Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Abdullah Ocalan guhdarî bike.  

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser xebatên komîsyona li Meclisê û got ku girîng bû ku komîsyonê duh li derdorên di şer de mexdûr bûne guhdarî kir. 
   
DÊ DAYIKÊN ŞEMIYÊ GUHDARÎ BIKIN
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê wiha got: “Em gelek biqîmet dibînin ku di vê pêvajoyê de li kesên di şer de mexdûr bûne û xizmên xwe winda kirine were guhdarîkirin, aqilê çareseriyê bikeve meriyetê, li cem çareseriyê cih bigirin û gotina xwe bikin. Îro dê di civîna komîsyonê de li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, ÎHD, Weqfa Tahir Elçî û saziyên din bên guhdarîkirin.” 
 
TÊKOŞÎNA DAYIKAN
 
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser têkoşîna Dayikên Aştiyê û wiha domand: “Têkoşîna wan a aştiyê dê xebatên komîsyonê ronî bikin û gelek sûdewer bin. Bêguman dê li ÎHD’ê were guhdarîkirin. Em behsa komeleyeke di salên 90’î de cînayetên kiryarnediyar, binpêkirinên mafên mirovan ên hemû derdorên civakê belge kirin û kirin rapor dikin. Lewma jî îro her gotina ÎHD ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dike, gelek biqîmet in.
  
Dayikên Şemiyê jî ev 30 sal in têdikoşin. Hin ji wan hevjînên xwe, birayên xwe, dayik û bavên xwe winda kirin. Lê dîsa jî serî netewandin. Hatin binçavkirin, der heqê wan de doz hatin vekirin lê tevî vê jî ji bo dîtina windakiriyan bênavber têkoşiyan. Bi vê wesîleyê ez Dayika Berfor ku bêyî hestiyên zarokê xwe bibîne wefat kir û ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocakê bi rêzdarî bi bîr tînim. Wan têkoşîneke dîrokî dan û bersiva herî delal a ji bo bîranîna wan, avakirina aştiyeke civakî û mayindekirina wê ye.”
 
‘HEWL DIDIN RASTIYAN WEKE KU NEHATIBIN JIYÎN NÎŞAN BIDIN’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, helwesta hin derdoran a li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rexne kir û got: “Weke ku birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang nekiriye, weke ku rêxistinê guh nedabe vê bangê, weke ku rêxistinê di 5-7’ê gulanê de biryar nedabe û di 11’ê Tîrmehê de torena şewitandina çekan li dar nexistibe tevdigerin û nîqaşên ku rastiyê vedişêrin, dikin. Lê ev tevek jî ji bo şerê 45 salan ddidome û ji bo pirsgirêka Kurd a 100 salî qonaxên dîrokî ne. Di tevahiya van qonaxan de roleke pir girîng ê birêz Ocalan heye û tevahiya gelên Tirkiyeyê dît ka gotinên wî çawa cihê xwe dibînin.”
 
‘DIVê LI NÊRÎN Û PÊŞNIYARÊN OCALAN WERE GUHDARÎKIRIN’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di her hevdîtinê de balê dikişîne ser Meclisê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em bibêjin ku birêz Ocalan îşaret bi zemîna siyasî û hiqûqî dike. Belê rast e divê siyaset berpirsyartiyê li xwe bigire û ji bo pêwîstiyên hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin divê gavên pêwîst bi lez biavêje. Lewma çawa ku li derdorên civakî tê guhdarîkirin, çawa ku li mexdûrên şer tê guhdarîkirin, divê bi heman awayî li nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan ku di pêvajoyê de diyarker e jî were guhdarîkirin. Hewceye li fikrên wî were guhdarîkirin û diyalog bê pêşxistin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ OPERASYONÊN LI DIJÎ ŞAREDARIYAN DA 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bi lêv kir ku divê yasayên entegrasyona demokratîk bilezûbez bikevin rojevê û ev tişt anî ziman: “Aştiya civakî tenê bi avakirina zemîneke hiqûqî û siyasî dibe. Civakeke demokratîk tenê bi demokratîkkirina yasayan dibe. Bi rakirina astengiyên li pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê, civaka demokratîk pêkan e. Hewceye yasayên entegrasyona demokratîk û yasayên ku dê demokrasiyê pêş bixe tavilê bên nîqaşkirin û bikevin rojevê. Em li ser pêvajoyeke nû, çareseriyê diaxivin. Em li ser mijara ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirina diaxivin. Lê dema li pratîkên îktîdarê dinihêrin, dibînin ku berevajiya vê tevdigere. Operasyona di 19’ê Adarê de li dijî şaredariyên CHP’ê dest pê kirî û bênavber didome. Girtina Şaredarê Beyoglûyê, operasyona li dijî muxalefetê ye.” 
 
‘GEL DIBÎNE KA KÎ AŞTIYÊ DIXWAZE’
 
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku hewl tê dayin ser DEM Partiyê manîpulasyon bên kirin û wiha dom kir: “Wekîlê Partiya Îyiyê yê Enqereyê Yuksel Arslan tweetek avêtiye. Di tweetê de li ser gotinên DEM Partiyê derew, dezeformasyon û manîpulasyon kiriye. Hêj di destpêka pêvajoyê de me gotibû ku dê dijberên çareseriyê li pey manîpulasyon, provakasyon û hesabên şaş bikevin. Îcar vê jî wekîlekê nexwestiye tev li komîsyonê bibe kiriye. Ev ne tiştekî ji ber xwe ve ye. 
 
Em bi aşkerayî bibêjin; her kes kesên xwe ji şer, xwîn, hêsirên çavan û tundiyê xweyî dikin pir baş dibîne.  Her kes dibîne ka kî çareseriyê, aştiyê, wekheviyê, pêkvejiyanê û hemwelatiyên azad û wekhev dixwaze. Her wiha her kes dibîne ka kî li ser xwîna Kurdan, li ser xwîna gelê Tirk, xizan û hejaran siyasetê dike û kî xwe ji neçareseriyê xweyî dike. Lewma jî em provokasyonên bi vî rengî hewaleyî wijdana gel dikin.”         
 

Sernavên din

14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in HATE NÛKIRIN
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye
14:35 Ji xizmên windayan banga 'hevrûbûnê' li hikûmetê