NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş der barê Sureyya Onder de peyamek parve kir û got, "Goreke te ya bi tenê nîne ku tu dê di dilê bi deh mîlyonan de bê veşartin."
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, peyamek ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Sirri Sureyya Onder ku jiyana xwe ji dest dabû parve kir. Peyama Demîrtaş a li ser hesabê xwe yê medyaya ferazî parve kir wiha ye: " Goreke te ya bi tenê nîne ku tu dê di dilê bi deh mîlyonan de bê veşartin. Ez nikarim kîjanê ziyaret bikim, nizanim rûyê xwe bi kîjanê bidim. Here, bila rêya te zelal be, kekê delal, tu her tim hêjayê me yî. Lê ne ken e, simbêleke ku li te tê nîne; Mirin ne li gorî te bû, wiha nebû bira.”