Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”

  • rojane
  • 13:39 17 Gulan 2025
  • |
img

STENBOL -   Selma Kaytan behsa birayê xwe Alî Haydar Kaytan ku jê re digot ‘Heval’ kir û wiha got: “Dema didît ku xwişk û birayên wî şopdarên heman rêyê ne, şad dibû. Di heyama nû de pêwîst e em xwedî li têkoşîna wan derkevin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û pêvajoyeke nû destpêkir. PKK’ê, piştî banga Ocalan, Kongreya 12’emîn komkir û encamnameya kongreyê ragihand. Biryarên di kongreye de hatine wergirtin li tevahiya cîhanê deng veda. Her wiha di encamnameya kongreyê de agahiyên girîng hat dayîn. Hat ragihandin ku kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan (Fuat) di 3’yê Tirmeha 2018’an de, Riza Altun jî di 25’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe dast dane. 
 
Kaytan, dema PKK dihat gotin yek ji wan kesan bû ku navê wî dihat bîra mirovan.  Di 26’ê Adara 1952’an de li gundê Hingervan a girêdayî Dêrsimê ji dayik dibe û ji eşîra Haydaran e. Eşîra Kaytan, di qetlîama 1938’an de di refên berxwedanê de cihê xwe digire. 
 
Kaytan, di salên 1970’an de li Enqerê di nav tevgerên şoreşger de cihê xwe digire. Di wê pêvajoyê de Abdullah Ocalan nas dike û di derheqê vê naskirinê de wiha dibêje: “ Piştî çalakiyekî hatibû girtin û 7 meh Girtigeha Leşkerî ya Mamakê dimîne. Dema ji girtigehê derket me hev naskir. Rêbertî (Ocalan) ji min re got dixwazim bi te re nîqaş bikim. Axaftina me 2-3 seat ajot û ez ketim ferqa rastiya Kurd û Kurdistanê. “
 
Di sala 1973’an li Bendava Çubukê ya Enqereyê bingeha PKK’ê di civîneke de bi beşdariya 6 kesan hat avêtin.  Kaytan di wê civînê de cihê xwe girt. Piştî civînê li gelek bajarên Kurdistanê xebatên rêxistinkirinê meşand. Dû re jî li gundê Fisê ya Licê ya Amedê tevlî kongreya damezirandinê bû. Kaytan yek ji 22 delegeyan bû. 
 
Kaytan, ji Enqere heta çiyayên Kurdistanê behsa têkoşîna xwe wiha tîne ziman: “ Me karekî asayî nedikir; Gelê ku di tarîtiya dîrokê de ber bi tunebûnê ve diçû hebû. Me mudaxeleyî windakirina vî gelî kir. Ev yek ji bo me şanazî bû û erkekî dîrokî bû. Her wiha berpirsiyariya wê giran bû. Diviyabû em bi hişmendiya vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji bo vê jî em neçar bûn ku bi hezkirin nêzî erkên xwe bibin.” 
 
Selma Kaytan xwîşka Alî Haydar Kaytan e û li Ewropayê dijî û ew bixwe jî behsa birayê xwe ku jê re dibêje “Heval Fuat” kir. 
 
Birayê te yê mezin Alî Haydar Kaytan di malbatekê de çawa teşe girt? 
 
Heval Fuat zarokê mezin a malbatê ye. Ew bixwe jî gelek caran behs kiriye, 10 sal piştî Qetlîama Dersîmê ji dayikbûye. Hêj şopên qetlîamê zindî ye. Piştî qetlîamê malbat dişinin mişextê û milê bav diçe Eskîşehîrê, mile dayik jî diçe Kayserî. Heke ne şaş bim, gundê ku diçin girêdayî Develî ya navçeya Kayserî ye. Em paşê vegeriyan, lê piştî derbeya leşkerî ya sala 1980’an em neçar man ji gund derkevin. Bavê min ji xwe berê li sirgûnê bû. Piştî ku ji sirgûnê vedigere bavê min bi diya min re dizewice. Paşê Heval Fuat ji dayik dibe. Diya min gelek qala Heval Fuat dikir. Her digot Heval Fuat xwedî taybetmendiyên cuda ye. 
 
Taybetmendiyên wî çi bûn?
 
Ew kesê ku wek mezinan tevdigeriya bû û li gund gelek bal kişandibû ser xwe. Wê demê serokeşîra me jî hebû. Serokên eşîrên me ne tenê axa bûn, wek pêşeng bûn. Ew bala serokeşîrê dikişîne. Serokeşîr, ji bo Heval Fuat gotibû, "Ev zarok dê bibe zarokekî pir cuda." Heval Fuat kesekî pir rêzdar û jîr bû, ji aliyê gundiyan ve jî gelekî dihat hezkirin. 
 
Ji ber ku wê demê li gundê me dibistan tûne bû, ew şandin gundê Ermeniyan ku nêzî gundê me ye. Ew jî li wir dixwîne. Yek ji mamosteyên wî hîn sax e û li Dortmundê dijî. Navê wî Ali Dagdevren e. Mamosteyê wî gelek caran ji bo wî digot; ew kesekî ku hê di zarokatiya xwe de pir xweş helbest dixwend bû. Dema ku mamoste ne amade bû, dersê radestî wî dikir û wî dersê dida. Heval Fuat wê demê ders dida zarokan. Heval Fuat, hê zarok bû, pêşbîniyên ku wê di pêşerojê de çi bikin û têkoşîna ku dê bidin, nîşan dida. Paşê li Erziromê dibistana navîn xwend. Her wiha li wê derê dikeve îmtîhanê û wê derê qezanç dike. Ji ber ku îmkana bavê min tunebû, serokê eşîra me wî digre û  dibê wê derê û pê re eleqedar dibe. 
 
Birayê te çawa bandor li ser jiyana te kir? 
 
Ez di sala 1965’an de ji dayik bûm. Heyama dibistana navîn a Heval Fuat, qet nayê bîra min. Ji ber ku Heval Fuat li Erziromê li dibistana şevîn dixwend. Pir kêm diçû û dihat. Bi piranî salên ku li Enqereyê li zanîngehê dixwend tên bîra min. Carekê birîndar bû û hat gund. Wê demê bi faşîstan re pevçûn derketiye û ji lingê xwe birîndar bûbû. Carinan di betlaneyê de dihat. Piştî ku kom li Enqereyê hat avakirin, yanî piştî ku ketin nava tevgerê (PKK) zêdetir dest bi hatina gund kirin. Di dema komê de bi hevalên jin û mêr re dihatin. Ew ji me re pir cûda dihat. 
 
Bi tevger, helwest, axaftin û nêzîkatiya xwe ya li hemberî hev gelek bal dikişandin. Loma jî me bi heyranî li wî dinêrî. Me bi baldarî guhdarî dikir. Hin gundiyan digotin: "Ev pîroz in." Jin û mêr rêz hûrmet nişanî hev didan. Di malên ku diçûn de alîkariya gundiyan dikirin. Li zeviyan dixebitîn û heywanan xwedî dikirin. Di van mijaran de alîkariya gundiyan dikirin.
 
Bîranîneke ku bandor li te kiriye heye gelo?
 

Kûçikekî me dir hebû. Rojekê heval hatin. Ji bo ku zêde nêzî kûçik nebin me ew hişyar kirin. Dema ku yek ji hevalên jin ji pêlekanan derdiket, kûçik ji paş ve dihat û piyê wê gez dikir. Fuat jî li wir bû. Fûat mîna ku bûyereke mezin qewimiye tevgeriya. Hevalekî ji aliyê kûçikekî li mala me ve tê gezkirin û birîndarkirin, ew gelekî êşiya. Wê demê li mala me ava hîdrojenê hebû. Dibe ku di rewşeke birîndarbûnê de ew bi xwe re anîbin; tam nayê bîra min. Fuat ji bo birînê derman bike ava hîdrojenê rijand. Ji ber vê kelecanê çend dilop ji ava oksîjenê jî ket çavê wî. Wî gelekî hevalên xwe diparast. Girêdan û hezkirina wî ya zêde ya ji bo hevrêyên wî bala min kişand.

 
Dîsa bi rengekî kolektîf perwerde didan û tim dixwendin. Me hîs kir ku em nikarin xwe bigihînin tiştên ku ew dikin. Ew ji rûniştina xwe heta xîtabê pir bandorker li derdora xwe dikirin. Dema mirov diaxivî, yên din bi baldarî guhdarî dikirin. Hemû jî di heman pozîsyonê de rûniştibûn. Di nav wan de çandeke ku bi awayekî xwezayî pêşketibû hebû. Ez gelekî bandor li terzê wan a jiyanê bûm.
 
 
Wî gelekî hevalên xwe diparast. Girêdan û hezkirina wî ya zêde ya ji bo hevrêyên wî bala min kişand
 
Rojekê min nameyek ji birayê xwe yê girtî Hayatî Denîz Kaytan wergirt. Min name da Fûat. Dema min pirsî, 'te xwendiye?' got ku nexwendiye. Min gazincên xwe kir û got, 'tu çawa naxwînî?' Bersiv da û got, 'Ez xwe ji xwendinê re amade hîs nakim'. Di wê kêliyê de ez pir bi bandor bûm. Min nêzîkatiya wî ya nazik a li hemberî vê fêm nekiribû. Ew îfadeya nirxê ku li ser mirovan danî bû. Mînak, Fûat carekê nameyek ji birayê xwe re nivîsandibû, jê re gotibû, 'Ez ji we re dinivîsim, lê ya rast ez ji hemû hevrêyên xwe yên girtî re dinivîsim. Tu qet ji me veneqetiyayî. Dibe ku em ne li heman cihên fîzîkî bin, lê belê em her tim bi hev re bûn. Em ti carî ji hev veneqetiyan. Vê yekê gelekî bandor li min kiribû.”
 
Sedemên ku ew kişand nava têkoşînê çi bûn? 
 
Bandorek ji tevgera ciwanên şoreşger hebû ku li Tirkiyê derdiket holê. Di destê me de wêneyên Denîz Gezmîş hebûn. Dayika min berê behsa darvekirina Denîz û yên din ên wê demê dikir. Bi ya min ew (wêne) heval Fuat anîbûn. Ji ber bandora wan komkujiyan, yekane xeyala bavê min ew bû ku zarokên wî bên perwerdekirin. Bavê min berî ku dest bi dibistana seretayî jî bike zarokên xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kiribû. Hemû xeyala wî ew bû ku ‘kurê min bixwîne, bibe qeymeqam, bibe qeymeqamê navçeyê, ew ê me rizgar bike’.
 
Heval Fuat gelek pirtûk anîbûn malê. Şoreşa Cotmehê, şoreşa li Çînê, têkoşîna rizgariya neteweyî ya li welatên Latîn Amerîkayê... Bavê min wê bi domdarî bigota, ''Me nekarî em bi ser bikevin. Kurd nebûn yek, hûn ê çawa bi ser bikevin?" û ji Fûat re bigota bixwîne. Digot, ''bikevin nav saziyên dewletê û dewletê ji hundir ve biguherînin''. Di sala 38 'an de hin xiyanet hebûn, di dema komkujiyê de hin lîderên eşîran li cem dewletê cih girtin û bavê min jî ji ber vê bandorê ev got. 
 
Daxwaza wî ya rizgariyê hebû, lê wê ji Fûat re bigota, "lê rêya vê ne ev e." Ji bo vê jî bavê min hemû pirtûkên Fuat di sobeyê de şewitandin. Diya min got ku şewitandina pirtûkan serê sibê dewam kir. Piştre Fûat hat pirtûkên xwe pirsî, diya min jî digot, ‘Bavê te ew şewitandine’. Fuat dê ji dayika min re bigota, ‘Bavê min pirtûkên min şewitandin lê belê ya di serê min de heye nikare bişewitîne’."
 
Eleqeya Kaytan a li ser wêjeyê baş tê zanîn. Helbestên wî jî hene ku wî nivîsandiye. Li ser van taybetiyên wî tu dikarî çi bibêjî? 
 
Eleqeya Heval Fuat ji bo wêjeyê pir bû. Belkî jî tecrubeyên ku bi serê wî de hatin bandoreke girîng li ser vê kir. Ji ber ku hem weke neteweyekê hem jî bi ferdî dîroka me bi êşê dagirtî ye. Helbest û roman nivîsandiye. Ez nizanim bê ka ji çanda Elevîtiyê bandor bûye yan jî ji bo cografyaya Dêrsîmê tiştekî taybet e yan na. Ew kesekî ku xwedî hêza hestyarî ya pir bilind û alîyekî hestyarî yê xurt bû. Heval Fuat bêyî ku bê guheztin qet nediaxivî. Dema li ser tiştekî kêfxweşî an jî hêrsa xwe hîs dikir, tiştên di hundirê wî de û fikrên di serê wî de wê biherikin. Zîrektiya wî ya hîsî bi taybetî berbiçav bû. Mîna derwêşekî bû, ew jî gelekî dilnizm bû. Ev aliyê wî ji kapasîteya kontrolkirina xwe hat. Hin kes hin zanyariyên teorîk bi dest dixin lê nikarin di kesayet an jî zîhniyeta xwe de guhertinekê biafirînin. Nikarin di hundirê xwe de bijîn. Ji bo vê jî gotinên ku ji devê wan derdikevin ji helwesta wan a jiyanê cudatir e. Ji ber ku ew hem birayê min e hem jî hevrêyê min e ez pê serbilind im.
 
Kaytan bandoreke çawa li malbatê kir? 
 
Fuat Heval herî zêde ji xwişka min Denîz (Ferîde) hez dike. Rojekê diya min diçe serdana Fuat. Diya min dipirse, ‘Tu çi dixwazî, tu bêrîya çi dikî?’ Dibêje ku ew bêriya xwişka min Denîz dike. Li ser dîwarê mala me kevirek hebû. Navên Haydar û Ferîde li ser wî kevirî nivîsandibû. Ji ber vê yekê ew li kevir neqandibû. Pir ji xwişka Ferîde hez dikir. Ji ber ku xwişka Ferîde her tim ew diparast. Rojekê, dema Fûat çay ji karkeran re dibe lingî wî dişimite û şûşeyên çay dişikên. Fuat ji bavê min ra got ku Ferîde şûşe şikandine. Ji ber vê yeke li Ferîdeyê xist. Ferîde ji bo ku li Hevalê Fuat nexin tiştek negot. 
 
Di pêvajoya amadekariya derbeya 1980'î de koman dest bi derketina derve kirin. Wê demê Fuat jî derket derve. Bavê min bi wî ra rêyeke dirêj meşiya. Piştre xwest destê bavê min maçî bike. Bavê min destûr neda û got, ‘Na, destê min maç neke. Em êdî heval in. Tu rihet be. Ji bo hevalên ku li pey xwe hiştine qet xeman nexwe. Ji bo min tu çi bî ew jî eynî ne. Ew jî zarokên min in’.
 
 
Bandoreke mezin li hemû ferdên malbatê kir. Birayê min niha di girtîgehê de ye. Diya min tim û tim dianî bîra me ku ji nirxên me dûr nekevin, ew jî jê bandor bûye.
 
Fuat pir hesas bû. Dema dihat gund hema çawa karê xwe diqedand ji malê derdiket. Piştî heval Fuat çû, komek heval hatin gund û demekê li mala me man. Bavê min gotibû ku xanî li nêzî emniyetê ye û ne ewle ye. Ji hevalan re got, 'karê xwe biqedînin û derkevin'. Bavê min bi şev çûbû kar. Dema danê sibehê dihat malê, heval hînê li malê bûn. Bavê min gelekî bi hêrs bû û destnîşan kir, 'Fûat qet wek we nedikir'. Dema Fuat çû cihekî, karê xwe dikir û yekser ji wir derdiket; Ew li ewlehiyê miqate bû. Bavê min timî hevalên xwe hişyar dikir, digot, 'ji çavên xwe jî bawer nekin'. Fûat jî ji ber ku Heval Fuat soz dabû ku ew ê hevalên xwe biparêze, bandora xwe li ser vê hebû.
 
Bandora Hevalê Fuat li ser ferdên din ên malbatê jî pir zêde bû. Bandoreke gelekî giran li dayika min, bavê min û hemû zarokên din kir. Mînak birayê min Hayatî Denîz Kaytan niha di girtîgehê de ye. Ji ber vê yekê em her tim bi baldariyeke mezin nêzî tevgerê, têkoşîna azadiyê bûn. Ji ber ku Heval Fuat di nava tevgera azadiyê de cih digirt, em hatibûn sirgûnkirin. Mesela em di sala 1980'î de sirgûnî Afyonê hatin kirin. Bavê min hat binçavkirin. Piştre hemû ferdên malbatê jî hatin binçavkirin. Dayika min her tim em hişyar dikirin. Mesela, eteka me hinekî kin bûya yan jî me makyaj li xwe bikira, wê bi gotina; ‘Tu girêdayî birayê xwe yî, entegreyî sîstemê nebe’ em hişyar dikir. Wê anî bîra me ku em ji nirxên xwe ji dûr nekevin.
 
Alî Haydar Kaytan bandoreke çawa li Dersîmê kir? 
 
Hinek heval hebûn ku li Dersimê bi Heval Fuat re man û piştre şehîd bûn an jî hatin girtin. Gelê Dêrsimê gelekî li wê komê bi bandor bû. Komên çep ên ji Tirkiyeyê jî hebûn. Lê belê gelê Dersimê got, 'Em dikarin mala xwe ji Apocûlar re bihêlin û biçin. Em dikarin hevjîn û keça xwe li mala xwe bihêlin û biçin'. Baweriyeke bi vî rengî dabûn. Ev pir girîng bû. Ji ber ku ev bandorên han heta niha jî berdewam in.
 
Te got Kaytan piştî derbeya 1980'an welat terk kir. Gelo te paşê dîsa ew dît û heke te dîtibe be, te çi hîs kir? 
 
Wan salan demekê me ji Heval Fuat agahî negirtibû. Herî dawî li Almanyayê hat girtin. Doza Dusseldorf a li Almanyayê navdar e. Wê demê dayika min hatibû ku wî bibîne. Min Heval Fuat di sala 1996'an de li Zapê dît. Ev hevdîtina me ya yekem bû. Ez ciwan bûm, Heval Fuat guherîbû, ez mezin bûbûm. Ez wê demê 30 salî bûm. Dîtina wî piştî van hemû salan, xwe gihandina tiştekî ku tu evîndar î û jê hez dikî.
 
Tu nas kirî? 
 
 
Ya ku Heval Fuat bextewar kir ew bû ku xwişk û birayên wî şopdarên rêya ku wî hilbijartibû, şopdarên rêya ku dimeşiya, peyrewên wî bûn. Vê yekê ew kêfxweş kir
 
Wî ez nas kirim. Ez pir kelecanî bûm. Di wê kêlîkê da, wî sîleyeka biçûk da min. Heval Fuat dema ku li gund bû tim wê li mirovên ku jê hez dikir sîle diavêt wan. Ev nîşaneya hezkirinê ya Heval Fuat bû. Dawîya dawî, cihê rêxistinû bû, ji ber vê ez nikarim pir nêzîk bibim. Hem yek ji damezrînerên tevgerê ye, hem jî yek ji kadroyên pêşeng bû. Ji ber vê yekê min hinekî mesafe girt. Ya ku Heval Fuat bextewar kir ew bû ku xwişk û birayên wî şopdarên rêya ku wî hilbijartibû, şopdarên rêya ku dimeşiya, peyrewên wî bûn. Vê yekê ew kêfxweş kir.
 
Taybetiya wî ya herî zêde bandor li te dikir çi bû? 
 
Heval Fuat bi giştî li akademiyan perwerde dida. Perwerdeya îdeolojîk. Fuat berî ku têkeve polekê, wekî ku biçe cihekî pîroz hazirî dikir. Ew dê serşûştin, tiraş kirin û divê cilên wî jî rind û paqij bin. Di vê mîhenga çiyayî de jî wisa bû. Mînak, vê yekê bandoreke mezin li min kir. Tiştên ku li wir axivî, di dawîyê da rastî bûn. Bi taybet fikrên Rêbertî (Ocalan) bûn. Jiyana xwe jî li gorî vê yekê bi rêxistin kir. Ev pir balkêş bû. Ji ber ku em heman tiştî nakin. Heke em bikin jî, ew ê hîn jî pir kêm, pir qels bûya. Maneya tişta ku em dikin çi ye? Çi îfade dike? Nirxê wê ji bo mirovahiyê çi ye? Haya me baş ji van tiştan nîn e.
 
PKK’ê kongreya xwe diyarî Kaytan û Riza Altûn kir. Tu di vê mijarê de çi difikirî?
 
Rêbertî pêvajoyeke nû da destpêkirin û bangewaziyek kir. Piştî bangê PKK’ê kongre pêk anî. Li ser banga Rêbertî guhertinên stratejik hatin kirin. Kongre diyarî herdu hevalan kirin. Em li aliyekî kêfxeş in û li aliyekî jî xemgîn in. Ji bo min hevalên şehîd nemir in. Em ê armancên wan di jiyan û pratîkên xwe de mayîn de bikin. Ango ew dijîn, ez wisa bawer  dikim. 
 
Te Riza Altûn nas kir? 
 
Dayika min ji bo dîtina hevalên xwe diçû girtîgehan. Dema li girtîgehê bû heval Riza ziyaret dikir. Diya min ji me ra qala wî dikir. Min bi Heval Riza re pir  dem derbas nekir. Lê kengê behsa heval Riza bê kirin mirov kêfxweş dibe. Ji ber ku Heval Riza hevalekî pirreng bû. Aliyê wî yê herikbar û zindî hebû. Şaş nebim Heval Duran Kalkan gotiğe di Heval Riza de taybetiyên Kemal Pîr hene. 
 
Bêwestan bû, ji aliyê fîzîkî ve çalak bû, kesekî ku fikrên xwe sînordar nedikir û gelekî dixwend. Ew kesekî wisa bû ku bi zanîna xwe diçû her derê şopek hiştibû. Ew mirovekî tijî kêfa jiyanê bû. Windakirina Heval Riza hem di têkoşîna azadiya Kurd de hem jî ji bo gelê me bi giştî wê valahiyeke cidî derxist holê. Wezîfeya me ew e ku em jiyana wan jiyanî bikin, bixin pratîkê. Wan her kêlî heta herî tijî dijiyan. Ji ber vê yekê hem di nava têkoşînê de hem jî di nava jiyanê de bi temamî jiya. Têkoşîneke têr û tije dan meşandin 
 
Alî Haydar Kaytan dibêje ‘Em tevgera rê ne’. Niha di vê ‘rêyê’ de pêngaveke dîrokî heye. Di vê deme de di vê ‘rêyê’ de gerek meşek çawa hebe?
 
Ez dixwazim Rêber Apo bi hezkirin û rêzdarî silav bikim. Ez di wê baweriyê de me ku di nava her mirovî de cewherek heye. Lê belê, ya rast, Rêbertî vê cewherê derdixe holê. Dilsoziya Heval Fuat a ji bo Rêbertî jî cuda bû. Bi rastiya Rêbertî ve girêdayî bû. Bi têgihiştina rastiya Rêbertî ve girêdayî bû. 
 
Weke gelê Kurd pirseke me ya nasnameyê heye. Lê belê pirsgirêka me ne tenê ev e. Edalet, wekhevî, azadî... Li rewşa niha ya li Dêrsimê dinêre, hin tişt bi êş in. Berê çanda komunal a li Dêrsimê hebû. Lê polîtîkayên taybet ên dewletê ew avaniya civakî ya li Dêrsimê xirab kir. Armanc ew bû ku civakîbûna li wir ji holê rakin, çand û komunalbûnê ji hev belav bikin.
 
 
Wan nirxên mezin afirandin. Niha jî ji bo bîranîna Heval Fuat û Heval Riza pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Divê em li vê pêvajoyê xwedî derkevin. 
 
Hevalên mîna Heval Fûat û Heval Riza ev nîv sedsal in têdikoşin. Nirxên mezin derxistine pêş. Çanda jiyanê, felsefeyeke jiyanê ava kirin. Vê yekê ne tenê di nava Kurdan de li qada navneteweyî jî bandoreke cidî afirand. Bi felsefeya jiyanê û têgihiştina civakê ya Rêbertî têkoşiyan.
 
Ji bo vê jî ez dixwazim bangekê li gelê Dêrsimê bikim; divê gelê Kurd û civakên din xwedîtiyê li nirxên derketine holê bikin Mînak, helbesta Heval Fuat a 'Ez mirov bûm' li ser Hakî Karer hatiye nivîsandin. Heval Fuat yek ji hevalên heval Hakî Karer ên destpêkê ye. Heval Hakî Karer dema şehîd ket, Rêbertî jî di bîranîna xwe de rêxistinbûna partiyê pêş xist û partî ava kir. Niha jî ji bo bîranîna Heval Fuat û Heval Riza pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Yanî pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' e. Pêkanîna aştiyê yan jî pêşvebirina civaka demokratîk, mijareke zîhniyetê ye. Civakeke demokratîk ew çend hêsan nîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi taybet û bi giştî pergala modernîteya kapîtalîst heye û ev jî di civakê de bûye sedema tevliheviyên cidî Ji ber vê yekê, weke bersiva li van berdêlên giran, divê em hîn bêhtir bi hişmendî, aktîf û bi têgihiştineke baştir tevlî vê pêvajoya nû bibin.
 
Bangî gelê me dikim: Eger em bi rastî jî girêdayî nirxên mezin ên ji aliyê Kurdistanê ve hatine anîn in, divê em îdealên wan jî esas bigirin. Di vê serdema nû de divê em destekê bidin têkoşîna wan. Ji bo pêkanîna pratîk a vê pêvajoya nû çi pêwîst be divê em bikin.
 
MA / Dîren Yurtesever
 

Sernavên din

16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin
13:06 Kongreya NADA’yê: Em teşe bidin nexşerêya xwe ya civaka demokratîk
12:43 Bîranîna Kaytan û Altûn: Kevneşopiyeke mezin ava kirin
12:29 Ji çiyayên Wanê ber bir bazaran ve
12:16 Endamê Koma Aştiyê Tunç: Divê mercên xebatê yên Abdullah Ocalan bên avakirin
11:48 Mûstafa Mesût Tekîk bi bîr anîn: Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir
11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike