AMED - Agirên ku duh danê nîvro li Licê, Hêni û Karazê bi daristanan ketin, bi mudaxileya welatiyan û tîmên agirkujiyê ber destê sibehê hatin tefandin.
Duh danê nîvro li navçeya Hênê ya Amedê agir bi daristanê ket. Piştî demekê agir ber bi gundên Celik û Fîsê yên Amedê ve berbelav bû. Bi bandora bayê re agir li qadeke berfireh belav bû û heya gundên Huseynîk, Dêrçam, Firdewsê, Ziyaret, Pîrîk, Argul, Mizak ên Licê û gundê Hûre û Cewz ên Hênê û hin herêmên Karazê ve çû.
Hevşaredar û parlamaneterên DEM Partiyê, rêxistinên ekolojiyê û gelek nûnerên saziyan çûn herêmê. Li gel AFAD û DSÎ'yê 12 wesayîtên agirkujî û 4 tanqêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 tanqêrên DÎSKÎ' û 26 xebatkarên wê tevlî xebatên mudaxilekirinê bûn.
Welatiyên ku ewilî mudaxileyî şewatê kirin, gava agir nêzî malen wan bûn, bi makîneyên karî bend çêkirin. Hin welatiyan bi derfetên xwe hewl dan agir bitefînin. Çendî hevşaredar û parlamenteran ji bo helîkopterê bang kirin jî, piştgiriya ji hewayê de nehat. Wekî hincet jî hat ragihandin ku ji ber ku pergala bişev a helîkopterê tüne ye, nikare mudaxile bike.
Agir, piştî mudaxileya ji bejahiyê ve hat tefandin. Helîkopterên ku ber destê sibehê sewqî herêmê hatin kirin jî mudaxile kirin. Ev yek bû sedema bertekan.
Tevahiya şewatan ber destê sibehê hatin kontrolkirin.