Li gelek bajaran merasîma bibîranînê: Xeyalên wan nîvco neman

  • rojane
  • 15:45 20 Tîrmeh 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - 33 ciwanên ku di Qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, li ser goristanên xwe hatin bibîranîn. Di bibîranînan de peyama “Xeyalên wan nîvco neman” hat dayîn.

 
Di ser êrişa xwekuj li dijî ciwanên ku dema dixwestin beşdarî avakirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin û ji zarokan re pêlîstokan bibin, li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bûn, 10 sal derbas bûn. Ciwanên ku di çarçoveya kampanyaya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ve bi dirûşma "Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin" hatibû destpêkirin de kom bûn, dixwestin di 20’ê Tîrmeha 2015’an de berî ku ber bi Kobanî ve biçin, li Navenda Çanda Amara daxuyaniyekê bidin. Êrişa xwekuj a DAIŞ’ê bû sedema mirina 33 kesan û birîndarbûna zêdetirî 100 kesan.
 
Kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn, li gelek bajaran bi çalakiyên cuda ve hatin bibîranîn.
 
HATAY
 
Okan Pîrînç ê ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest da, li ser goristana xwe ya li navçeya Antakya ya li Hatayê hat bibîranîn. Tevî malbata Pîrînç, malabta Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) ê k udi 18’ê MLKP’î û di 18’ê Hezîrana 2015’an de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê encama teqîna mayînê jiyana xwe ji dest dabû, nûnerên ji Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, partiyên siyasî û saziyên civakî beşdarî merasîma bibîranînê bûn.
 
Li ser navê Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Osman Kara, diyar kir ku dengê ku li pêşiya Navenda Çandê ya Amarayê bilind bû, di 10 salan de bû dengê milyon kesan û ev tişt got: “Edaleta ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî ye. Di 10’emîn salvegera qetlîamê de em daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin. Bila hemû berpirsiyarên doza Pirsûsê bên darizandin. Em soza bicihanîna xeyalên 33 ciwanan didin.”
 
RIHA 
 
Kasim Deprem û Osman Çîçek, li navçeya Pirsûsê li ser gora xwe hatin bibîranîn. Di merasîmê de dirûşma “Şehîdên Pirsûsê nemir in” hat berzkirin û li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, Hevserokê Şaxa Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Yasîn Aktaş axivî. 
 
Merasîm, piştî danîna qurnefîlan li ser goran bi dawî bû.
 
ŞIRNEX
 
Ûgûr Ozkan (Hogir), li ser gora xwe ya li navçeya Cizîr a Şirnexê hate bibîranîn. Tevî malbata Ozkan, nûnerên MEBYA-DER, endamên Dayikên Aştiyê yê Şirnexê, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredarê DEM Partiyê û gelek kesên din beşdarî merasîma bibîranînê bûn. 
 
Bavê Ozkan Mehmet Ozkan, got: “Ûgûr şehîdê têkoşînê ye. Dema şehîd bû partî, xwedî lê derket. Serê min, bi kurê min ve bilind e. Em gelekî bindest in.”
 
Bibîranîn, piştî danîna çîçekan li ser gorê ve bi dawî bû. Piştre li avahiya Rêxistina DEM Partî ya Navçeyê, ji bo bibîranîna kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji deset dane sînevîzyon hat nîşandan.
 
AMED
 
Li Amedê Veysel Ozdemîr û Nazli Akyurek li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên ku bi pêşengiya Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê hatin cem hev. Di despêkê de Ozdemîr li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a li Rezan hat bibîranîn. 
 
Piştre Nazli Akyurek, li ser gora xwe ya li Goristana 450 Evler hat bibîranîn. Endamê SDGF’ê Mûhammed Altinkaya got: “Dê navên 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ neyê jibîrkirin û tu xeyalên nîvco nemînin.”
 
Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk, got: “Ji bo cihbicikirina xeyalên wan em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Di merasîmê de qurnefîl danîn li ser goran.
 
DÊRSIM 
 
Çagdaş Aydin, li ser gora xew ya gundê Guney Konak ê li navçeya Pûlûr a Dêrsimê hat bibîranîn. Beşdarên merasîmê, qurnefîl li ser gorê danîn.
 
COLEMÊRG 
 
Suleyman Aksû, li ser gora xwe ya li navçeya Gever a Colemêrgê hate bibîranîn. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn û li ser gora wî wêneyên wî, pêlîstok û qurnefîl hatin danîn. 
 

Sernavên din

24/07/2025
14:55 Rêxistinên Rojnamegeriyê: Sansur didome
13:35 Ciwanên Ewropî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Mihrîcana Munzûrê dest pê kir
13:03 88 Xelatgirên Nobelê bi nameyekê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
12:30 Cemîl Bayik: Em ne efûyê, qanûnên azad û demokratîk dixwazin
11:56 Der heqê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê de lêpirsîn hate destpêkirin
10:57 Rêxistinên hiqûqî ji bo mafê hêviyê danezaneke pêşkêşî Komîteya Wezîran kirin
09:57 Meclisa Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekalî ve nabe
09:12 Li Bazîd û Mêrdînê konferansên 'pêvajo' û 'yekîtiyê'
09:11 Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
09:10 Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
09:09 Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
09:08 Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2025'AN
23/07/2025
23:24 Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
23:13 Li Şirnexê civînên gel
16:44 DEM Partî: Em li her bajarî ‘Platforma Aştî û Demokrasiyê’ ava bikin
16:28 Li Edeneyê kargeha ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hate lidarxistin
15:57 Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
15:29 Li Siwêdayê hezar û 311 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:13 Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
13:46 Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
13:01 DEM Partî: Mîrateya Emîne Ocak dê di têkoşîna me ya edaletê de bijî
12:48 Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
11:54 Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
10:54 Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
10:15 Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
09:57 Hezar û 500 civînên gel: Bi hezaran re pêvajo hate nîqaşkirin
09:45 Li Ûrlayê şewata li daristanê didome
09:41 Rojnamevanên ku li Rîzeyê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
09:29 27 salan li dijî 'zilmê' li ber xwe da
09:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter didomin
09:12 Nexweşxaneyê tenê cihê kar ê kesê ku destdirêjî kir guherand
09:07 Dilbihar: Azadiya kurdî xeta me ya sor e
09:04 Li Qaxizmanê dema mişmişên hişk dest pê kir
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
08:33 Emîne Ocakê jiyana xwe ji dest da
22/07/2025
22:24 CHP: Em dixwazin tevkariyê li komîsyonê bikin, lê ya girîng pêvajo bi şefafî bê meşandin
22:15 Li Şirnexê ji 55 rêxistinên sivîl piştgirî ji bo pêvajoyê
19:40 Partiya Memleketê hat girtin
19:34 Ji bo girtiyên li Bolûyê kampanyaya hasthagê
17:20 Kesê ku îşkence li zarokan kir serbest hat berdan
16:27 Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ya têkildarî Girtîgeha Evînê
16:08 Werîşe Muradî: Rêveberiya xweser tekane rê ye ku dikare azadiyê bi rûmeta mirov re bike yek
16:07 PSAKD bertek nîşanî Bahçelî da: Em hemwelatiya wekhev dixwazin
15:30 Li Siwêdayê agirbest hate binpêkirin
15:29 Ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqî ji bo Fatma Tokmak bang
15:15 Iraqê biryara şandina mûçeyan da
14:55 Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
14:48 ‘Em ê bibin dengê jinên Elewî û Durzî’
14:19 Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
14:18 Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
13:36 Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
13:35 Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
12:41 Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
12:04 Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
11:36 Trump: Ger hewce bike em ê dîsa bikin
11:19 Jinên Elewî: Cewhera heqîqetê dayik e, ev giyanê ji nû zindî be
11:07 Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
10:48 Bakirhan: Komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike
10:32 Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
09:31 Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
09:23 Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
09:11 Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
09:08 Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
09:07 Bêrîvanên li Zozana Sunduzê ji rewşa aboriyê ne razî ne
09:05 Zarok di betlaneya havînê de fêrî Kurdî dibin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN
21/07/2025
18:34 Li Xezeyê 19 kes ji birçîna mirin
18:23 Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin
15:46 Civîna Serokê MÎT’ê û DEM Partiyê dest pê kir
15:34 Leşker gef li girtiya nexweş xwar: Em wê ji holê rakin
14:32 Civîna Kurtulmuş û Bahçelî dest pê kir
14:29 Gelek êş kişand û rasti neheqiyan hat: Em wekheviyê dixwazin
14:24 CHP’ê giliyê dozger Gurlek kir
14:23 TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin
14:22 Peymana petrola Tirkiye û Iraqê ya 53 salan ber bi dawî dibe
14:07 Li Bangladeşê balafireke şer ket kampusa zanîngehê
13:59 Li Herêma Federa ya Kurdistanê 82 roj in mûçe nayê dayîn
13:51 Li Ewropayê dê ji bo Ocalan meşa azadiyê bê lidarxistin
13:30 Gola ku gundiyan çêkirin ziwa bû û bi hezaran masî mirin
13:24 Halîde Turkoglû: Em ê jiyana azad û wekhev ava bikin
13:00 Cara duyemîn e tehliyeya girtiyê 30 salan hate astengkirin
12:53 Gelê Hondurasê: Ramanên Ocalan îlhameke mezin dide me
12:47 Berdevkê Partiya Komunîst a Avusturyayê: Divê piştgiriyê bidin daxwaza Kurdan a aştiyê
12:02 Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
11:59 Jin dê bi pêşvebirina rêxistinbûnê tevli pêvajoyê bibin
11:45 Serokê MÎT’ê dê biçe serdana DEM Partiyê
11:36 Li Girtîgeha Bolu tehliyeya 35 girtiyan hate astengkirin
11:13 Çerkez dixwazin di komîsyonê de cih bigirin
10:51 Kampanyaya îmzeyê: Em dixwazin beşdarî pêvajoyê bibim
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha hiqûqî nebe nabe’ derket
09:47 Li Kurdistana Federe 9 meh in hikûmet nayê damezirandin
09:11 Li gundên Pasûrê pirsgirêka av û rê: Welatî çareseriyê dixwazin
09:09 Daxwazên welatiyên Êlihê yên têkildarî pêvajoyê
09:06 Li dijî hewaya germ: Ava sûsê
09:00 ROJEVA 21’Ê TÎRMEHA 2025’AN
20/07/2025
16:59 Piştî 7 salan ji bo Cesen û Gozeten şîn hate danîn
16:29 Li Nisêbînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da