ÇEWLIG - DEM Partiyê li navçeya Kanîreşê silha malbatên Baysal û Batê kir. Di navbera her du malbatan de neyartî hebû.
Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Çewlig û Kanîreş, silha malbatên Baysal û Batê kir. Di navbera her du malbatan de neyartî hebû. Partiyiyan, her du malbat li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kanîreşê anî gel hev û silha wan kir. Wekîlê DEM Partiyê yê Çewligê Omer Faruk Hulaku, rêveberên bajar û navçeyan û gelek kes tev li silhê bûn.
Omer Faruk Hulaku di silhê de keyfxweşiya xwe ya ji lihevhatina malbatan anî ziman û got aştiya navxweyî girîng e.