Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin

  • jin
  • 17:25 22 Hezîran 2025
  • |

AMED - Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur encamnameya 3’yemîn konferansa xwe aşkera kir û got: “Yekitiya neteweyî, têkoşîna çand û zimên, parastina jiyana azad û pêşengtiya jinan a di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn yên vê serdemê ne. jin dê di avakirina civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin.” 

Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur, di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” û bi beşdariya 101 delegeyan li dar xist. Encamnameya konferansê li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat aşkerakirin. Kurdiya encamnameyê, ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ve ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, hate xwendin. 
 
Encamname wiha ye: 
 
“Konferansa me, bi armanca ku rol û mîsyona Jina Kurd a di warê avakirina yekitiya neteweyî, parastina çand û zimanê Kurdî, parastina nirxên civakî û avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk binirxîne û bi îradeyek hevpar nexşeriyeke têkoşînê diyar bike civiya.
 
Dîrok bi berxwedêriya jinê bi wate bûye; ax di destê wê de veguheriye hilberînê.  Jin; a ku dengê xwezayê bihîstiye, jiyan bi hîsek bêdawî xwedî kiriye û her aştî parastiye. Ev heqîqeta ku di bîra berxwedanê ya jinên Kurd de veşartî ye, îro bûye çirûska riya azadiya mirovahiyê jî.
 
JIN BÛNE TIRSA HERÎ MEZINA DESTHILATDARIYA NÊR
 
Têkiliya ku bi xwezayê re ava kiriye ne tenê ji bo domandina jiyanê ye; di heman demê de bingeha wateyê, bereketê, çerxîbûn û hebûna kolektîf e. Di vê gerdûna ku ax dayik e, av jiyan e, agir giyan e û hewa gotin e de, jin bûne zimanê hevpar, dengê hevpar û wijdanê hevpar yê hemûyan. Ji ber vê sedemê, jin bûye hedefa yekem a zîhniyetên serdest û pergalên tehakûmê; ji ber hebûn û hêza wê ya birêxistinkirina jiyana azad de, bûye tirsa herî mezin a desthilatdariya nêr.  
 
HETA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE 
 
Jina Kurd, di tevahiya dîrokê de hem li dijî kolonyalîzmê û hem jî li dijî desthilatdariya patrîyarkal têkoşiya ye; bedena xwe, nasnameya xwe û xwezaya xwe parastiye û pêşengtiya rêwîtiya azadiya gelekî kiriye. Ev konferans, banga veguhêstina mîrateyeke qedîm a ji rabirduyê ber bi dahatuyê ve ye. Banga mezinkirina rola jinê ya di avakirina aştî û birêxistinkirina civakî de ye. Ji ber ku em baş dizanin; heta jin azad nebin civak azad nabe, heta xweza neyê parastin jiyan ava nabe û aştî beyî jinê pêk nayê.
 
Di pêvajoyeke ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û şer û pevçûnên li ser gel, ol û baweriyan pêk tên de lidarxistina vê konferansê hêviyên me jinan ên ji bo siberojê, mezintir dike. Desthilatdarên cîhan û herêmê, çawa ku bi sedan sal e li ser erdnîgariya herêmê û bi taybetî jî li ser Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe, bûne sedema qirkirina çand, ziman, nasname û baweriya gelan û her wiha talan û tunekirina xwezayê, polîtîkayên xwe îro jî didomînin.
 
ŞERÊ ÎSRAÎL-ÎRANÊ Û FIKARÊN TIRKIYEYÊ
 
Îro şerê herî germ, şerê di navbera Îran û Îsraîlê yê ku îro Amerîka jî tev li bûye, Tirkiye jî di nav de çavê hemû cîhanê li ser vî şerî ye. Ev tabloya Rojhilata Navîn ku bi salan berê rêzdar Abdullah Ocalan bi pêşbîniyên xwe yên siyasî pênase kiribû û wek Şerê 3’yemîn ê Cîhanê bi nav kiribû, aşkeraye ku îro herî zêde Tirkiye jê bi fikar e. Ew jî dizane ku ger dev ji zext û polîtîkayên tunekirina gelan bernede û di çerçoveyek demokratîk de maf û azadiyan nas neke, dê ji rewşa şer xelas nebe û dor were wê.
 
NEXŞERÊYA ÇARESERIYÊ BANGA ABDULLAH OCALAN E 
 
Wek hemû netew-dewletên ku ji bo parastina hebûna xwe li rêbazên cur be cur digerin, Dewleta Tirk jî îro ji bo ku xwe ji vî şerê ku navenda wî Rojhilata Navîn e biparêz e, polîtîkayên xwe yên qirkirin û tunehesibandinê ku ev sed sale li ser Kurdan dimeşîn e di asteke cuda de nîqaş dike û bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevditinan dike. Nexşerêya ku di serî de gelê Kurd û hemû gel û baweriyên cuda pê bibin xwedî mafê hevpar û wekhev yên jiyanî û nasnameyî, nexşerêya ku rêzdar Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi navê ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk’ îlan kir e. Erk û berpirsiyariya me Jinên Kurd jî ew e ku em ji bo mîsogerkirina daxwaz û mafên gelê xwe, li vê bangê xwedî derkevin.
 
FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ DIKARE ŞER BI DAWÎ BIKE
 
Em jin dizanin ku zîhniyeta partriyalkar li ser bingeha şer û tundiyê ava bûye û roj bi roj vê pergala xwe xurt dike û wê dide jiyîn. Têkoşîna ku heta niha jinan bi hêza xwe ya cewherî ya bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemberî zilm û zordariya vê pergalê dane, dikare komkujiya li ser gelan, şer û tundiya nava civakê jî rawestîn e û rê li ber aştiyê veke..  
 
BIRYARÊN HATINE DAYÎN 
 
Di encama nîqaşên me yên du rojan de biryarên derketine holê ev in; 
 
* Yekitiya Jinên Kurd: Pêdiviyên wê yên dîrokî û aktuel biryarên konferansa me
 
Têkoşîna jinên Kurd a di warê neteweyî, çandî û civakî de encama mîrateya berxwedaneke dîrokî û pêdiviyên siyasî yên heyî ye. Îro avakirina Yekitiya Jinên Kurd jî ji tercîhekê wêdetir, berpirsiyariyeke dîrokî ye ku divê her jinek Kurd bi vê berpirsyariyê li hemberî her cure polîtîkayên înkar, qirkirin û bişaftin yên li ser gelê Kurd têbikoşe ye. Konferansê biryar da ku dê ev yekitî li ser bigeheke ku sînoran derbas bike, tecrûbeyên jinên Kurd ên li her çar aliyê Kurdistanê li hev bicivîn e, birêxistinkirina xwe xurt bike, avabûyîna xwe ji nû ve binirxîne û ji bo avakirina yekitiya neteweyî bibe hêza herî dînamîk û veguherîner.
 
* Mîsyona jinê ya di parastin û veguhastina çanda Kurdî de
 
Jina Kurd ku hilgira çanda Kurdî, hêza wê ya afirîner û veguhêzkar e, di heman demê de xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ya ku wê mîrateyê bigihîne nifşên nû. Jin divê rola xwe ya kirdebûyîna afirîner û veguhêzkar a çandê bilîz e. Ji dengbejiyê heta cil û bengên gelêrî, ji xwarinê heta folklorê her parçeyekî nasnameya Kurdîtiyê bi keda jinê hatiye honandin. Konferansa me biryar da ku em jin di warê hilberîna çandî de roleke mezintir bigirin û pergalên zanîna kevneşopiyên çandî û zayendperestî ji hêla jinan ve ji nû ve bên vejînin. Herwiha ji bo hevgirtinek çandî û hunerî her sal bi awayekî rêk û pêk li aliyekî Kurdistanê mihrîcanên neteweyî yên çandî û hunerî bên lidarxistin.
 
* Rola jinê ya di parastin û pêşxistina zimanê Kurdî de
 
Jiyîn û pêşketina zimanê Kurdî bingeha nasnameya neteweyî ye. Jin xwedî roleke navendî ya ku, ji veguhestina zimanê nava malbatê bigirin heta perwerdehiyê, ji wêjeyê bigirin heta hilberîna medyayê derdikeve pêş e. Konferansa me biryar da ku di vê çerçoveyê de, jin bi berpirsiyariya ku zimanê Kurdî ragihînin nifşên nû, her jinek bibe kirdeya înîsiyatîfên herêmî yên zimanê Kurdî, wan di nava torekê de bîcivîne, têkoşîna zimanî berfireh bike, li hemberî nêzîkatî û hişmendiya ku ‘zîmanê Kurdî zimanekî kêm e, ne zimanê zanistê ye’ têbikoşe û bibe parêzvana herî xurt a doza daxwaza perxwerdehiya bi zimanê dayikê û misogerkirina zimanê Kurdî. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û ji gelê Kurd re statû.
 
* Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û polîtîkayên qirkirinê
 
Tundiya piralî ya li ser jinên Kurd, ne tenê li ser bingeha zayendî ye; di heman demê de xwedî aliyekî neteweyî, çînî û siyasî ye jî. Polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê, mîlîtarîzm, xizanî, koçberiya bi darê zorê û bişaftina çandî, beden û jiyana jinên Kurd dorpêç kirin e. Konferansa me biryar da ku hişmendiya xweparastinê di asta herêmî û neteweyî de li dijî van êrişên piralî bilind bike, torên hevgirtina jinan xurt bike û xetek têkoşînê ya hevpar ava bike. Ne tenê têkoşînek zagonî, di heman demê de têkoşîneke civakî ya birêxistinkirî dikare li dijî tundiyê bibe bingehek xurt.
 
* Mîsyona jinê ya di avarina aştî û civaka demokratîk de
 
Jinên ku di rewşên şer de berdêlên herî giran ew didin, di heman demê de damezirînerên aştî û jiyana demokratîk in. Em jinên Kurd, dibêjin ku divê li gel bêdengkirina çekan, pêvajoya aştiyeke bi rûmet û mayînde ku edalet tê de were sazkirin û maf li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev werin misogerkirin jî dest pê bike. Konferansa me diyar kir ku yek ji armanca herî sereke ew e ku ev platform di pêvajoya avakirina civakeke demokratîk a ku li ser bingeha perspektîfa rêzdar Abdullah Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê roleke çalak bigire û hevgirtina jinan a herêmî, neteweyî û navneteweyî di vî warî de zêde bike.
 
ENCAM Û BIRYARDARÎ
 
3’yemîn Konferansa me; bi hevberkirina bîra jina Kurd a kolektîf, tecrûbeyên xwe yên têkoşînê û hêviya xwe ya siberojê serdemek nû îlan dike. Yekitiya neteweyî, têkoşîna çand û zimên, parastina jiyana azad û pêşengtiya jinan a di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn yên vê serdemê ne.
 
Ew hêz û tecrûbeya têkoşîna jina Kurd ku pê gihîştiye vê astê, dikare di avakirina civakeke demokratîk de jî roleke sereke bilîz e. Bi jina azad, civaka azad. Bi çand û zimanê azad, nasnameya azad misoger dibe. Bijî yekitiya jinên Kurd! Bijî têkoşîna hevpar a jinên Kurd! Jin, jiyan, azadî!” 
 

Sernavên din

29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe li cihê hatin darvekirin tên bibîranîn
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
09:01 ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:40 Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
27/06/2025
16:30 Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
16:28 Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
15:43 Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
14:24 Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê
13:46 Mamosteyê ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 28 sal ceza lê hatibû birîn winda ye
13:11 Abdullah Ocalan: Şêx Seîd dengê gel bû û li dijî zilmê paşve gav neavêt
12:05 Cemiyeta Rojnamegeran a Şirnexê: Em bi Zeynep Durgutê re ne
11:59 Ji bo îtîraza li dijî biryara Doza Kobanê ku 32 hezar rûpel e tenê 7 roj dem dan!
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:07 Tehliyeya hevşaredara berê bo 3 mehan hate astengkirin
11:04 Ayşegul Dogan: Pêdivî bi geşedanên pêvajoyê xurt dikin heye
10:37 Ji Amedê bo desthilatê bang: Gav biavêje, dawî li operasyonan bîne
10:32 Şaredariya AKP’î ji bo îhaleyên ‘nelirê’ hincet kir ‘ewlehî’!
09:27 Jinan ji bo mihrîcana Gimgimê bang kir
09:20 Meral Daniş Beştaş: Geşedanên li Rojhilata Navîn ji Tirkiyeyê re dibêje ‘pirsgirêkên xwe çareser bike’
09:18 Nûran Seçkîn a di şer de 4 kes ji malbata xwe winda kir: Divê dewlet gavên lezgîn û şênber biavêje
09:03 Xelkê Wan û Qersê krîza aborî nirxand: Çareserî, aştî ye
09:03 Bavê ku 2 zarokên wî di bin payerêyê de hatin veşartin: Dê aştî êşa me sivik bike
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:54 Li Şirnexê 5 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
26/06/2025
17:04 Bakirhan di hevdîtinên li Ingilistanê de ji bo pêvajoyê ‘piştgirî’ xwest
16:55 Bersiva pirsa ‘bombeavêja Uytun qetil kirî aydê kê ye?’ nayê dayin
16:23 Rojnamegera Zeynep Durgut giliyê ‘çeteya fihûşê’ ya gef xwaribû kir
16:10 Bayindir: Dê têkoşîna gelê me bi Ocalan re bi ser keve
15:46 Danişîna doza Ayşe Surucu hate taloqkirin
15:22 Tehliyeya Başaran bi hinceta ‘ji bo civakê xetere ye’ hat taloqkirin
14:10 Dadegeha Îstînafê di doza tecawiza li dijî zarokan û fihûşê de xwest ceza bê zêdekirin
13:10 ‘Nobeta Azadiyê’ di sala 14’an de ye
13:05 MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
12:58 Ji bo rojnameger Ertaş biryara beraetê hat dayin
12:49 Der barê rojnameger Berîvan Kûtlûyê de doz hate vekirin
12:21 Ji bo belavkara rojnameyê 2 sal û mehek ceza hate dayîn
12:17 Doza Hevşaredara Hênê hate taloqkirin
11:58 Dubbins ji bo pevajoyê hişyarî da YE’yê: Ji destçûna firsendê dê felaket be
11:54 Îkram Balekanî: Li Îranê çareserî Konfederalîzma Demokratîk e
11:13 Gelê Çerkes pêvajo nirxand: Demokrasî pirsgirêka hemû gelan e
11:11 Şandeya Îmraliyê: Pêvajo derbasî qonaxeke girîng bû
11:10 Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bi dawî bû
10:45 DFG: Em bi Zeynep Durgutê re ne û dê dev ji kesên gef xwarin bernedin
10:43 Şewata li Foçayê mezin dibe: 20 xanî hatin valakirin
10:32 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Kurtulmuş re dest pê kir
10:25 Dê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ bê lidarxistin
09:59 Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin
09:43 Gef li nûçegihana me ya ‘Çeteya Fihûşê’ derxistî holê hat xwarin: Em ê dev ji te bernedin