MÊRDÎN - Tehliyeya girtî Nûrcan Aslan bi hinceta ku 'poşman nebûye' 3 mehan hat taloqkirin.
Tehliyeya Nûrcan Aslan a ku di salên 2015-2016'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de hatibû girtin, 3 mehan hat taloqkirin.
Nûrcan Aslan a li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin, di dema telefonê de bi malbata xwe re diyar kir ku serbestberdana wê ji aliyê Desteya Şopandinê ya Girtîgehê ve bi hinceta "ji bo ewlekariya cemaweriyê tehdît dike, ji nû ve tevlî civakê bibe amade nîne, perwerdeya xwe dewam nekiriye" û "ti nîşaneyên poşmaniyê nîşan nedaye" hat taloqkirin.
Nûrcan Aslan diyar kir ku desteyê bêyî hevdîtina bi wê re raporek amade kiriye û destnîşan kir ku serbestberdana gelek girtiyên din jî hatiye taloqkirin