Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e

  • ciwan
  • 09:51 3 Tebax 2025
  • |
img
ENQERE - Endamên Meclisa Ciwanên HDK'ê bal kişandin ku ji bilî komîsyona ku dê li meclisê bê avakirin, bi guhertinên destûra bingehîn çareseriyên demdirêj dikarin pêk bên.
 
Komîsyona ku dê di çarçoveya 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de li meclisê bê avakirin dê civîna xwe ya yekemîn di 5'ê Tebaxê de pêk bîne. Di civînê de wê prosedur û prensîbên xebatê yên komîsyonê werin nîqaşkirin û li ser esasê nirxandinên endaman biryar werin girtin. Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dan xuyakirin ku li gel xebatên komîsyonê yên ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd, guhertinên destûra bingehîn jî pêwîst in.
 
GUHERTINA DESTÛRA BINGEHÎN
 
Elîf Aslan diyar kir ku komîsyona li meclisê bê avakirin di warê pêvajoyê de girîng e û wiha got: "Yên ku wê di pêvajoyê de cih bigirin, pêwîste ji aliyê hiqûqî ve bê mîsogerkirin. Ji bo ev pêvajo veguhere destketiyên mayînde, hin guhertinên di asta parlamenterî yan jî destûra bingehînî de pêwîst in." Elîf Aslan da zanîn ku mafên çandî yên Kurdan û gelên din ji dest tên girtin û ji bo guhertina van polîtîkayan pêwîstî bi rêziknameyên destûra bingehînî heye.
 
Elîf Aslan anî ziman ku divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) jî bê rakirin û wiha got: "Yên ku raporên wan hene diyar dikin ku nikarin di girtîgehê de bimînin, hê jî li hundir in. Tevî biryarên DMME jî bersûcên doza Kobanê tên ragirtin. Eger qanûnên heyî bi cih bihatana anîn, ev gel wê azad bûya. Divê komîsyon ji bo mirovên ji ber nêrînên xwe yên siyasî ne girtî ne bixebite."
 
DI ÇARESERIYÊ DE ROLA CIWANAN
 
Şevval Çaşurluk  da zanîn ku divê jinên ciwan di navenda pêvajoyê de cih bigirin û wiha got: "Divê ciwan xwe weke mijara damezrîner a civaka demokratîk bibînin û vê berpirsyariyê hîs bikin." Şevval Çaşurluk anî ziman ku divê aştî ji her malbata li welêt re bê vegotin û wiha axivî: "Divê em zelal bin bê em aşiyeke çawa dixwazin. Şewitandina gundan, komkujî û îşkenceyê tên înkarkirin. Divê ev bên hemberî hev. Ji bo avakirina aştiya civakî em ê girîngiya vê pêvajoyê ji her ferdekî re rave bikin." 
 
Şevval Çaşurluk bertek nîşanê gotina hikûmetê ya 'Tirkiyeya bêteror' da û got, "Ev ziman ji hilberîna kodên fermî yên netewperest û zayendperest û her wiha kodên wê yên şovenîstî pê ve ne tiştekî din e. Bi gotineke din, rewşa xetimandina pêvajoyeke gengaz jî rewa dike. Em vê qebûl nakin. Têkoşîna herî rewa li ser vê axê hat meşandin. Divê bi rêziknameyên makezagonî tevlîbûna gerîllayan a di nava siyasetê de bê misogerkirin. Divê bêhiqûqiya li girtîgehan bi dawî bibe. Divê rûbirûbûn bi rêya rêziknameyên destûra bingehîn pêk were."
 
Jiyan Bahadir diyar kir ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî tevlîhev ên Rojhilata Navîn e û ji ber vê yekê ne tenê Tirkiye tevahiya herêmê eleqedar dike. Jiyan Bahadir da zanîn ku weke HDK ew xebatên xwe yên der barê pêvajoyê de dewam dikin û anî ziman ku ewê li dibistanan standan ava bikin û ji bo nîqaşkirina mijara "Sosyalîzma Civaka Demokratîk" panelan lidar bixin û wiha axivî: " Em plan dikin ku di demeke nêz de li ODTU panelekê lidar bixin." 
 
Bahadir bal kişand ku yek ji girîngtirîn madeyên rojevê yên pêvajoyê li dijî tiryakê têdikoşe û diyar kir ku tiryak ciwanan ji jiyana civakî dûr dixîne û nirxên komunal xesp dike û wiha got: "Tiryak astengiya herî mezin a li pêşiya jiyana civakî ye. Em ê di vê mijarê de bêwestan bixebitin. Weke Meclisa Ciwanan a HDK'ê, bi avakirina însiyatîfan bi saziyên din re em ê ciwanan bi nêzîkatiyeke tevlîkar, exlaqî û polîtîk re entegreyî civakê bikin."
 

Sernavên din

14:49 Bafil Talabani: Êzidîlerin taleplerini destekleyeceğiz
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû.
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin
20:14 Kûrtûlmûş: Xebatên komîsyonê wê hefteya ewil a Tebaxê dest pê bikin
16:48 Cenazeyê rojnamevan Nîzamettîn Yilmaz anîn Stenbolê
16:29 Qeyûmê Wanê welatiyên astengdar ji kar derxist: Ev cara duyemîn e em mexdûr dibin