* Kevneşopiya koçeriyê ya bi sedsalan li Îdirê bi Bêrîvanan berdewam dike. Bêrîvan ku deşta Korxanê ji xwe re kirine war, bi şêwazên jiyana xwe mîrateya kevneşopiya koçeriyê ya bi sedsalan vedijînin.
* Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettin Aslanoglû diyar kir ku divê di pêvajoya berdewam de mafên bingehîn ên di destûra bingehîn de werin naskirin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wekhevî pêwîst e."
* Akademisyenê Aştiyê Muzaffer Kaya li ser komîsyona ku li meclisê hat avakirin got: "Pêdivî ye ku pêvajo were pêşxistin. Divê hemû hêz seferberiyeke demokratîk a hevbeş bidin destpêkirin."
* Rojnamevan Keleş Kiwexî diyar kir ku AKP bi êzîdiyên li Ewropayê re têkiliyên veşartî dimeşîne û got: "Ji aliyekî vegera li gundên tê astengkirin, ji aliyê din ve jî dixwazin êzîdiyên xwe biafirînin. Li hember vê yekê, divê DEM Partî têkiliyên xwe bi êzîdiyan re pêş bixe."
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)
* ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)
* Dê ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqereyê daxuyanî bên dayîn. (13.30)