STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got: "Soza me ya ji bo Sirri Sureyya Onder ew e ku em aştiyeke birûmet bînin vê xakê. Erka me ye ku em alaya wî di asta herî jor de bilind bikin."
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku têkildarî pêvajoya piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin, axivî, got: "Ez difikirim ku her gotina ku li ser Kekê Sirri were gotin û nivîsandin wê nîvcomayî be."
'JI BO AŞTIYÊ XEBITÎ'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê ku got "Baweriya wî ya bi aştiyê û têkoşîna wî ya di vî warî de bêhempa ye" got: "Lewma mirov çi qasî bêje jî wê nikaribe tam behsa têkoşerî, berxwedêrî û helwesta Kekê Sirri bike."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got: "A rast li nexweşxaneyê jî vê berxwedêriya xwe da der. Çendî nexweşîneke giran bû jî, 18 roja li nexweşxaneyê li ber xwe da. Heya roja hat definkirin jî ji bo avakirina aştiyê li ber xwe da. Bi deh hezaran kes li wir xwedî lê derketin û ji bo wî meşiyan. Ev nîşan dide ku pê pêdiviya vî welatî çi qasî bi aştiyê heye. Kekê Sirri bi her awayî ji bo aştiyê xebitî."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku Onder wekî tirkekî daxilî nava têkoşîna kurdan bûye û got ku lê tu carî vê nasnameya xwe neda der û ji bo hemû gelên bindest têkoşiyaye. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bilêv kir ku ew ê têkoşîna Onder ji cihê mayî bidomînin û got: "Soza me ya ji bo Sirri Sureyya Onder ew e ku em aştiyeke birûmet bînin vê xakê. Erka me ye ku em alaya wî di asta herî jor de bilind bikin."