikevin û di têkoşîna civakî de ji hev dûr in, ji bo tenduristiya Sirri Sureyya Onder hatin vir û daxwazên xwe yên baş anîn ziman. Ev yek ji bo me pir girîng bû. Li nexweşxaneyê gotina ku herî zêde em dibihîsin ev e; 'Me nizanibû ku ew qas tê hezkirin.' Bi rastî jî ev nîşan dide ku ji aliyekî ve kesayetekî wî ya lihevker heye, bi diyalogê hewl dide pirsgirêkan çareser bike û di heman demê de jî bi şêwaza xwe gelek derdorên cuda dide axaftin. Ji ber vê me dît ku keda wî ya ji bo aştiyê û çareseriyê berhewa neçûye."
'CIVAK AŞTIYÊ DIXWAZE'
Olûç destnîşan kir ku ji ber têkoşîna Onder, gelek derdorên cuda rêzê lê digirin û got: "Çi bikira her kesî dizanibû. Onder çi dikir? Ji bo aştî û çareseriyê têdikoşiya. Çûna wî ya Girava Îmraliyê, hevdîtina bi birêz Ocalan re, piştî hevdîtinan gav avêtin, hevdîtina bi derdorên siyasî re... Gelek derdorên cuda bal kişandins er vê hewldana wî ya ji bo çareseriyê. Ev, bi me da fikirandin ku gelek derdorên cuda yên vê civakê aştî û çareseriyê dixwazin. Di vî warî de divê gav bên avêtin."
Olûç bilêv kir ku ew hêvî dikin ku Onder rojek berî rojekê sax bibe û got ku yek ji wan kesan e ku divê aştiyê bibîne.
MA / Yeşîm Tukel