DÊRSIM - Dîcle Anter diyar kir ku Sirri Sureyya Onder heta kêliya dawî jî ji bo aştiyê têkoşiya û got: “Sirri, ji bo dewlet bi rastiyan re hevrû bibe têkoşiya.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li pey xwe mîrasa têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hişt. Ji bo Onder li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan şîn hatin danîn û bi hezaran kes çûn serdanê. Kurê Apê Mûsa (Mûsa Anter), Dîcle Anter jî tev li şîna li Dêrsimê bû.
Anter, got ku di sala 2011’an de Onder nas kiriye û got ku divê her kes xwedî li hêviya aştiyê derkeve.
'ALIYÊ WÎ YÊ QERFÎ BAVÊ MIN DIANÎ BÎRA MIROV’
Anter, got ku li mala Onder a li Cîhangîrê pê re hevdîtin kiribû û ev tişt anî ziman: “Mirovekî dilnizm bû. Me li ser bavê min û hunerê sihbeteke dirêj kiribû. Her tim daxwaza gavên demokratîk dikir û li pey lêgerîna edaletê bû. Em Sirri Sureyya Onder ne tenê weke siyasetmedar, her wiha helbestvan, nivîskar, derhêner û têkoşerê aştiyê bû. Ji êşên li Kurdistanê mirovên pir gewre derdikevin ku yek ji wan jî Sirri Sureyya Onder bû. Heta kêliya dawî jî ji bo aştiyê têkoşiya. Di 12’ê Îlonê de yek ji kesên di bin paletan mabû jî Sirri Sureyya Onder bû. Rastî gelek îşkence û zehmetiyan hat. Van tevekan jî rê li ber nexweşiyan vekir. Aliyê wî yê qerfî bavê min dianî bîra mirov. Di nivîseke xwe de min ji bo Onder gotibû ‘şervanê aştiyê.’ Bi rastî jî kesekî wisa bû. Pirsgirêka vî welatî ya herî mezin ew e ku bi rastiyan re hevrû nabe. Sirri jî ji bo dewlet bi van rastiyan re hevrû bibe têkoşiya. Welatên bi rastiyan re hevrû nebin ne dikarin xwedî edalet bin ne jî demokrasî û aştî dibe.”
‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE’
Anter, anî ziman ku ji bo demokrasiyê divê aqilekî siyasî hebe û axaftina xwe wiha qedand: “Nefret û dabeşiya di nava civakê de kûr bû. Berpirsyartiya herî mezin li ser milê ciwanan e. Divê ciwan rabin ser pêyan û bikevin nav tevgerê. Divê her kes ji bo aştiyê têbikoş e. Rêveberên welat divê xwedî li têgeha aştiyê derkevin. Ev tenê bi gotinê nabe. Divê di pratîkê de bê nîşandan. Li Tirkiyeyê KHK û qeyûm hene ku pêşiya aştiyê digirin. Divê ev sepan bên bidawîkirin. Divê her kes ji bo aştiyê piştgiriyê bide.”
MA / Şîlan Şîrvan Çîl