STENBOL - Mûrat Çelîk ê li Girtîgeha Metrîsê gardiyanekî êrîşî wî kir, dema giliyê gardiyanan kir bi îdiaya 'li dijî wezîfedarê erkdar li ber xwe da' doz lê hate vekirin. Li aliyê din, girtîgehê dîmenên ku 'şîdetê vedişêre' bi temamî ji dadgehê re şand.
Der barê Mûrat Çelîk de ji ber karê li Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) meşandiye di 25'ê Adara 2024'an de bi hinceta 'endametiya rêxistinê' lêpirsîn lê hatibû vekirin. Çelîk ê ku bi demkî birin Girtîgeha Metrîsê û 9 rojan li wir ma, di 31'ê Adara 2024'an de rastî êrîşa gardiyanan hat. Piştî êrîşê Çelîk birin Girtîgeha Marmarayê. Çelîk ku 4 mehan li vir hat ragirtin, di sala 2024'an de beraat kir. Çelîk ê hat berdan, der barê gardiyanên êrîşî wî kirin de gilî kir. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di lêpirsîna xwe de işaret bi îfadeyên gardiyanan kir û biryar da ku 'cih ji lêpirsînê re nîne'. Lê belê gardiyanan di dema îfadeya xwe de giliyê Çelîk kirin.
Piştî îfadeya gardiyanan, der barê Çelîk de ji ber "li hember karmendê wezîfedar derketiye" îdîaname hat amadekirin. Dadgeha Asliye 32’emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Bakirkoyê îdianameya qebûl kir, 2 danişîn hatin kirin. Parêzerê Çelîk diyar kir ku dîmenên di dosyayê de winda ne û dadgehê daxwaza zêdekirina van dîmenan li dosyayê qebûl kir û rûniştina din taloqî 16'ê Cotmehê kir.
BIRIN CIHÊ KU KAMERA LÊ NÎNE
Piştî ku parêzerê Çelîk diyar kir ku dîmenên di dosyayê de hatine bicihkirin kêm in, dadgehê rûniştin taloqî 16 'ê Cotmehê kir. Dadgehê biryar da ku ji bo daxwaza hemû dîmenan ji rêveberiya girtîgehê re biryara girtina dîmenan bê kirin. Di gel ku dîmenên windayan ên hatine xwestin hê neketine dosyaya dadgehê, Ajansa Mezopotamyayê (MA) di dosyayê de dîmenên din bi dest xistin. Di dîmen de tê dîtin ku Çelîk di 31'ê Adarê de bi parêzerê xwe re hevdîtinê dike. Dîsa tê dîtin ku di korîdora ku Çelîk di dema vegerê de diçû qawîşa ku piştî hevpeyvînê lê dima maseyek heye û li dora maseyê 4 gardiyan hene. Yek ji gardiyanan radibe ser piyan, rêya Çelîk dibire û milê wî digire. Di dîmen de tê dîtin ku Çelîk hewl dide milê xwe bikişîne û 3 gardiyanên din jî radibin ser piyan û dorê li wî digirin. Di dîmenan de tê fêhmkirin ku herî kêm 10 gardiyanan li Çelîk xistine û ew birine cihê ku ji kamera nîn e. Piştî wê dîmen tên qutkirin.
Dîmenê ku Çelîk ku ji baxçe anîn korîdora ku qawîşa wî lê ye û xistina odeya sifincê hê nexistine dosyayê.
'JI BO BAŞBÛNA BIRÎNÊN MIN LI BENDÊ BÛN'
Çelîk diyar kir ku ji ber ferzkirinên kêfî yên gardiyanan qebûl nekiriye êrîş li wî hatiye kirin û got, "Ji ber vê yekê ez rastî îşkence û şîdeta psîkolojîk hatim. Girtîgeha Metrîsê cihekî demkî ye. Gelek kes rojek û du rojan li wir dimînin lê ez bi qasî 9 rojan li wir mam. Ji ber ku li bendê bûn ku birînên min baş bibin. Tevî ku li vir dîmen hene jî, weke bersûc ez derketim pêşberî dadger. Ez ji bo vê daxwaza edaletê dikim."
'DÎMENÊN ŞÎDETÊ BI TEMAMÎ NEHATIN DAYÎN'
Çelîk da zanîn ku beşeke biçûk a dîmenan ji dadgehê re hatine şandin û wiha got: "Dîmenên ku herî zêde şîdet lê cih digire, neanîn. Wan ez birim cihekî ku kamera lê tune ne. Û li wê derê şîdet kirin. Piştre ez birim odeya nerm (sifincê). Em hewl didin van dîmenan bixin dosyayê. Em dixwazin hemû dîmenan bînin. Ya rast, di wê dozê de ku ez hatim binçavkirin û nêzî 4 mehan mam, min beraet kir. Ez bi awayekî neheq ketim zîndanê û ji aliyê gardiyanan ve îşkence li min hat kirin. Dema ku ez ji bo vê têdikoşim, bi îhtîmala ku careke din ceza lê were birîn re rû bi rû me. Ez weke bersûc li pêşberî dadger im. Ez vê yekê ji wijdanê raya giştî re dihêlim."
'EZ Ê DEST JÊ BERNEDIM'
Çelîk diyar kir ku şert û mercên girtîgehan ji aliyê mirovahiyê ve gelekî nebaş e û wiha got: "Divê em bala xwe bidin ser vê mijarê. Xwarina ku nayê xwarin didin. Bi giştî li ser girtiyan zexteke pir giran a psîkolojîk heye. Şert û mercên hem siyasî û adliyan gelekî nebaş in. Hewldanên lînçê gelek caran tên nixumandin. Gef tê xwarin ku gilî nekin. Li girtiyan zilm tê kirin. Lê ez ê dev ji vê dozê bernedim. Her wiha em ê hewl bidin ku dîmenên windabûyî bidest bixin. Ez ê hewl bidim ku cezayên pêwîst li wan bê birîn."
MA / Omer Îbrahîmoglu