MANÎSA - Şewata duh li navçeya Somayê dest pê kirî di roja 2’yan de didome. Şewatên li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê û navçeya Bîgadîç a Balikesîrê jî hatin kontrolkirin.
Duh di danê nîvro de li navçeya Somayê ya Manîsayê di qada daristanê de şewat derket. Şewat, di roja 2’yan de didome. Şewat, ji ber çirûskên makîneya hesin a di şantiyeya korta tenîsê ya li Taxa Turgutalpê de derket û ji ber bayê li daristanê belav bû. Piştî agahdarkirina welatiyan, bi 2 balafir, 10 helîkopter, 67 ekîbên bejahî, 10 makîneyên kar û 235 xebatkarên Midûriyeta Daristanan a Herêma Îzmîrê mudaxile hate kirin. Ji ber bayê zêde, şewat li herêmeke berfireh belav bû û ji bo tevdîrê Taxa Kozanliyê hate valakirin.
Bi sedema ku di dema birîna hesin de tevdîrên pêwîst negirtine û bûne sedema derketina şewatê, 2 kes hatin binçavkirin. Duh bi şevê re mudaxileya bi balafir û helîkopteran hate sekinandin. Îro di danê sibehê de dîsa mudaxileya hewayî hate kirin.
Li hêla din, li navçeya Alaşehîrê jî şewat derket û piştî mudaxileyê hate vemirandin.
LÎ ÎZMÎRÊ ŞEWAT DERKET
Duh bi şev li navçeya Dîkîlî ya Îzmîrê jî di Sîteya Bîmeykoyê ya li Taxa Çandarliyê şewat derket û bi bandora hewayê belavî devera daristanê bû. Sedema derketina şewatê nehat zanîn û sîte ji bo ewlehiyê hate valakirin. 3 avahî ji şewatê bibandor bûn û piştî xebata koman, piraniya şewatê hate vemirandin.
LI BALIKESÎRÊ 15 MAL ŞEWITÎN
Li Taxa Koseler a navçeya Bîgadîç a Balikesîrê jî ji ber sedemeke nediyar şewat deket. Bi agahdarkirinê re li cihê şewatê komên tenduristî, agirkujî û cendirmeyan hatin sewqkirin. Şewat, di demekî kin de mezin bû belavî malan bû. Di encamê de 15 mal şewitîn. Xelkê taxê jî alîkariya vemirandina şewatê kir û bi alîkariya helîkopterên Midûriyeta Daristanan a Herêmê re şewat hate kontrolkirin.