DÊRSIM - Kader Akgul ku kurê wê Alî Hasan Akgul ji bo daxwazên wî pêk bên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ye, got: ““Bila her kes li dijî girtîgehên bi tîpa bîrê derkeve û bibin dengê zarokên me.”
Alî Hasan Akgul (26) ê ku li Girtîgeha Enqere Sîncanê a Ewlekariya Bilin tê ragirtin, ji bo sewqa girtîgehên ne bi tîpa S, R û Y’ê bê kirin, kete çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û çalakiya wî di roja 112’emîn de ye. Dayika Alî Hasan Akgul, Kader Akgul (45) ji bo zarokê xwe yê di greva birçîbûnê ya bêdem de gelek çalakî li dar xist.
Kader Akgulê diyar kir ku daxwazên kurê wê mirovî ne û dikarin bên cîbicîkirin û bangî Wezareta Dadê kir. Kader Akgulê bibîr xist ku kurê wê ji ber ku girtîgehên tîpa bîrê qebûl nekiriye ketiye çalakiya greva birçîbûnê û wiha axivî: “Kurê min di 19’ê Kanûna 2024’an de li Stenbolê hate girtin û sewqî Sîlîvriyê bû. Piştî ku li Girtîgeha Sîlîvriyê mehek ma, di 2’ê Sibatê de sewqî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bû. Ji ber sewq û kiriyarên dermirovî, ji Wezareta Dadê re daxwaznameyek şand û ji ber mercên li vir bo cihekî din daxwaza sewqê kir. Li vê girtîgehê rojê nabînin. Wezareta Dadê tu bersivek neda daxwaza wan. Kurê min ji 18’ê Sibatê û vir de ketiya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem."
‘DAXWAZÊN MIROVÎ NE DIKARIN BÊN CÎBICÎKIRIN'
Kader Akgulê diyar kir ku kurê wê xwestiye li girtîgehên ‘tîpa bîrê’ neyê sewqkirin û wiha pê de çû: "Hefteya bihurî keça min çû hevdîtina wî. Kurê min û hevalê wî Alî Araç rewşa wî xirab e, pir kîlo winda kiriye. Ji ber windakirina germahiya laş, çend qat kinc li ser hev li xwe kirine û derketine hevdîtinê. Di hevdîtnê de xwestine wêne bikşînin lê gardiyanan jê re gotine makîne xerabe ye. Makîne xerabe nîne, naxwazin wêne bi raya giştî re bê parvekirin. Zarokên me di qawîşên ku roj lê naxe, hewa nastîne de tên ragirtin. Daxwazên zarokên me mirovî ne û dikarin bên bicihanîn."
Kader Akgulê, banga hestiyariyê ji bo raya giştî kir û got: “Bibin dengê zarokên me yên ku li dijî girîgehên tîpa bîrê di çalakiya birçîbûnê de ne.”