AMED - Jinên li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê derketin diyar kirin ku zîhniyeta mêr hewl nade tundiya li hemberî jinan rawestine û divê jin bi hêza xwe ya cewherî vê ferasetê mehkûm bikin.
Nerazîbûn û bertekên li hemberî polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ên li dijî jinan li kolanan zêde dibe. Duh jinên ku li Amedê meşek li dar xistin biryardariya xwe ya têkoşînê dubare kirin û gotin, 'Em polîtîkayên li hember jinan û bedena jinê qebûl nakin'.
Jinên beşdarî meşê bûne ji ajansa me re axivîn.
SEDEMA TUNDIYÊ PERGAL E
Mukadder Turkyildiz diyar kir ku şîdet û komkujiyên li hemberî jinê bi awayekî sîstematîk dewam dikin û sedema şîdeta heyî zîhniyeta mêr e û wiha got: “Zîhniyeta bi serdestiya mêr yekane bingeha van cînayetan e. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî vê zîhniyetê derkevin. Em ê jinan bi rêxistin bikin û li dijî vê rawestin.”
Îlkay Bayrak diyar kir ku zêdebûna kuştina jinan ji ber polîtîkayên hikûmetê ye û wiha got: ''Dema ku destê wan kelepçekirî be jî dikujin. Divê dewlet cezayên giran bibire da ku cînayetan nekin û kesên ku cînayetê dikin divê serbest neyên berdan.”
NE TAKEKESÎ SIYASÎ YE
Eylul Ozgultekîn ku anî ziman ku mêr xwe weke xwediyê her tiştên li jor û jêr dibînin û wiha got: "Ji ber ku vî mafî di xwe de dibinin hevdu mafdar nişan dini. Ji bo sekinandina vê divê em destpêkê xwe bi rêxistin bikin. Divê em zemînan biafirînin ku vê zîhniyetê mehkûm bikin. Divê were zanîn ku ti doza jinê takekesî nîne, lê siyasî ye."
'BÊCEZAHIŞTIN CESARETÊ DIDE'
Tûlîn Aydaş anî ziman ku der barê kuştina jinan de rastiyeke civakî heye û wiha got: "Rewşa jinê ya li malê tê girtin, şîdeta psîkolojîk û hwd. dema mirov bi giştî dinirxîne, bi rastî jî bûyerên ku rastî şîdeta mêr-dewletê tên." Tûlîn Aydaş da zanîn ku zîhniyeta mêr ji bo rawestandina cînayetan ne xwedî hewldanan e û dewlet bi taybetî bi polîtîkayên xwe yên bêcezahiştinê cesarete dide wan.
MA / Mujdat Can