NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê li dijî navendeke polîsan êrişa çekdarî hate kirin. Di êrişê de polîsek mir û efserek jî birîndar bû.
Li bajarê Servanê yê li başûrêrojhilatê Îranê li dijî navendeke polîsan êrişeke çekdarî hate kirin. Di êrişê de polîsek mir û efserek jî birîndar bû. Li gorî medyaya Îranê, 3 kesên îro di danê sibehê de êriş pêk anîn hatine kuştin.
Heta niha jî tu koman êrişa li xwe negirtine.
Di 26’ê Tîrmeha îsal de li dijî avahiya edliyeyê ya li bajarê Zahîdan ê Îranê êriş hatibû kirin. Di êrişê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 22 kes jî birîndar bûbûn. Wê demê jî koma bi navê Ceyş el-Edl (Artêşa Edalet û Wekheviyê) êriş li xwe girtibû.