AMED - Danişîna 3’yan a cînayeta Narîn Guranê ku 15 kes bi sûcê “Sûcdar veşartine” tên darizandin, dest pê kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Sûrê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê hate dîtin. Danişîna 3’yan a doza duyemîn a cînayeta Narîn Guranê, li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê dest pê kir.
Di dozê de dotmama Narîn Guranê ya bi navê Bîrsen Guran, mamê wê Fûat Guran, jinmama wê Maşallah Guran, hevjînê meta wê Mehmet Şevket Kaya, kurmetê wê Muhammed Kaya û karkerê Salîm Guran ê bi navê Mehmet Selîm Atasoy weke gumanbarên girtî; keçmeta Narîn Guranê ya bi navê Şeyma Kaya, jinmama wê Hediye Guran, mamên wê Îbrahîm Halîl, Bariş, Kurtuluş û Omer Faruk Guran û zarokên bi navên R.A. (16), M.G. (16) û Î.K. (17) jî weke bersûcên negirtî tên darizandin.
Ji bilî bersûcan û parêzer û xizmên bersûcan destûr nehat dayin tu kes têkeve eywana danişînê. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.