ŞIRNEX - Di nava 4 mehan de li Şirnexê 12 kesên krîza dil derbas kirin, ji ber xizmetên tenduristiyê yên kêm jiyana xwe ji dest dan. Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kunî got: “Divê gel bikare xwe bigihîne polîklînîk û xizmetên tenduristiyê.”
Di nava 4 mehan de li Şirnexê welatiyên bi navên Asya Çubuk, Ferît Som, Zozan Oktay, Idrîs Bayar, Hakîm Uçkaç, Şerîf Gun, Kismet Ogel, Abdullah Akman, Nezahat Kosen, Haci Demîrhan, Haci Kara û zarokê 14 salî Salih Abay ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên krîza dil derbas kirin, rakirin beşa lezgîn a nexweşxaneyê lê ji ber bijîşk û ekîpmanên beşê û tenduristiyê kêm bûn, sewqî nexweşxaneyên cuda hatin kirin û di wê demê de jiyana xwe ji dest dan. Li Şirnexê ku nifûsa wê 557 hezar kes e û rêjeya xetereya derbaskirina krîza dil daketiye 18 saliyê, tenê 8 kardiyolog hene, li navçeyan kardiyolog û ekîpmanên tenduristiyê yên ji bo mudaxileya lezgîn tune ne û li navenda bajar jî tenê cîhazekî anjiyoyê heye. Ev rewş jî dike ku hejmara welatiyên jiyana xwe ji dest didin zêdetir bibe.
Wezareta Tenduristiyê, tevî giliyên tên kirin jî ji bo başkirina xizmetên tenduristiyê tu gavan naavêje. Pêşnûmepirsên wekîlên DEM Partiyî bi vê boneyê pêşkeşî Meclisê dikn jî bêbersiv tên hiştin.
'RÊJEYA KRÎZA DIL ZÊDE BÛYE’
Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kunî diyar kir ku kêmdayina xizmeta tenduristiyê kiriye ku hejmara mirinan zêde bibe û got: “Hejmara kesên krîza dil derbas dikin zêde dibe. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Şirnexê ev hejmar zêde dibe. Sedema krîzên dil ên li Şirnexê zêde dibin jî xwarin û vexwarina ne bitendurist, kişandina tiryakê, bizava kêm a nava rojê û nemeşîn e. Li gel vê, bandora Covîdê jî heye. Dema em niha lê dinêrin, hem di nava ciwanan de hem jî di nava kalan de mirinên ji ber krîza dil hene.”
'MILET NIKARE RANDEVUYÊ BISTÎNE’
Kunî, diyar kir ku ji ber xizmetên tenduristiyê yên kêm, hejmara kesên ji ber bûyerên krîza dil jiyana xwe ji dest didin zêde dibin û ev tişt anî ziman: “Ya herî girîng jî ew e ku astengiyên li pêşiya tenduristiya bên rakirin. Li Şirnexê niha 8 kardiyalog hene û nifûsa Şirnexê 500 hezar e. Ji van herî zêde 5 bijîşk dixebitin û di vê mijarê de di pergala randevuyê de jî pirsgirêkên cidî hene. Ji bo diyarkirina van faktorên rîskê hewceye polîklînîkên birêkûpêk hebin. Divê gel bikare xwe bigihîne polîklînîk û tenduristiyê. Ji bo vê jî divê faktorên rîskê ji holê bên rakirin. Randevuya herî nêz didin 15 roj piştre. Carnan welatî nikarin randevuyê peyda bikin. Lewma jî divê hejmara bijîşkan û kardiyalogên li herêmê û bajar bên zêdekirin.”
'BANDORA TEXRÎBATA EKOLOJÎK ZÊDE YE’
Kunî, destnîşan kir ku texrîbata ekolojîk û qirêjiya ku tesîsên hatine avakirin belav dikin, rêjeya rîska krîza dil zêde kirine û got: “Tenduristî, mijareke yekpare ye. Li gel vê, xwegihandina tenduristiyê jî parçeyekê wê ye. Bi taybet jî santralên termîkê, zêdebûna kanên komirê û hwd. yekser bandorê li pergala hilmijînê û tenduristiya dil dike. Dikarim bibêjim sedema zêdebûna krîzên dil, şert û mercên hawirdorê ne. Dema bi hev re tên nirxandin, bandoreke mezin a mercên hawirdorê li ser tenduristiyê hene.”
'ŞER BANDOREKE NEYÎNÎ LI SER TENDURISTIYÊ DIKE’
Kunî, da zanîn ku şerê zêdetirî 40 sal in li herêmê didome rê li ber stresê û ev jî bandoreke cidî li ser krîza dil dike. Kunî, axaftina xwe wiha qedand: “Dema em qala krîzên dil ên ji nişka ve dikin, em her tim jiyana bi stres ji bîr dikin. Bi taybet jî li herêma me ev 40 sal in şer heye û vî şer stres û fikar li ser gelê me çêkiriye. Ev jî bandoreke mezin li ser nexweşiyên kardiyolojiyê çêdike. Her wiha daneyên zanistî di destê me de hene ku piştî Covîdê hejmara kesên krîza dil derbas dikin zêde bûne. Ji ber ku di wê pêvajoyê de testên pêwîst nehatibûn kirin û gelek nexweşên Covîdê yên asemptomatîk hebûn. Girêdayî vê jî li herêma me rastiya mirinên ji ber krîzên dil ên ji nişka ve heye. Ji bo pêşîlêgirtina vê, divê jiyana me birêkûpêk be. Divê kêm cigare were kişandin, xwarin baş be, meşên birêkûpêk bên kirin.”
MA / Zeynep Durgut